Destpêk

Mebest ji rengdêrkirinê (adjectivization) çêkirina rengdêran (sifet, adjective) ji birrên din yên peyvan e. Di kurdî de rengdêr dikarin bi alîkariya gireyan ji navdêran (ism, substantîv, noun), lêkeran (fiil, verb), hejmarnavan (numeral), hokeran (zerf, adverb) û cînavan (zemîr, pronoun) bên dariştin. Bo nimûne:

  • rengdêr ji navdêran: av => avî, xwê => bêxwê
  • rengdêr ji lêkeran: kuşt => kuştî, zan-în => nezan
  • rengdêr ji hejmarnavan: yek => yekem
  • rengdêr ji hokeran: paş => paşîn, => îro => îroyî
  • rengdêr ji cînavan: xwe => xweyî, ez => ezî
  • rengdêr ji rengdêran: rast => rastîn, kevn => kevnar

RENGDÊRKIRINA NAVDÊRAN

Navdêr dikarin hem bi alîkariya pêşpirtikan û hem jî paşpirtikan bibin. Berbelavtirîn pêşpirtikên kurdî yên rengdêrsaz (rengdêran çêdikin) bê- û bi- ne. Mişetirîn paşpirtika rengdêrsaz --î ye lê herwiha --dar û --în jî berbelav in. Ji bilî wan, çendîn paşpirtikên din jî dikarin navdêran bikin rengdêr.

BI PÊŞPIRTIKAN

BÊ-

  • Wate: ya/yê ku tiştek nîne, tiştek tine ye, ji tiştekî mehrûm e
  • Hevreh: soranî, kurdiya başûrî û zazakî bê-, farisî bî-
  • Hevber: inglîzî -less, tirkî --siz1, erebî bila-2
  • Nimûne: bêav, bêheval, bêhêvî, bêkes, bêmal, bêxêr

BI-

  • Wate: ya/yê ku tiştek heye, xwedî tiştekî ye, tiştek pê re ye, tiştek li gel e
  • Hevreh: zazakî bi-, soranî be-, kurdiya başûrî we-, farisî ba-
  • Hevber: inglîzî --ful, tirkî --li, erebî żû-, -î
  • Nimûne: bihêvî, bimal, bikar, bixêr, bişeref

NE-

  • Maneya "neyînî, menfî, negatîv" dide peyvê
  • Hevreh: soranî, kurdiya başûrî, farisî na-, ne-
  • Hevber: inglîzî un-, in-, tirkî olmayan, erebî la
  • Nimûne: nemêr, nemirov, nemerd, neyar3

PÊŞPIRTIKÊN DIN

Ji bilî bê- û bi- jî çendîn pêşpirtikên kêmtir berbelav hene ku mirov dikare navdêran pê bike rengdêr:

  • berguman, berdest
  • hev: hevbend, hevpar, hevxem
  • dij: dijber, dijwar
  • bin: binerd
  • ser: sererd

Lê peyvên wiha di zimannasiyê de adeten ne wek pêşpirtik lê wek peyvên serbixwe tên hesibandin û peyvên wiha çêkirî jî ne wek peyvên dariştî (bi pêşpirtikan yan paşpirtikan çêkirî) lê wek peyvên pêkhatî (bi hevgirtina du yan zêdetir peyvan peyda bûyî) tên hejmartin. Bo nimûne, peyva hevpar ne wek pêşpirtik + navdêr lê wek cînav + navdêr tê analîzekirin.

Di farisî de carinan na- dikeve berî navdêran û wisa rengdêran çêdike. Ev diyarde ji tesîra farisî carinan di soranî de jî tê dîtin. Lê ji bilî çend nimûneyên farismancî yên wek naumêd (bêhêvî, bêumêd), di kurmancî de bi pêşpirtikên na-, ne- mirov nikare navdêran bike rengdêr.

Hev- - pêşpirtik yan ne?

