Kurtegotinek

Lêkolîn û vekolîna reh û eslên peyvên kurdî ne tiştekî nû ye. Zêdeyî 150 salan e ku bi esehî hatiye diyarkirin ku kurdî yek ji zimanên îranî ye û zimanên îranî jî beşek ji malbata herî mezin ya zimanan anku ji zimanên hindûewropî ne. Gelek ji peyvên xwemalî yên kurdî wek yan nêzîkî hevwateyên xwe yên zimanên din yên îranî (bo nimûne farisî, belûçî, pehlewî, partî, avestayî) ne. Gelek ji peyvên kevnar û bingehîn yên kurdî (bo nimûne piraniya cînav, hejmar û navên endamên laşî) ne tenê hevrehên zimanên îranî lê herwiha hevrehên hevwateyên xwe yên di zimanên din jî yên hindûewropî de ne (bo nimûne di inglîzî, fransî, rûsî û hindî de).

Çend vekolînên giring yên etîmolojî li ser peyvên zimanên îranî hatine kirin. Hin ji wan tenê li ser kurdî hatine encamdan lê di piraniya wan de kurdî jî tenê yek ji wan zimanên îranî ye ku behsa etîmolojiya peyvên wan hatiye kirin. Vekolîn hem ji aliyê biyaniyan ve û hem jî ji hêla ”îranîaxivan” anku qisekerên yek yan çend zimanên îranî ve hatine encamdan. Vekolînên li ser

rehnasiya (etîmolojiya) peyvên kurdî ve bi kêmî ji aliyê kurdan ve, ewropiyan ve û tirkan ve hatine kirin.

Li vê derê em ê behsa xebatên etîmolojî yên li ser kurdî û herwiha çend berhemên etîmolojî yên li ser zimanên din lê ji kurdî re jî giring (yên ku behsa peyvên kurdî jî dikin) rêz bikin. Em ê herwiha wan binirxînin jî anku bibêjin ka çi hêjahî û çi jî kêmasiyên wan hene.

Ferdinand Justi: Les mots étrangers en kurde , sala 1873

Bi qasî ku tê zanîn, kesê ku yekem car bi zanistî li ser reh û eslê peyvên kurdî nivîsiye, nivîskarê alman Ferdinand Justi bûye di nivîsara xwe ya bi fransî Les mots étrangers en kurde (Peyvên biyanî di kurdî de)16 de hê sala 1873 bi kurtî (di 10 rûpelan de) peyvên biyanî di zimanê kurdî de kiriye mijara xwe. Tevî ku di vê nivîsara xwe ya kurt de helbet cih tine bûye ku reh û rîşên gelek peyvan bên pêşkêşkirin lê dîsa jî Justi kariye çend tiştên giring derbarê peyvên biyanî berçav bike: Ew dide zanîn ku di kurdî de peyvên bi taybetî ji erebî, tirkî û gurcî hene. Ew herwiha dibêje ku di kurdî de gelek peyvên bi eslê xwe ji farisî jî hene.

Hebûna peyvên bi eslê xwe ji erebî di hemû zimanên misilmanan de berbelav û mişe ne. Herwiha hebûna peyvên bi eslê xwe tirkî jî di kurdî de ne tiştekî xerîb e ji ber ku di dema lêkolînên Justi de piraniya kurdan (û xaseten devokên ku Justi lêkolîn li ser kiribû) li nav Imparatoriya Osmanî de dijiyan ku zimanê wê tirkî bû.

Justi herwiha zimanê gurcî wek yek ji çavkaniyên peyvên biyanî yên kurdî de dinivîse lê li gor zanîna niha hejmara peyvên gurcî di kurdî de pir bisinor e lê beramberî wê, peyvên bi eslê xwe ji ermenî zêdetir in ji ber ku têkiliya kurdî-ermenî yekser û rasterast bûye lê ya kurdî-gurcî ihtimalen herdem bi navberiya ermenî bûye. Anku bo gihiştina peyveke gurcî heta zimanê kurdî, divê ew pêşî di ermenî de bi cih bûbe û paşî derbazî kurdî bûbe.

Belkî giringtirîn tiştê ku Justi di nivîsara xwe de dibêje ew e ku wî fehm kiriye ku kurdî gelek peyv ji farisî jî wergirtine. Rast e ku kurdî û farisî du zimanên ji heman malbatê ne û piraniya peyvên wan yên wek hev yan nêzîkî hev, ne zimanekî ji wan ji zimanê din wergirtiye lê

16 Nivîsara orijînal bi fransî li vê derê berdest e: https://zimannas.wordpress.com/2016/03/28/ferdinand-justi- les-mots-etrangers-en-kurde/

herduyan ew ji îraniya kevn wergirtine (eger peyvên îranî/xwemalî bin). Lê dîsa jî gelek peyv di kurdî û zimanên din yên îranî de (bo nimûne di peştûyî û belûçî û lurî de) hene ku wan piştî serbixwebûna zimanên îranî ew ji farisî wergirtine. 17 Sebeb ew e ku farisî demeke pir dirêj zimanê nivîskî û edebî, herwiha zimanê îdarî yê devereke pir berfireh bûye. Tesîra wî li cîranên wî – kurdî, tirkî, erebî, hindî jî di nav de – mezin bûye.

Paul Horn: Grundriss der neupersischen Etymologie, sala 1893

Wek ku ji navê ferhenga Paul Horn Grundriss der neupersischen Etymologie (Bingehê etîmolojiya farisiya nû)18 diyar e, wî ne kurdî lê farisî ji xwe re wek bingehê vekolîna xwe bijartiye û rehên peyvên farisî vekolandine. Lê ji ber ku di farisî û kurdî de gelek peyvên hevreh hene, peydakirina reh û rîşên gelek peyvên farisî, bi awayekî neyekser herwiha xizmeteke mezin ji ronkirina serekaniya peyvên kurdî re jî kiriye.

Heinrich Hübschmann: Persische Studien, sala 1895

Mijara kitêba zimannasê alman Heinrich Hübschmann Persische Studien (Vekolînên farisî) ne kurdî lê farisî ye. 19 Berevajî Horn, Hübschmann heta nimûneyên kurdî jî li gel peyvên farisî nade. Lê dîsa vekolîna wî jî bi awayekî neyekser xizmeteke baş ji hemû zimanên îranî re dike ji ber ku piraniya heman peyvên di farisî de di zimanên din jî yên îranî de peyda dibin û vekolîna rehê peyvên farisî, dikare reh û rîşên gelek peyvên kurdî, belûçî, peştûyî û hwd. din jî ron bike û ron kiriye jî tevî ku Hübschmann ji vê bêdeng e jî.

