Kurtegotinek
Di qonaxa avakirina ferhengeke etîmolojî ya zimanê kurdî de gelek caran hatime rexnekirin ku “hemû peyvên kurdî wek biyanî” diyar dikim. Ev ne rast e lê rast e ku piraniya peyvên kurdî – wek yên gelek zimanên din jî – ji zimanên din hatine. Piraniya peyvên hemû zimanan bi eslê xwe ne ji wî zimanî ne.
Bo diyarkirina vê rastiyê, ez ê ferhengokeke etîmolojî ya peyvên erebî û herwiha bi heman awayî ferhengokeke etîmolojî ya peyvên tirkî jî amade bikin. Bi vê dixwazim bidim diyarkirin ku di her zimanî de peyvên biyanî hene û gelek in.
Di vê lîsteya xwe ya kurt de tenê hin peyvên erebî yên ji zimanên din wergirtî pêşkêş dikim. Mebesta min ne ew e ku lîsteyeke temam pêşkêş bikim: peyvên biyanî yên di erebî de ne tenê ev in. Lê ev wek nimûne hatine diyarkirin. Pirraniya wan peyvan bi rêya erebî yan jî bi rêyeke din ketine kurdî jî.
Bi taybetî min peyvên têkilî dîn û diyanetê bijartine daku diyar bikim ku ew jî mîratê hemû mirovatiyê ne, ne tenê erebî ne. Min bi piranî peyvên wisa bijartine ku piraniya xwendevanan texmîn dikin ku bi eslê xwe erebî ne. Min peyvên ku her kes dizane ne bi eslê xwe erebî ne (wek bank, radyo, muzîk, televizyon, Internet…), min li derveyî vê lîsteyê hiştine.
Li çepê peyva erebî hatine diyarkirin, li navê zimanê ku jê hatiye û li rastê jî maneya peyvê bi kurdî. Peyva “îranî” di beşa “Ji” de tê wê maneyê ku ew peyv ji zimanekî îranî (kurdî, farisî, pehlewî, hexamenişî, avestayî…) hatiye wergirtin. Di gelek ferhengan de li cihê “îranî” peyva “farisî” tê danîn. Ev di rewşa hin peyvan de rast e lê ne di hemûyan de. Gelek caran ne mimkin e mirov bê guman bizane ka peyv ji kîjan zimanê îranî hatiye wergirtin. Loma min peyva ”îranî” çêtir dît.
Carinan ji yekê zêdetir alternatîv hene ku peyv ji kîjan zimanî ye, hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin: ’esker ji latînî yan îranî . Carinan jî erebî ew peyv ji zimanekî din wergirtiye lê wî zimanî bi xwe jî ji zimanekî din wergirtiye. Hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin: beled ji yûnanî ji latînî.
Dengên taybet
‘ / ع wek di navê ‘Elî de
ḥ / ح wek di navê Hesen de
ż / ذ di kurdî de nîne, ”z-ya fis”, bi inglîzî ”th” wek di peyva ”they” de ś / ص S-ya qelew wek di peyva “sed” de
ğ / غ X wek di navê Xefûr de
ț / ط T-ya qelew wek di peyva “teng” de
Peyv
Erebî | Ji Wateya peyvê di erebî de |
A | |
Adem | îbranî Adem |
B | |
bab | akadî derî, dergeh |
babûr | îtalî vapor, bapor, keştiyên hilmî |
barûd | yûnanî barût |
bedrûm | yûnanî bindav, bodrûm |
beled | yûnanî ji latînî bajar |
bel ğem | yûnanî belxem |
belțe | sûmerî yan tirkî bivir |
bendûre | îtalî bacansor, firingî, pamîdor |
benefşe | îranî binefş |
beqdûnis | yûnanî bexdenos, kerefs |
beqşîş | îranî bexşîş, bertîl |
berîd | latînî | poste | |
berleman | fransî | parleman, parlemento | |
bernamec | îranî | bername | |
berqûq | latînî | hilû(k - mêweyek) | |
beśame | tirkî | dews, śop, śûn, muhr | |
bețariye | inglîzî | baterî, pîl | |
bețațis | inglîzî | petat, kartol | |
beyțar | latînî | beytar, doktorê heywanan | |
billewr | yûnanî | belûr, krîstal, şsûşe, cam | |
bițaqe | yûnanî | bilêt, tikêt | |
burc | yûnanî | birc | |
burğul | yûnanî | savar | |
burkan | latînî | volkan | |