Di kurmanciya navendî û ya nivîskî de cînavê hev (each other, birbirini, yekdîger, be'dha be'den) wek peyveke serbixwe heye4. Loma mirov dikare bibêje ku gotinên wek hevkar, hevling, hevbîr ne bi pêşpirtika hev- lê ji du peyvên serbixwe pêk hatiye. Lê hev wek peyveke serbixwe di kurmanciya rojhilatî de ne li kar e. Li cihê wê û varyantên wê hevdu, hevdin, hevûdu, hevûdin di kurmanciya rojhilatî peyvên wek yekûdu,êkûdu, yekdu, êkdu hene. Lê hev- dîsa jî wek pêşpirtik di kurmanciya rojhilatî de jî heye: heval, hevling, hevrê, hevrik. Di soranî de jî hevreha hev ya kurmancî haw- e lê wek peyveke serbixwe peyda nabe. Di farisî de hevreha hev ya kurmancî hem e ku wek hem, him di kurdî de jî cih digire. Hem di farisî de wek peyveke serbixwe jî li kar e lê ji hevreha xwe ya kurmancî zêdetir maneya jî, herwiha dide.

Ji ber sebebên diyarkirî statuya paşpirtikiya hev- û varyantên wê hem-, him- di kurdî de ne bi temamî zelal e. Di kurmanciya rojhilatî de hev- û di soranî de haw- bê şik paşpirtik in ji ber ku ew wek peyvên serbixwe di wan lehceyan de peyda nabin. Lê di kurmanciya navendî de û di farisî de rola hev-, hem-, him- wek ya paşpirtikan e lê di rastiyê de ew peyvên serbixwe ne.

BI PAŞPIRTIKAN

Navdêr dikarin bi çendîn paşpirtikan bibin rengdêr. Mişetirîn paşpirtika rengdêrsaz 5 ye:

  • Wate: ji tiştekî, xelkê deverekê, têkilî, tiştekî, tiştek di nav de heyî, ji tiştekî çêkirî
  • Hevreh: soranî û farisî --î, kurdiya başûrî --ig û --î, zazakî --î û --ij, pehlewî --eg, avestayî û hexamenişî ye-eke-
  • av => avî
  • evîn => evînî
  • zivistan => zivistanî
  • şev => şevî
  • pirteqal => pirteqalî

Ev paşpirtik di erebî de jî heye û erk û wezîfeya wê jî çêkirina rengdêran ji navdêran e. Paşpirtika erebî û ya îranî têkilî hev bûne û di kurdî de êdî ne herdem diyar e ka ew ji îranî yan jî ji erebî ye. Di peyvên ji erebî wergirtî yan bi rêya erebî wergirtî de, peyva xwerû hatiye kurtkirin

  • Fransa => fransî
  • Îtalya => îtalî (herwiha îtalyayî)
  • Almanya => almanî (herwiha almanyayî -- lê ev nadir e)
  • Kanada / => kanadî / kenedî (herwiha kanadayî / kenedayî)

Di peyvên ji erebî wergirtî de --et yan --iyet / -iyat tê avêtin gava ku --î lê tê zêdekirin:

  • siyaset => siyas-et => siyasî
  • hikûmet => hikûm-et => hikûmî
  • cimhûriyet => cimhûr-iyet => cimhûrî
  • edebiyat => edeb-iyat => edebî

Di herdu nimûne dawiyê de di rastiyê de formên navdêr (cimhûriyet, edebiyat) ji formên rengdêr (cimhûrî, edebî) hatine çêkirin û formên rengdêr ji formên din yên navdêr (cimhûr, edeb) hatine çêkirin.

-YÎ

Eger navdêr bi vokalekê (a, e, ê, o, u, û) bi dawî bê, hingê Y dikeve navbera wê û paşpirtika Î

  • çiya => çiya-y-î
  • qehwe => qehwe-y-î => qehweyî
  • Zaxo => zaxo-y-î => zaxoyî (têkilî Zaxoyê, girêdayî Zaxoyê)
  • mû => mûyî

Eger ji xwe peyv bi Î bi dawî bê, hingê Î-yeke din lê zêde nabe:

  • du+alî => dualî (ne *dualiyî / *dualîyî)

-DAR

  • Wate: ya/yê ku tiştek heye, xwedî tiştekî ye, tiştek pê re ye, tiştek li gel e
  • Hevreh: soranî -dar, kurdiya başûrî -dar, farisî --dar, pehlewî --dar, hexamenişî dare-
  • Hevber: inglîzî --ful, tirkî --li, erebî żû-, -î
  • Nimûne: dikandar, deyndar, birîndar, hêvîdar

Ev paşpirtik bi eslê xwe ji rehê dema niha --dar- (heye) ya lêkera farisî maneya daşten (hebûn, xwedî bûn) ketiye kurdî û maneya wê ya bingehîn "ya/yê ku tiştek heye, xwedî tiştekî ye, tiştek pê re ye, tiştek li gel e" dide.