Christian Bartholomoe: Altiranisches Wörterbuch, sala 1904

17 Li jêr li beşa ”Peyvên me ji kû tên?” binêrin.
18 Orijînala berhemê ya bi almanî dikare li vê derê were xwandin: archive.org/details/grundrissderneu00horngoog
19 Orijînala kitêbê bi almanî li vê derê berdest e: https://archive.org/details/persischestudie00hbgoog

Şahesera zimannasê alman Christian Barthomoloe AltiranischesWörterbuch (Ferhenga îraniya kevn)20 peyvên avestayî û hexamenişî kirine ferhengeke pir birêkûpêk û herwiha li ber gelek peyvan diyar kiriye ka ew di serdema zimanên îranî yên navîn de (pehlewî, partî û hwd.) û di serdema zimanên îranî yên nû de (bo nimûne kurdî, farisî, belûçî, peştûyî) de bûne çi. Tevî ku pir kêm behsa kurdî dike jî, ew bi rêzkirin û ravekirina peyvên avestayî û hexamenişî û gelek caran girêdana wan bi pehlewî û farisî ve, karê etîmologên kurdî hinekî hêsantir dike van peyvan bi hevrehên wan yên kurdî ve jî girê bidin û rehên wan yên hevpar û kevnar peyda bikin.

Hraçya Acaryan: Հայերէն արմատական բառարան, salên 1926 – 1935

Berhema 7-bergî ya zimannasê ermen Hraçya Acaryan Հայերէն արմատական բառարան (Ferhenga Rehnasî ya Ermenî)21 dîsa bi awayekî neyekser dikare wek vekolîneke gelek giring di etîmolojiya peyvên kurdî de were hesibandin. Sebeb ew e ku hem di ermenî de gelek peyvên bi eslê xwe îranî hene û hem jî di kurdî de hin peyvên ji ermenî wergirtî peyda dibin. Bi vekolîna serekaniyên van peyvan, Acaryan bi awayekî neyekser reh û rîşên gelek peyvên kurdî jî ron kiriye.

Julius Pokorny: Indogermanisches etymologisches Wörterbuch,sala 1959

Ferhenga zimannasê awistriyayî-almanî Julius Pokorny Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (Ferhenga rehnasî ya hindûewropî/hindûgermenî) 22 , 1959, berhema bingehîn ya ferhengnasî ya binemala zimanên hindûewropî ye. Tevî ku tê de tenê yekser behsa kurdî tenê 10 – 12 caran tê kirin (û hin ji van agahiyan jî şaş in), dîsa jî ev ferheng ji rehnasiya peyvên kurdî re jî gelek giring e ji ber ku ew gelek peyvên avestayî, hexamenişî, pehlewî û farisî bi hevrehên

20 Orijînala ferhengê bi almanî li vê derê berdest e: archive.org/details/altiranischeswr00bartgoog
21 Orijînala ferhengê bi ermenî li vê derê berdest e: nayiri.com/imagedDictionaryBrowser.jsp?dictionaryId=7
22 Binêrin: utexas.edu/cola/centers/lrc/ielex/PokornyMaster-X.html

wan yên zimanên din yên hindûewropî ve girê dide û mirov dikare hevrehên wan yên kurdî jî bi hêsanî lê zêde bike.

D. N. MacKenzie: A Concise Pahlavi Dictionary, sala 1971

Zimannasê brîtanî D. N. MacKenzie di nav kurdan de herî zêde bi coteberhemên xwe Kurdish Dialect Studies (Vekolînên Zaravayî yên Kurdî) tê nasîn. Lê xizmeta wî ya giring di warê etîmolojiyê de amadekirin û berdestkirina A Concise Pahlavi Dictionary (Kurteferhengeke pehlewî) 23 ye. Ew ne yekser ferhengeke etîmolojî ye lê rêzkirina peyvên pehlewî û partî di vê ferhengê de pevgirêdana wan li gel hevrehên wan yên zimanên niha yên îranî – kurdî jî di nav de – hêsantir kiriye.

Tuncer Gülensoy: Doğu Anadolu Osmanlıcası: Etimolojik Sözlük Denemesi, ya sala 1986, û Kürtçenin Etimolojik Sözlüğü, ya sala 1994

Nivîskarê tirk ê nijadperist Tuncer Gülensoy bi herdu kitêbên xwe Doğu Anadolu Osmanlıcası: Etimolojik Sözlük Denemesi (Osmaniya Anatoliya Rojhilat: Ceribandineke Ferhenga Etîmolojîk)
24 û Kürtçenin Etimolojik Sözlüğü (Ferhenga Etîmolojîk ya Kurdî)25 hewl dide isbat bike ku di rastiyê de kurdî ne ti ziman e. Ew tê dikoşe biselmîne bike ku hemû peyvên kurdî di rastiyê de ji tirkî, erebî yan jî ji farisî ne.

Di çapa yekem de heta peyva “kurdî” jî nehatiye bikaranîn lê jê re “osmaniya Anatoliya Rojhilat” hatiye gotin. Lê di çapa duyem de Gülensoy jî neçar bûye ku navê zimanê kurdî qebûl bike û li ferhengoka xwe bike.

Bo nimûne, her peyva ku di kurdî û farisî de wek hev be, Gülensoy dibêje ku ew ji farisî û malê farisî ye. Helbet her zimannasê destpêker jî dizane ku di zimanên xizm û lêzim de bi sedan yan

23 Malpera Zimannas ev ferheng ji xwandevanan re berdest kiriye: zimannas.wordpress.com/2016/03/28/ferhenga-pehlewi-inglizi/
24 Bo peydakirinê bo nimûne: nadirkitap.com/dogu-anadolu-osmanlicasi-etimolojik-sozluk- denemesi-doc-dr-tuncer-gulensoy-kitap6154771.html
25 Bo peydakirinê bo nimûne: nadirkitap.com/kurtcenin-etimolojik-sozlugu-prof-dr-tuncer- gulensoy-kitap1169741.html

hezaran peyvên wek hev hene. Piraniya wan ne zimanekî ji yê din wergirtine lê malê wan herdu zimanan in, wek mîrat ji serdemekê mane ku dayika wan herdu zimanan yek bû yan jî ew herdu ziman lehceyên eynî zimanî bûn. Di tirkî û azerî de, di erebî û îbrî de, di frensî û îtalî de, di inglîzî û almanî de jî bi hezaran peyvên wek hev hene. Lê mirov nabêje ku tirkî ew peyv ji azerî wergirtine yan erebî ji îbrî yan fransî ji îtalî yan inglîzî ji almanî yan jî berevajî.