bûstan | îranî | bûstan | |
C | |||
cam | îranî | cam, şûşe, perdaq | |
camûs | îranî | gamêş | |
cehennem | îbranî | dûjeh, cehnem | |
cenne(t) | îbranî | biheşt, cinet | |
cewder | îranî | cewder, şilêl | |
cewher | îranî | gewher | |
cewz | îranî | gûz | |
cezer | îranî | gêzer | |
cezme | tirkî | cezme, cîzme, gîzme (pêlav) | |
cin | latînî | cin, ecin, “yên ji me çêtir” | |
cinaye(t) | îranî | cinayet, tawan, guneh | |
cins | yûnanî | cins, zayend; cûn, nijad | |
cisr | sûmerî | pir (rêya di ser avê re) | |
cumruk | latînî | gumrik, gumirk | |
cundî | îranî | leşker, esker, serbaz, sipa | |
cuğrafiye | yûnanî | cografya, erdnasî | |
cûn | îranî | cûn, gon, reng, core, çeşît | |
D | |||
dax | îranî | dax | |
defter | yûnanî | defter | |
derhem | yûnanî | pare, pere, dirav; derhem | |
derz | îranî | derz | |
destûr | îranî | destûr, qanûna bingehîn | |
Dicle | sûmerî | Dîcle, Ava Mezin, Ava Şîn | |
dîn | îranî | dîn, diyanet |
dînar | latînî dinar (pareyê hin dewlwetan) |
dîwan | îranî dîwan |
dunum | tirkî donim (pîvaneke zeviyan e) |
dûrbîn | îranî dûrbîn |
Ebdullah | îbranî Evdile |
E | |
efendî | yûnanî efendî, hêja, birêz |
efyûn | yûnanî efyon, opyûm |
elîf | yûnanî elîf, A |
Ellah | îbranî Xwedê |
elmas | yûnanî elmas |
enbar | îranî embar |
erruz | yûnanî birinc, riz |
‘ / ع | |
‘enze | sûmerî bizin |
‘esker | latînî yan îranî leşker, esker, serbaz, sipa |
F | |
fanûs | yûnanî fanos |
felsefe | yûnanî felsefe, fîlozofî |
fener | yûnanî fener, fanos |
feylesûf | yûnanî fîlozof, feylesof |
feyrûz | îranî fîroz, pîroze, turkuaz |
fihris | îranî fihrist, naverok |
filfil | sanskrîtî filfil, bîber, îsot |
film | inglîzî film |
fils | yûnanî hûrde, fils (pareyê hûr) |
fincan | îranî fincan |
findiq | yûnanî findeq, bindeq |
Firat | yûnanî Firat (çem) |
firawle | îtalî tûerd, tûfiringî, çîlek |
fistiq | îranî fisteq |
fîrdews | yûnanî ji îranî biheşt |
fulaż | îranî pola, polat, pîla |
funduq | yûnanî xan, hotêl |
furn | îtalî firin, firne |
Ğ / غ | |
ğaz | fransî gaz, xaz |
ğiram | fransî | gram (wek kîlogram) |
ğirbal | latînî | bêjing |
H | ||
hawun | îranî | hawin |
hendese | îranî endaze, hendese | |
heykel | sûmerî | peyker, pût, heykel, senem |
Ḥ / ح | ||
ḥûrî | îranî | horî, zeriyên biheştê |
I / Î | ||
Iblîs | yûnanî | Iblîs, Şeytan |
Incîl | yûnanî | Incîl |
iqlîm | yûnanî | iqlîm, navçe, dever; klîma, avûhewa |
isfenc | yûnanî | îsfenc, sungêr, hewr, sponj |
isment | latînî | çîmento |
Ibrahîm | îbranî Birahîm | |
Isma’îl | îbranî | Simaîl |
K | ||
kehreba | îranî kehreba, elektrîk, ceyran | |
kemer | îranî | kemer |
kenebe | fransî qenepe, sofa | |
kenz | îranî | gencîne, xezîne, kanza |
kerefs | îranî | kerefs, bexdenos |
kîlû | yûnanî | kilo (kilogram, kîlomtere) |
kîmya | yûnanî | kîmya |
kursî | sûmerî | kursî |
kurunc | yûnanî | kelemî |
kuzbere | sanskrîtî gijnîj | |
kûşk | îranî | koşk, seray |
L | ||
leğam | îtalî | mîn, mayîn (bombeya bin-erdî) |
le’l | îranî | lale |
leqleq | akadî | legleg |
leymûn | sanskrîtî lîmon, leymûn | |
libne | akadî | libin, blok |
M | |
mecûs | îranî mecûs, zerdeştî |
mendîl | latînî destmal, mendîl, kefî |
menzil | akadî avahî, xanî mezel |
mercan | yûnanî mercan, mircan |
