bibîranîna babê min Mihemedî ku xwandina zarokên xwe di ser her tiştî re radigirt
bo dayika min a dilovan Mîranê ku bêyî wê ez ê ji vî zimanê şîrîn bêpar mabam
bo yara min Hannayê ku me bi hev re bi hezaran saet kirine gorî û qurbanî gotûbêjên dadnasî û zimannasî
bo ronahiya herdu çavên min, kurên min Robînî û Robarî
Spasiyên germ bo
Fatih Aydin, şarezayê teknîkî ku di civandina van peyvan de alîkariya teknîkî daye min.
Rizgar Behadur, Mirtiza Nasirzade, Harûn Şahzênî, Ismaîl Şahîn, Newzad Hirorî, Roşan Lezgîn, Hasan Aslan, Zinar Ednan, Ali Fikri Bayrakli, Muhemmed Teqevî, Dilyar Amûdî û gelek hêjayên din ku bi xêra gotûbêjên li gel wan bi ser reh û rîşên gelek peyvan hilbûme...