Herdu kitêb jî bi eslê xwe de eynî ne û ji destpêkê heta dawiyê li ser heman teza nezanistî û bêbingeh hatine avakirin. Gülensoy bi peyvekê jî bersiva wê yekê nedaye ku madem li gor wî kurdî ne ti ziman e, çima hemû zimannasên rojavayî – yên ku ne kurd û ne jî tirk in û hewl didin bi awirekî objektîv li meselê binêrin – qebûl dikin ku kurdî zimanekî serbixwe ye.

Berhema Gülensoy ji objektîviyê dûr e û tek armanca wê ew e ku “tinetiya” zimanê kurdî isbat bike. Lê tevî vê jî, divê etîmologên kurd feydê ji kitêbên wî jî bibînin: Peyvên ku ew dibêje eslê wan erebî yan tirkî ye, ne hemû lê bi piranî rast in. Herwiha peyvên ku ew idia dike ku kurdî ji farisî wergirtine, bi piranî ne rast e ku kurdî ew ji farisî wergirtine lê peyvên hevpar yên kurdî û farisî ne ji ber ku kurdî û farisî du zimanên bira ne, ji eynî binemalê ne û komeke mezin ya peyvan wek mîras ji makezimanên îraniya kevn û proto-hindûewropî ji herduyan re mane.

Anku eger mirov îdeolojî û armanca qirêj ya Gülensoy bide aliyekî û bi çavekî rexneyî li kitêbên wî binêre, mirov dikare dîsa bibîne ku wî bêhemdî xwe xizmet ji etîmolojiya zimanê kurdî re kiriye!

Jafar Hasanpoor: A Study of European, Arabic and Persian Loans in Standard Sorani, ya sala 1999

Bawernameya Cafer Hesenpûr (Jafar Hasanpoor) ya bi zimanê inglîzî A Study of European, Arabic and Persian Loans in Standard Sorani(Vekolînek li ser peyvên wergirtî yên ewropî, erebî û farisî di soraniya standard de) 26 hem vekolîneke zimannasî û hem jî ferhengokeke etîmolojî ye. Beşa pêşîn û giringtir vekolîn bi xwe ye. Di wê de Hesenpûr bi berfirehî behsa awa û sebebên wergirtina peyvên biyanî di kurdî de (xaseten di soraniya nivîskî de) dike. Hesenpûr

26 Bloga Zimannas vê berhemên pêşkêşî xwandevanên xwe dike: https://zimannas.wordpress.com/2016/05/03/peyven-biyani-di-sorani-de/

herwiha bi dirêjahî behsa “petîperistiyê” (purîzmê) anku hewldana “paqijkirina” zimanê kurdî ji peyvên biyanî dike û vê teşebisê bi dijwarî rexne dike.

Wek Justi 150 sal berî niha, Hesenpûrî jî ew rastî dîtiye ku zimanê kurdî yê nivîskî hejmareke mezin ya peyvan ji farisî wergirtiye û niha hewl dide wan li cihê peyvên esil-erebî bi cih bike heçku ew peyvên “resen” yên kurdî bin, bo nimûne peyvên wek “derya, ferheng, asayîş, artêş” li cihê peyvên esil-erebî lê di kurdî de li nav xelkê berbelav wek “behr, qamûs, emniyet, cêş”.

Kêmasiya serekî ya vê vekolînê ew e ku tevî navê xwe jî, di beşa ferhengokê de tenê peyvên ewropî cih digirin (tenê çend lib peyvên ji erebî yan ji farisî cih tê de dîtiye). Hesenpûr bi dilsozî bikaranîna peyvên ewropî di berhemên soranî de (bi taybetî di berhemên Hêmin Mukriyanî de) qeyd û tomar kirine. Lê ev berhem nikare wek ferhengeke etîmolojî ya kurdî were hesibandin ji ber ku hema-hema qet etîmolojiya peyvên ne-ewropî nade. Ji xwe hêsan e ku kesên ne-zimannas û ne-etîmolog jî pê bihesin ku hin peyvên me ji zimanên ewropî ne.

Bi awayekî giştî, mirov dikare bibêje ku Hesenpûr navekî giran li kitêba xwe kiriye lê rêyeke hêsan ji xwe re bijartiye û tenê etîmolojiya peyvên esil-ewropî daye ku ne karekî zêde zehmet e.

Michael L. Chyet: Kurdish-English Dictionary/Ferhenga Kurdî-Inglîzî, ya sala 2003

Ferhenga kurdî-inglîzî ya Michael L. Chyet ne tenê ferhengeke etîmolojî ye lê ferhengeke giştî, wêjeyî, dîrokî û zanistî ye jî. Chyet hem şarezayekî jêhatî yê kurmancî û soranî ye û hem jî ew bi berfirehî zimanên cîranên kurdî (erebî, tirkî, farisî, ermenî, aramî) dizane. Chyet hevrehên peyvên kurmancî herwiha – li gor ku peyda kirine – di soranî, hewramî, zazakî, farisî û hin zimanên din de jî dane. Wî herwiha sûd ji şarezatiya îranînasê navdar Michael Schwartz jî wergirtiye û agahiyên wî yên derbarê etîmolojiya gelek peyvan de di ferhenga xwe de bi cih kirine.

Lê dîsa mirov nikare bibêje ku ev ferhengeke sîstematîk ya gerîna li pey etîmolojiya peyvên kurdî ye. Etîmolojiya gelek peyvan hatiye pêşkêşkirin lê hejmareke pir mezin ya peyvan bê etîmolojî jî mane.

Ruslan L.Tsabolov: Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî

Etîmologê rûsî Ruslan L. Tsabolov (yan Çabolov) li gor zanîna min bi berhema xwe Этимологический словарь курдского языка (Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî) (beşa I 2001 û beşa II 2010)27 danerê yekem ferhenga kurdî ya etîmolojî ye.

