Di qonaxa avakirina ferhengeke etîmolojî ya zimanê kurdî de gelek caran hatime rexnekirin ku “hemû peyvên kurdî wek biyanî” diyar dikim. Ev ne rast e lê rast e ku piraniya peyvên kurdî – wek yên her zimanekî din jî – ji zimanên din hatine. Piraniya peyvên hemû zimanan bi eslê xwe ne ji wî zimanî ne.
Bo diyarkirina vê rastiyê, ez ê ferhengokeke etîmolojî ya peyvên tirkî bikim. Herwiha bi heman awayî min ferhengokeke etîmolojî ya peyvên erebî jî amade kiriye. Bi vê dixwazim bidim diyarkirin ku di her zimanî de peyvên biyanî hene û gelek in.
Di vê lîsteya xwe ya kurt de tenê hin peyvên tirkî yên ji zimanên din wergirtî pêşkêş dikim. Mebesta min ne ew e ku lîsteyeke temam pêşkêş bikim: peyvên biyanî yên di tirkî de ne tenê ev in. Lê ev wek nimûne hatine diyarkirin. Giranî li ser peyvên ji zimanên îranî ye ji ber ku yên erebî û ewropî tên zanîn ku di tirkî de biyanî ne lê yên îranî bi qasî ku hewce ye nayên zanîn.
Min bi piranî peyvên wisa bijartine ku piraniya xwendevanan texmîn dikin ku bi eslê xwe tirkî ne. Min peyvên ku her kes dizane bi eslê xwe erebî yan jî ewropî ne (wek bank, radyo, muzîk, televizyon, Internet…), min li derveyî vê lîsteyê hiştine.
Li çepê peyva tirkî hatiye diyarkirin, li navê zimanê ku jê hatiye û li rastê jî maneya peyvê bi kurdî. Peyva “îranî” di beşa “Ji” de tê wê maneyê ku ew peyv ji zimanekî îranî (kurdî, farisî, pehlewî, hexamenişî, avestayî…) hatiye wergirtin. Di gelek ferhengan de li cihê “îranî” peyva “farisî” tê danîn. Ev di rewşa hin peyvan de rast e lê ne di hemûyan de. Gelek caran ne mimkin e mirov bê guman bizane ka peyv ji kîjan zimanê îranî hatiye wergirtin. Loma min peyva ”îranî” çêtir dît.
Carinan ji yekê zêdetir alternatîv hene ku peyv ji kîjan zimanî ye, hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin:
asker ji latînî yan îranî
. Carinan jî tirkî ew peyv ji zimanekî din wergirtiye lê wî zimanî bi xwe jî ji zimanekî din wergirtiye. Hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin:
adam ji erebî ji îbranî.
Hin caran parçeyek ji peyvê ji zimanekî ye û parçeya din ji zimanekî din e, hingê ew bi ”-” ji hev hatine cudakirin, bo nimûne:
cüz-dan ji erebî-îranî
(tê wê maneyê ku ”cüz” ji erebî û ”dan” ji îranî ye). Carinan parçeyek ji peyvê ji tirkî ye lê parçeyeke din ji zimanekî din e. Hingê parçeya ji tirkî di kevanê (…) de ye, bo nimûne:
çaydan(lık) ji îranî
tê wê maneyê ku ” çaydan” ji îranî ye lê ”lık” ji tirkî bi xwe ye.
(Türk)iye ji erebî
diyar dike ku peyva ”Türk” ji tirkî ye lê ”iye” ji erebî ye.
Eger ji wergera kurdî diyar nebe ku peyva tirkî ji îranî ye, hingê li beşa ”Ji” de serekaniya yan hevreha wê peyvê hatiye diyarkirin. Bo nimûne
damat ji îranî (F: damad = zava).
Peyv
Kurtkirin
Ak = akadî
Ar = aramî
Av = avestayî
E = erebî
F = farisî
K = kurmancî
P = pehlewî
S = soranî
Sûm = sûmerî
Z = zazakî
Lîste
Tirkî
Ji Wate
A
aba
erebî ji aramî eba
adam
erebî ji îbranî mêr, zelam, zilam
ağustos
yûnanî ji latînî tebax, meha 8em
ahır
îranî axur, gov
akıl
erebî hiş, aqil
alıç
îranî herûk, hilûk
ambar
îranî embar
Anadolu
yûnanî Anadol
Ankara
yûnanî Enqere
aptal
erebî bêhiş, dîn, bêaqil (evdal)
armut
îranî (F: emrûd) hirmî, hirmîk
asker
latînî yan jî erebî ji îranî (ji l-eşker) esker, leşker
aşk
erebî evîn, eşq
ateş
îranî (F: ateş, Av: atexş) agir
ayna
îranî eynik, eyne, awêne, neyknik, mirêk, qotîk
azar
îranî azar, ezyet
B
bacak
îranî (F: paçê ) ling
badem
îranî (F: badam) bahîv, behîv
ba
ğ
îranî bax, baxçe,
rez
bağış
îranî bexş
bahane
îranî bihane, hêcet
bahar
îranî bihar
baharat
erebî biharat
bahçe
îranî baxçe
bakkal
erebî beqal, dikandar
bay
îranî (beg) mêr, zelam
bayan
îranî (beg) xanim, jin
bayram
îranî (P: pethram = cejn) cejn, şahî
bazı
erebî hin, hinek, hindek
bedava
îranî (F: bad-aver= bayî înayî/aniyî) belaş, bê pare