Merîx | latînî Mars, Merîx (planetek) |
merkez | îbranî navend, merkez |
Mesîḥ | îbranî Mesîh |
mestûr | yûnanî nepenî, veşartî |
meydan | îranî meydan |
miğnețîs | yûnanî magnetîz |
milyar | fransî ji yûnanî milyar |
milyûn | fransî ji yûnanî milyon |
muhr | îranî muhr, mor |
mewz | sanskrîtî mûz |
mincel | sanskrîtî das, şalok |
N | |
namûs | yûnanî namûs, şeref |
neccar | sûmerî necar, dartiraş |
Nemsa | slavî: Nemets = Almanya Awistriya, Otrîş, Nemsa |
nercis | îranî yan yûnanî nêrgiz |
nîl | sanskrîtî heş (madeyê şîn) |
nîlûfer | sanskrîtî nîlûfer |
nîşan | îranî nîşan |
nusxe | akadî? kopî, nisxe |
Q | |
qalib | yûnanî qalib |
qanûn | yûnanî qanûn |
qefeś | yûnanî rekeh, qefes |
qelem | yûnanî qelem, pênûs |
qenae | sûmerî co, cobar |
qend | sanskrîtî şekir, qend |
qendîl | latînî çira |
qerenfîl | yûnanî qerenfîl, mêxik (gulek) |
qern | yûnanî serdem, sedsal |
qeśr | latînî qesr, seray, koşk |
qeyśer | latînî qeyser, paşayê hin welatan |
qiț | latînî kitik, pisîk, pişîk |
qunbule | îranî qumbere |
quțb | îbranî qutb, cemser |
R | |
reff | îranî ref, refik |
rețl | yûnanî lître, ritil |
rizq | îranî rizq, qûtê rojane |
rumḥ | yûnanî rim, rum |
S | |
sebet | îranî sepet, zembîl, selik |
sebt | îbranî şemî |
semt | latînî semt, tax |
sențûr | yûnanî sentûr (amûreke muzîkê) |
seray | îranî seray |
serw | îranî serw, selwe (darek) |
sicl | latînî sicil, tomar, qeyd |
siḥr | akadî sihir, cadûbazî |
sime | yûnanî sîma, nîşan |
sirac | îranî çira, ronahî |
sîcare | inglîzî cigare |
Ś / ص | |
śabûn | fransî sabûn |
śendûq | yûnanî sindoq, sendox |
śetl | latînî setil, zerik, dewlik (amanek) |
śifir | sanskrîtî sifir, 0 |
śiraț | latînî rê (bi taybetî “sirat= biheşt û dûjehê”) |
śufr | sûmerî sifir, mis, baqir (madenek) |
Ş | |
şal | îranî şal |
şerşef | îranî çarşev, perde |
şețrenc | sanskrîtî kiş, şetrenc |
sukker | sanskrîtî şekir |
şûrbe | îranî şorbe |
T | |
tabût | îbranî tabût |
tac | îranî | tac |
temmûz | sûmerî | tîrmeh, temûz |
teneke | îranî | teneke |
tennûr | sûmerî | tenûr, tendûr |
text | îranî | text |
texte | îranî | texte, dep |
Ț / ط | ||
țazic | îranî | taze, teze |
țas | îranî | tas, tirar |
țawule | îtalî | tablo |
țawus | yûnanî | tawis (teyr) |
țebence | îranî | demance |
țebeşîr | sanskrîtî | tebeşîr |
țemațe | inglîzî ji spanî | bacansor, firingî, pamîdor |
țerz | îranî | awa, şêwe, terz |
țilesm | yûnanî | niviştî, tilism |
țurşî | îranî | tirşî |
U | ||
ufq, ufuq | îbranî | aso, ufuq |
uqyanûs | yûnanî | okyanos (berhên mezin) |
usquf | yûnanî | metran |
ustaż | îranî | hosta, hoste; mamosta; profesor |
ûqiye | latînî | oqî, ons (pîvanek) |
W | ||
weḥşî | îranî | wehşî |
werd | îranî | gul |
wezîr | îranî | wezîr, gizîr |
wezz | sûmerî | qaz |
X | ||
xencer | îranî | xencer |
xendeq | îranî | xendek, kend |
xerîte | yûnanî | xerîte, nexşe |
xiyar | îranî | xiyar |
Y | ||
yaqe | tirkî | pistok, berstok |
yaqût | yûnanî | yaqût |
yasemîn | îranî yasemîn | |
yawir | îranî | yawir, alîkar, berdestk |
yûnan | yûnanî | yûnan(î) |
Z | ||
zenbeq | îranî sosin, zembeq | |
zencefîl | sanskrîtî zencefîl | |
zencî | îranî | zencî, mirovên reş |
zendîq | îranî | zendîq |
zewc | yûnanî | mêr, şû |
zincîr | îranî | zincîr |
zumurrud | yûnanî zimrûd |