Peyvên kurdî (kurmancî û soranî) bi alfabeya latînî (lê ne bi temamî li gor rastnivîsîna kurdî- latînî ya standard – li jêrtir binêrin) hatine pêşkêşkirin, paşî li rûsî hatine wergerandin, dû re nimûne ji zargotin an edebiyata kurdî ya nivîskî hatine dan û li dawiyê jî etîmolojiya peyvan hatiye diyarkirin (li gel şiroveyên bi rûsî).

Di ferhengê de hem peyvên kurmancî û hem jî yên soranî hatine pêşkêşkirin lê zimanê lehceya serdest di ferhengê de kurmancî ye. Eger hevreha peyva kurmancî di soranî de jî hebe lê ne bi temamî wek ya kurmancî be, danerê ferhengê berê xwandevanên xwe ji peyva soranî dide peyva kurmancî û li ber peyva kurmancî etîmolojiya wan peyvan diyar dike. Eger hevreha peyva soranî di kurmancî de tine be (yan hebe lê haya Tsabolovî jê nebûbe), hingê peyv û nimûne ji debiyata soranî hatine berçavkirin.

Wek ku ji navê ferhengê jî diyar e, ew ferhengeke etîmolojî ye û berî her tiştî hewl dide reh û rîşên peyvên kurdî vekole tevî ku danerê ferhengê herwiha nimûneyan ji bikaranîna peyvê jî dide.

Tsabolov hewl daye bi awayekî zanistî û zimannasî nêzîkî meseleyê bibe. Eger li gor delîlên heyî peyva kurdî bi eslê xwe îranî yan hindûewropî be, wisa diyar kiriye; eger ji erebî yan tirkî hatibe jî, hingê wisa xuya kiriye.

Bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku Tsabolov etîmolojiya piraniya peyvan rast peyda kiriye. Şaşiyên beloq û bêguman kêm in. Lê hejmareke ne kêm ya kêmasiyên din yên ferhengê hene ku em ê li vê derê rêz bikin:

  • Kitêb ne bi ti alfabeyên kurdî yên heyî (latînî, erebî, krîlî) hatiye nivîsîn lê danerê ferhengê alfabeyeke latînî ya li gor dilê xwe bo nivîsîna peyvên kurdî bi kar aniye. Bo nimûne, ”E, A, Ş, J”
    27 Bo peydakirinê binêrin bo nimûne: http://www.ozon.ru/context/detail/id/6308301/
  • yên standard wek ”A, Ā, Š, Ž” dinivîse. Ew ne tenê kurdî wiha dinivîse (ji ber ku bi dîtina hin kesan hê ti standardeke giştgir di kurdî de peyda nebûye) lê heta peyvên tirkî jî li gor tirkiya niha nanivîse lê li gor alfabeya bi dilê xwe çêkirî dinivîse. Ew herwiha peyvên erebî tenê bi alfabeya xwe ya latînî dide û gelek caran ji xwandevan re ne zelal e ka mebesta wî kîjan peyva erebî ye. Eger peyvên kurdî, tirkî û erebî li gor alfabeyên wan yên standard hatiban pêşkêşkirin, bikaranîna ferhengê dê pir hêsantir û bikêrtir ba. Ji ber bikaranîna A li cihê E-ya standard, rêzbendiya peyvan jî di ferhengekê de xerîb e. Bo nimûne, di ferhengê de peyvên wek ”em, ev, evîn, ez” (bi nivîsîna Tsabolovî ”am, av, avîn, az” berî peyvên wek ”agir, av, ax” (bi nivîsîna wî ”âgir, âv, âx”) hatine.
  • Danerê ferhengê xwe pir bi jihevcudakirina cotdengên Ç, K, P û T ve westandiye tevî ku ev ne ferhengeke dengnasî (fonolojî) lê ferhengeke rehnasî (etîmolojî) ye. Di nivîsareke berê de me kêmasiyên wî yên di ni vî warî de rexne kirine.28
  • Ferheng bi herdu beşên xwe nêzîkî 1200 rûpelan dike. Etîmolojiya gelek peyvên bingehîn yên kurdî tê de peyda dibe. Lê li aliyekî hin peyvên bingehîn jê kêm in. Bo nimûne, peyva ”tilî, til, tibil” (bi inglîzî ”finger”, bi tirkî ”parmak”) tê de cih negirtiye. Herwiha peyvên zimanê nivîskî yê nû – bo nimûne ”nûçe, dibistan” – jê kêm in. Li aliyekî din, hejmareke ne kêm ya peyvên ”tirkmancî” tê de hatine rêzkirin ku ne zimanê nivîskî û ne jî kurdên tirkînezan wan bi kar naînin. Wisa rêjeya peyvên bi eslê xwe tirkî di ferhengê de zêdetir e ji nisbeta wan di kurmanciya yan soraniya nivîskî de.
  • Kêşeyeke din jî ya ferhengê – ku bikarberiya wê kêm dike – zimanê ferhengê ye. Hejmara kurdan û heta zimannasên kurd jî, yên ku rûsî dizanin, pir bisinor e. Eger zimanê ravekirinê yê ferhengê kurdî ba yan zimanekî cîran (erebî, tirkî, farisî) yan jî zimanekî serekî yên ewropî (bi taybetî inglîzî) ba, sûd û mifayeke zêdetir dê ji ferhengê bihata dîtin. Lê ji ber ku hem peyvên kurdî bi alfabeya latînî hatine nivîsîn (tevî ku ne bi forma xwe ya standard jî) û herwiha hevreh yan jî serekaniyên wan di zimanên lêzim yan cîran de, mirov dikare bi rûsiyeke kêm jî jê sûdmend bibe. 28 https://zimannas.wordpress.com/2015/08/14/diyarkirina-dengen-cuda-yen-c-k-p-t/

Cemal Nebez: Wişenamekî Etîmolojyay Zimanî Kurdî, ya sala 2008

Kitêba Cemal Nebezî di kurdî de yekem hewldana ferhengeke etîmolojî ya bi zimanê kurdî ye. Berî wê hin ferhengên etîmolojiya peyvên kurdî hebûne lê bi zimanên biyanî bûne.

Ev kitêba bi soranî ji 370 rûpelan pêk hatiye û tê de peyvên kurdî (hem yên soranî û hem jî hin peyvên lehceyên din) pêşî bi alfabeya kurdî-latînî hatine nivîsîn, dûv re bi alfabeya kurdî-erebî û paşî jî bi alfabeya kurdî-erebî bi zarê soranî behsa etîmolojiya wan li gor dîtin û qenata Cemal Nebezî hatine kirin.

Ji pêşgotinê û herwiha ji ravekirinên yekem yên etîmolojiya peyvan diyar e ku Cemal Nebez bi projeyekê rabûye ku armanca wê ya serekî ne zimannasî lê neteweperistî ye. Guman tê de nîne ku Cemal Nebez xwe pir bi vê projeyê ve westandiye lê mixabin ji ber rêbaza wî bijartî piraniya ked û taba wî di ber avê de çûye.

Tiştekî trajîkomîk e ku Cemal Nebez bi dehan salan li Almanyayê jiyaye û almanî wek avê dizane lê dîsa jî yan qet hay jê nîne yan jî qet guh nedayiyê ku zêdeyî sedsalan e ku li Almanyayê û bi almanî xebatên herî pêşîn yên li ser etîmolojiya peyvên kurdî hatine kirin (li beşên pêştir yên vê vekolîna me binêrin) ku heta niha jî tevî hin kêmasiyan jî yên herî baş in û her derfet û delîve li ber destê Nebezî bûn ku sûd û mifa ji van berheman wergire û rê û rêbazeke zanistî bide ber xwe lê wisa nekiriye.

Helbet di Wişenamekî Etîmolojyay Zimanî Kurdî de jî etîmolojiya gelek peyvan rast an teqrîben rast hatiye şirovekirin lê piraniya mitleq û reha ya şirovekirina etîmolojiya peyvan di vê kitêbê de şaş û bêbingeh in.

Li gel nasyonalîzma ku rê li ber Nebezî tarî kiriye, pirsgirêka din ya serekî ew e ku wî dest pê kiriye kitêbeke nêzîkî 400 rûpelî binivîse berî ku pêşî bingehên dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî, zimanên îranî yan jî zimanên hindûewropî bixwîne û fehm bike. Mixabin ev heman pirsgirêk li ba etîmolojînivîsên kurd yên li dûv wî jî, bo nimûne Emeg Raman, Keça Kurd û Ramazan Çeper ku em ê paşî behsa berhemên wan jî bikin.

Ne ti tiştekî veşartî ye ku kurdî wek zimanekî cîranê erebî, tirkî û farisî, hin peyv ji wan zimanan wergirtine. Her qisekera/ê kurdî yê ”sade” jî van tiştan dizane lê ez tê nagihim çima ”etîmolog”ên me hewl didin bi her awayî vê rastiyê red bikin.

Bo nimûne, di zimanên hindûewropî û heta ji wan di şaxê îranî anku di kurdî, farisî, pehlewî, avestayî û hwd. de ji berê ve Q tine bû. Ji bilî çend peyvên bi qasî tiliyên destan, hemû peyvên bi Q yên di zimanên îranî de piraniya wan ji erebî û herwiha hejmareke pir mezin jî ji tirkî hatine. Yan jî bi rêya erebî yan tirkî ji hin zimanên din hatine lê bi eslê xwe ne kurdî yan farisî ne.

Hemû ferhengên etîmolojî yên farisî, hemû vekolînên li ser zimanên îranî yên ku ji aliyê îranînasên rojhilatî û rojavayî ve nivîsandî vê rastiya bêguman qebûl dikin û dinivîsin. Lê ku mirov li Wişenameyê binêre, Cemal Nebez li ber her peyvê meselê têk vedide, ava zelal şêlû dike û çîrokên wisa ji xwandevanên xwe re vedihûne ku belkî dilxweşker bin lê ti têkilî bi rastiya etîmolojî û zimannasî ve nîne.

Bloga Zimannasdê li vê derê vê berhemê belav bike lê bi ti awayî ji naveroka wê ne berpirsiyar e û xwandevanên xwe agadar dike ku ev berhem bi kêrî bikaranîna wek referans nayê.

Emeg Raman: Ferhengî Raman, ya sala 2014

Ferhengî Raman, piştî Wişenamekî Êtîmolojyay Zimanî Kurdî ya Cemal Nebezî, duyem ferhenga etîmolojî ya bi zimanê kurdî ye. Peyv di ferhengê de li gor alfabeya kurdî-erebî hatine rêzkirin, li ber wan bi alfabeya kurdî-latînî hatine nivîsîn û dîsa bi alfabeya ”zanistî” jî hatine diyarkirin. Şirovekirinên ferhengê bi soranî ne lê tê de peyvên kurmancî jî hatine ravekirin.

Ferhengî Raman ji aliyê Emeg Raman ve hatiye nivîsîn ku bernavê kesekî bi navê Ebdulla Îbrahîmzade ye. Ferheng dubeşî ye û ji zêdeyî 1100 rûpelan pêk hatiye.

Berevajî Cemal Nebezî, Raman Emegî hewl daye ku sûd û feyde ji hin ferhengên heyî wergirtiye. Mixabin çavkaniyên ferhengê nehatine rêzkirin lê diyar e ku ferhengên etîmolojî yên almanî li ber destê danerê Ferhengî Raman bûne. Emeg Raman ji Rojhilatê Kurdistanê ye

û ji ferhengê baş xuya ye ku ew farisî jî baş dizane. Lê wisa aşkere ye ku mixabin wî têra xwe ne sûd ji ferhengên etîmolojî yên farisî (yên ku danerên wan faris yan jî rojavayî) yan yên zimanên kevn û navîn yên îranî (bo nimûne avestayî yan pehlewî) wernegirtiye.

Emeg Raman di pêşgotina xwe de bi dijwarî êrişî ”şovenîzma farisî” dike lê wek encam bi xwe dibe tawanbarê şovenîzma kurdî ye. Ew hin idiayên bêbingeh dide pêş, wek nimûne, ”kurdî, bi taybetî zarê bakurî [mebesta wî kurmancî ye] gelek ji farisî kevntir û resentir e”.

Helbet di vê ferhenga 1100-rûpelî de Emeg Raman bêhemdî xwe jî etîmolojiya gelek peyvan rast yan teqrîben rast daye. Lê wek Cemal Nebezî, wî jî qet nikariye xwe ji neteweperistiya teng rizgar bike û bi çavekî vekirî û zanistî li etîmolojiya peyvan binêre.

Yek ji armancên wî yên serekî redkirina eslê peyvên ji erebî ye. Ew hewl dide bi her awayî peyvên esil-erebî wek ne ji erebî diyar bike. Bo nimûne, peyva ”felek” li gor hemû ferhengên etîmolojî yên tirkî, farisî û kurdî, bi eslê xwe peyveke erebî yan ji zimanekî din yê samî ye û hevrehên wê di hemû zimanên serekî yên samî (erebî, îbrî, aramî, akadî…) de hene û etîmolojiya wê bêguman e. Lê bi dîtina Raman Emegî ”ji binî ve nikare peyveke ji erebî be” bêyî ku diyar bike ka çima ”ji binî ve nikare peyveke ji erebî be”.

Mesele ne tenê ev peyv e lê Emeg Raman reftar û miameleyeke wiha ya nezanistî û tengbîn li gel hema-hema hemû peyvên ji erebî dike. Eger mirov bibêje ku bi vî karî rabûye daku red bike ku peyvên erebî di kurdî de hene, ne dûrî rastiyê ye.

Tiştekî din peyvên bi eslê xwe ji tirkî ne. Bo nimûne, ji bilî peyvên onomatopoetîk yên gazî- û hawarkirinê wek ”of, ox, oy, oh” û herwiha ji bilî hin peyvên vê dawiyê ji zimanên ewropî hatî, hemû peyvên bi O dest pê dikin bi zelalî ji tirkî ketine farisî û kurdî, wek ”ode, ordek, ordî, orte, oxir”. Lê Emeg Raman an ji nezanî yan jî bi qest hewl dide ku bêyî bingehekî dengnasiya dîrokî ya navbera zimanên îranî (kurdî, farisî û hwd.) li aliyekî û zimanên germenî (almanî, inglîzî, swêdî û hwd.) li aliyekî din, van peyvan bi hin peyvên zimanên germenî ve girêbide.

Wek ku me got, Emeg Raman hin ferhengên etîmolojî yên almanî û belkî yên inglîzî jî bi kar anîne. Lê mixabin van ferhengan ne ku rê li ber wî ron kiriye lê bi piranî rê bi yekcarî li ser wî berze û winda kiriye. Wek çawa ku Cemal Nebezî hewl dabû di Wişenameka xwe de hin peyvên ku bi ser ve dişibin peyvên inglîzî, bike hevrehên hev (bo nimûne ”wijdan” li gel ”wisdom = aqil, hişmendî”), Emeg Raman gelek berfirehtir jî wiha dike û hem çi peyva kurdî ya ku piçekê bişibe

peyveke almanî yan inglîzî, dike hevrehên hev bêyî ku qet û qet guh bide dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî yan jî zimanên din.

Bi zelalî diyar e ku Emeg Raman bi vî karî rabûye bêyî ku hay ji dengnasiya dîrokî ya zimanê kurdî yan zimanên din yên hindûewropî hebe. Ew li ferhengan geriyaye daku bibîne ka çi peyva kurdî û almanî dişibe hev û bêyî dudilî ew wek hevreh pêşkêş kirine bêyî ku guh bide dîroka dengnasî û qeyd û bendên wê ka ev idiayên wî li gor dengnasiya dîrokî mimkin in an na.

Armanca danerê FerhengîRamanew bûye ku hema-hema her peyva di kurdî de wek peyveke bi esil kurdî yan jî peyveke ji reh û rîşên hindûewropî ye. Herwiha her kesê aqil di serî de hebe dizane ku di kurdî de (wek di farisî û tirkî de jî) hejmareke pir mezin ya peyvên erebî hene. Çawa ku peyvên bi eslê xwe yûnanî yan latînî di zimanên din yên ewropî de mişe ne, wisa peyvên ji erebî jî di zimanên Rojhilata Navîn de (di kurdî de jî) berbelav in. Lê li her derfet û delîvê Emeg Raman hewl daye ku vê rastiyê red bike.

Ev redkirin ne ku ti ziyanê digihîne zimanê erebî lê digihîne vekolînên zanistî yên li ser zimanê kurdî ji ber ku bi van idiayan ne avên Erebistanê lê kanî û robarên zimannasiya kurdî tên şêlûkirin.

Ferhengî Raman, beşa 1: emegraman.blogspot.fi/2013/12/blog-post_408.html
Ferhengî Raman, beşa 2: emegraman.blogspot.fi/2014/01/blog-post.html

“Keça Kurd”: Ferhenga Etîmolojiya Kurdî, ya sala 2014

Ferhenga etîmolojiya kurdî navê ferhengokekê ye ku ji aliyê jineke bi bernavê Keça Kurd ve hatiye nivîsîn. Kitêb nêzîkî 300 rûpelî ye û sala 2014 di nav weşanên Nûbiharê de hatiye çapkirin.

Di kitêbê de texmînen 1000 peyv hene. Nivîskar ew kêm-zêde bi keyfî anku li gor dilê xwe bijartine û şirove kirine.

Danera ferhengokê adeten pêşî behsa cinsê anku zayenda rêzimanî ya peyvê dike, paşî gelek caran maneya peyvê şirove dike, hin caran nimûneyên di hevokan de dide û taliyê jî li gor zanîna xwe dibêje ka ew peyv ji kû hatiye anku etîmolojiya wê çi ye.

Mixabin ti hewleke cidî ya zanistî û zimannasî bo peydakirina etîmolojiya peyvan nehatiye dan. Ev kitêb ne ferhengeke etîmolojîk e lê ji serî heta binê ceribandineke zir-etîmolojîk e. Ji bilî peyvên bi zelalî pêkhatî wek “guhdarîkirin” (ku ji xwe her kes dizane ka ji çi pêk hatine û ne hewceyî ferhengên etîmolojî ye, hewlên peydakirina reh û rîşên peyvan pir kêm e.

Peyvên sade pir kêm tê de heye hatine vekolîn û etîmolojiya wan nehatiye peydakirin. Bo nimûne, peyvên wek ”ez” yan ”kirin” – û bi hezaran peyvên wisa ku ji peyvên bingehîn yên kurmancî ne – di vê ceribandinê de nayên dîtin. Çend etîmolojiyên peyvên nepêkhatî yên di ferhengê de heyî jî teqrîben 100 % bi nezanistî û xelet hatine şirovekirin.

Bo nimûne, peyva ”ageh” (agah) bi gotina wê ”etîmolog”ê ji ji ”a+guh” e ku qet ne rast e. Heta gelek ji peyvên pêkhatî jî xelet hatine şirovekirin. Wek mînak, peyva ”malxwê” bi gotina wê ji “mal+xwarin” e tevî ku ne hewce ye mirov etîmolog jî be bo ku bi hêsanî fehm bike ku ew ji ”mal+xweyî” (xwedî, xwedan, xudan) anku ”xweyiyê/xwediyê/xudanê malê” ye.

Carinan jî tenê mane û bikaranîna peyvê hatiye diyarkirin bêyî ku ti hewleke zanistî yan nezanistî jî bo diyarkirina etîmolojiya wê hatibe dan.

“Dr phil.” Husên Hebeş pêşgotineke pesinder ji kitêbê re nivîsiye ku tê de hem pesnê wê kitêbê û hem jî bi taybetî medhên ferhenga etîmolojî ya Cemal Nebez ya bi soranî Wişenamey Êtîmolojyay Zimanî Kurdî jî dide. Helbet Cemal Nebez hinekî ji ”Keça Kurd” zêdetir hewl daye ferhenga xwe wek berhemeke rast ya etîmolojî bide. Lê mixabin, ji bilî diyarkirina etîmolojiya hin peyvên ji zimanên ewropî, ferhenga Nebezî jî ji serî heta binî ceribandineke ji zanistiyê dûr e.

Cemal Nebez, berevajî rastiya ron, di ferhenga xwe de idia dike ku bo nimûne peyvên wek ”silav, welat, wijdan” ne ji erebî ”selam, wilayet, wicdan” in lê ”welat” bi ”war” ve, ”silav” bi ”salute” ya latînî ve û ”wijdan” jî bi ”wisdom” ya inglîzî ve girê dide bêyî ku ti bingehekî rastiyê ji van gotinan re hebe. Ev tenê çend nimûne ne, lê ceribandina Cemal Nebezî ji serî heta binî

xwevedizîna ji rastiyan e û berhema wî bi nijadperistiyeke kurdî ya çavkorane û kerb û kîneke bêhempa ya beramber erebî û farisî dagirtiye.

Husên Hebeş di pêşgotina xwe de pê ve diçe û rexne û tehnên neheq li berfirehtirîn û zanistîtirîn ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ya çapkirî anku ferhenga R. L. Çabolov dike ji ber ku Çabolov peyvên ji erebî di ferhenga xwe de dane. Lê Çabolov ew peyv dane yên ku di kurdî hene û kurd bi kar tînin, ne yên ku li gor hin kesan “divê kurd van peyvan bi kar bînin, yan ev peyv kurdî ne û ev ne kurdî ne.”

Paradoksa ”Ferhenga Etîmolojiya Kurdî” ya Keça Kurd ew e ku bi nav ew ferhengeke etîmolojîk e lê hêjayiyên wê di rastiyê de hin tiştên din in: Ew ji alî jineke navsere ya kurd ve hatiye nivîsîn, wê maneya peyvan bi awayekî balkêş û rewan şirove kiriye, cins û zayenda peyvan diyar kiriye, gelek caran nimûne ji helbestên klasîk yan ji folklorê jê re anîne û heta gelek wêne jî pê ve kirine.

Hêjahiyeke din ya vê ferhengê beramberî pêşnimûneya wê anku ferhenga Nebezî ew e ku ev ferheng ne bi kerb û kîna dijî zimanên cîran hatiye nivîsîn. Herçi Nebez e, hewl daye ku peyvên bi zelalî ji erebî û farisî jî, wek peyvên bi eslê kurdî şirove bike û heta idia dike ku ereb hatine û ew birine nav zimanê xwe. Berevajî hin zir-etîmologên din yên wek Cemal Nebez, Ramazan Çeper û Emeg Raman, Keça Kurd heta hin peyvan wek bi eslê xwe ji erebî yan tirkî qebûl dike jî. Bo nimûne, qebûl dike ku “alif” ji erebî û “quzilqurt” dikare ji tirkî be. Lê mixabin li beramberî “alif”a ji erebî, idia dike ku peyva kurdî “êm” e û hay jê nîne ku “êm” ji tirkî “yem” e (ji “yemek” anku “xwarin”).

Mirov dikare peyvên ferhengê û şiroveyên wê bi balkêşî bixwîne. Lê mixabin mirov nikare vê ceribandinê bi ti awayî wek hewldaneke cidî ya ronkirina etîmolojiya peyvên kurdî bihesibîne.

Ramazan Çeper: Ferhenga Etîmolojiyê, ya sala 2014

“Ferhenga Etîmolojiyê”29 ya Ramazan Çeper jî teqrîben hevdem li gel “Ferhenga Etîmolojiya Kurdî” ya “Keça Kurd” derketiye. Wisa xuya ye ku ti haya danerên van ferhengan ji hev tine bûye. Di vê ferhengê de nêzîkî 4 000 peyv hene. Li ber hin ji van peyvan tenê maneya wan hatiye danîn û ti hewleke peydakirina reh û rîşên etîmolojî yên peyvê tine ne. Lê di piraniya wan de, Ramazan Çeper li gor texmîna xwe etîmolojiya wan diyar kiriye.

Mixabin ev ferheng ji destpêkê heta dawiyê ji ferhengeke etîmolojî zêdetir ferhengeke texmînî ya dîtinên şexsî yên danerê wê ne. Ji lîsteya çavkaniyên ferhengê li dawiyê wê, diyar e ku nivîskar çend ferhengên duzimanî yên wek farisî-tirkî, erebî-tirkî, ermenî-tirkî û hwd. bi kar anîne. Lê eşkere ye ku ti haya wî berhemên etîmolojiya peyvên kurdî yên berî wî tine bûye yan jî wî guh nedaye wan û pûte bi wan nekiriye. Tek istisna di vî warî de belkî kitêboka “Lêkolînekî Qiçik li ser Zimên” ya Beyhanî Şahîn e ku Ramazan Çeper wek çavkanî daye. Ev berhem etîmolojiya çend peyvên kurdî yên ji rehên proto-hindûewropî li gor şert û mercên zimannasî şirove dike. Ramazan Çeper etîmolojiya çend peyvan ji van kêm-zêde rast neqil kiriye ferhenga xwe jî.

Di ferhenga Çeper de etîmolojiya hin peyvan rast hatibe şirovekirin jî, etîmolojiya piraniya reha û mitleq ya peyvan tenê û tenê dîtinên şexsî yên Ramazan Çeperî ne û ti têkilî bi dîrok û zanista van peyvan ve nîne. Helbet di her berhemê de kêmasî hene û dê her hebin jî. Lê hejmara xeletî û şaşiyên vê ferhengê ewqas in ku etîmolojiyên hin peyvên rast şirovekirî jî bi giranî di bin wan ve dimînin:

  1. Etîmolojiya piraniya peyvên herî bingehîn jî yên kurdî di vê ferhengê de nehatine dan. Bo nimûne, di ferhengê de etîmolojiya peyvên wek “bûn, kirin, erê, belê, tu, bi, di, ji, li” peyda nabin. Li aliyekî din, di ferhengê de navê welatên wek Gambiya û Gana hatine pêşkêşkirin. 29 Bo peydakirinê
    bo nimûne: http://www.pirtukakurdi.com/index.php?route=product/product&manufacturer_id=780&product_id=1256
  2. Piraniya peyvên ku etîmolojiya wan di rehnasiya kurdî, îranî û hindûewropî de bêguman jî, şaş hatine şirovekirin. Bo nimûne, peyvên bingehîn yên wek “pê, dest, bihar” – ku di vekolînên etîmolojî de ji zêdeyî sedsalekê ye ku etîmolojiya wan ron û eşkere ye – di vê ferhengê de li gor texmînên şexsî yên danerê ferhengê hatine ravekirin.
  3. Di gelek peyvan de danerê ferhengê li gor etîmolojiyên gelêrî yên heyî çûye bêyî ku rastiya wan vekole. Bo nimûne, peyva “axa” (serokeşîr) wek “ê+axê, yê xwedî axê” şirove dike tevî ku hemû ferhengên etîmolojî yên ewropî, farisî û tirkî dizanin ku ew peyveke mongolî ye. Çeper jî wek gelek kesan idia dike ku peyva “dijmin” ji “dijî min” e tevî ku di rastiyê de forma kevnar ya vê peyvê “dujmin, duşmin” bû û hevrehên wê di zimanên din jî yên îranî de hene û eslê peyvê ji proto-hindûewropî “*dus-men-“ (xirab-fikir) anku “niyetxirab” e. Ramazan Çeper heta etîmolojiya ron û aşkere ya peyva navneteweyî “jînekolojî” (tiba êşên jinan) jî qebûl nake û idia dike ku ew “ne ji latînî ye” ji ber ku li gor gotina wî “jin” bi latînî “femîna” ye (di rastiyê de “femina”). Çeper idia dike ku “jînekolojî” ji peyva kurdî “jîn” tê. Lê ji xwe ti kesî idia jî nekiriye ku “jînekolojî” ji latînî ye lê bi zelalî tê zanîn ku ew ji yûnanî ye, ji “gynê” (jin) û “logos” (- nasî, zanist, -lojî).
  4. Heta gava ku hin peyvan wek bi eslê xwe biyanî qebûl dike jî, eslê wan yê biyanî şaş dide. Bo nimûne, idia dike ku peyva “îş” (kar, ked, şol, şuxl) ji erebî ye lê di rastiyê de eslê wê ji tirkî ye. Herwiha dibêje peyva “hesûd” ji farisî ketiye kurdî lê di rastiyê de ew ji erebî hatiye. Ev tenê çend nimûne ne lê hejmara van şaşiyan digihe bi sedan.
  5. Danerê ferhengê nikariye ji hev ferq bike ka kengî peyvên wek hev di çend zimanan de hevreh in anku ji eynî rehî wek mîras ji van hemû zimanan re mane û kengî jî sebebê peydabûna heman peyvê di çend zimanan de wergirtina ji hev e. Bo nimûne, Çeper idia dike ku peyva “kartol” (petat) di zimanên “aryenî” de wek hev e û neyekser be jî wisa dide xuyakirin ku ev peyveke di kurdî de eslî û kevnar e. Lê di rastiyê de papat/kartol riwekeke ji Amerîkayê ye û tenê ev çend sedsal in ku pêşî hatiye Ewropayê û dû re jî gihiştiye Rojhilata Navîn. Peyva “kartol, kartofel” bi rêya ermenî ji rûsî ji almanî ji îtalî hatiye. Ji ber ku “patat” wek “patates” di tirkî de jî heye, hin kes texmîn dikin ku “kartol” bi kurdiya “resen” e.

Ji bêhejmar şirovekirinên şaş yan bi temamî xeyalî kambaxtir jî, pirsgirêka vê ferhengê û danerê wê ew e ku têkiliyên zimanan û malbatên wan, dîroka zimanê kurdî (ya rast û zanistî, ne ya li gor texmîn û tercîha şexsî) fehm nekiriye. Wisa dixuye ku bi piranî ji dengnasî û dîroka dengnasî ya kurdî bêhay e. Ji peyvên erebî û farisî, yên ku Ramazan Çeper di ferhenga xwe de dide, diyar e ku haya wî ji van herdu zimanan jî nîne yan yekcar bisinor e û ev peyv tenê ji hin ferhengên nezanistî yên tirkî hatine neqilkirin.

Mirov dikare hinekî li van kêmasiyan bibore ji ber ku danerê ferhengê li zindaneke Tirkiyê girtî ye û ev xebata xwe ji zindanê encam daye. Lê mirov nikare hemû kêmasiyan bide xatirê girtîbûna wî ji ber ku wî ev xebat ne bi temamî di bêîmkaniyê de kiriye: ji çavkaniyên wî dayî diyar e ku hejmareke berfireh ya ferhengan li ber destê wî bûne, bo nimûne ferhengên sûmerî, hurî-urartûyî. Pirsgirêk ew e ku berî destpêkirina vê xebata xwe, wî bingeh û metodên etîmolojiyê baş nexwandine loma mixabin tevî xebateke giran jî encama wê tenê wek ferhengeke xeyalî ya nezanistî maye.

©2020 zimannas.com