Ew bi eslê xwe hevwateya pêşpirtika "bi-" ye lê di hin peyvan de ji maneya bingehîn dûr ketiye:

  • guhdar (itaetker, kesa/ê ku guh dide gotinên xelkê, kesa/ê ku bi gotina xelkê dike -- ne "kesa/ê ku guh hene")
  • xwîndar ("kesa/ê ku dixwaze tola kuştina mirovekî xwe hilîne" -- ne "kesa/ê ku xwîn heye")

Wek ku nimûneyên li jor yên wek dikandar, deyndar, birîndar diyar dikin, ev paşpirtik ji mêj ve di kurdî de heye. Lê ew vê dawiyê di nûpeyvan (neolojîzman) de jî pir tê bikaranîn:

  • dengdar
  • rayedar
  • fermandar
  • mijdar

Di peyva "kirdar" (pratîk, kirin) de "-dar" ne ji vê "-dar"ê ye lê di rastiyê de ji soranî "kird-ar" e anku "kir-ar" lê di kurmancî de beramberî wê "kiryar" (emel, kirin, kar, herwiha "tawan, xirabî, guneh") ji zû ve li kar e.

-ANE

Ev niha yek ji çalaktirîn paşpirtikên dariştinê yên kurdiya nivîskî ye. Lê ew vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî hatiye wergirtin û ji kurmancî derbazî zazakî jî bûye. Di hemû lehceyên kurdî de ew bi forma --ane ye, di farisiya klasîk de jî --ane bû lê êdî bi farisiya tehranî bûye --anê wek ku E di peyvên din jî li dawiya peyvan di wî zimanî de bûye Ê. Bi pehlewî --aneg bû lê G ji vê paşpirtikê wek ji paşpirtikên din jî di zimanên nû yên îranî ketiye.

Ev paşpirtik xaseten hokerên demî (temporal adverbs) ji navdêrên demî çêdike lê ew bi hoker bi guhastinê (conversion) wek rengdêr jî tên bikaranîn:

  • roj => rojane (her roj, her roj carekê) => rojnameya rojane
  • meh => mehane (her mehê, her mehê carekê) => destheqê mehane
  • sal => salane (her sal, her salê carekê) => teftîşa salane

-YAR, -IYAR

Paşpirtika --yar bi eslê xwe varyanteke paşpirtika --dar e û maneya "ya/yê ku tiştek heye, ya/yê ku xwedî tiştekî ye" dide:

  • hişyar (bihiş, hişmend, aqildar, aqilmend, biaqil, kesa/ê ku aqil heye
  • bextiyar (kesa/ê ku bext û şansê baş heye)

Paşpirtika --yar herwiha li gel çend lêkeran jî li kar e û pê navdêran çêdike (li jêrtir binêrin).

-ÎN

Hevreha wê di soranî de jî --în e, di farisî --gîn, bi pehlewî --gên. Di soranî û zazakî de ew herwiha bi forma --in (ne --în) jî heye. Ew çendîn navdêran dike rengdêr, xaseten madenan:

  • zêr(r) => zêr(r)în
  • zîv => zîvîn

Gelek carinan forma bi --în tenê varyanteke forma bi --î ye:

  • bingehîn -- bingehî
  • agirîn -- agirî

Carinan forma bi --în tek alternatîv e:

  • şermîn
  • rengîn
  • zengîn

Lê hin caran maneya forma bi --în ji ya bi --î cuda ye:

  • şîrîn: têrşekir, ne tehl
  • şîrî: ji şîr(î) çêbûyî / hatî çêkirin

-GÎN

Ev paşpirtik ji farisî hatiye wergirtin û di farisî de hevreha --în ya kurdî ye (li jortir binêrin). Ev paşpirtik di çend peyvan de heye:

  • xemgîn
  • lezgîn
  • mizgîn

Ji bilî van peyvan, wisa diyar e ku di kurdî de peyvên din yên bi paşpirtika --gîn peyda nabin. Peyvên wek rengîn, zengîn, bengîn ne bi paşpirtika --gîn in lê ji reng-în, zeng-în, beng-în in.

-WÎ, -EWÎ, -AWÎ

Ev paşpirtik bi forma xwe ya -- ji erebî hatiye wergirtin lê êdî li hin peyvên kurdî jî tê barkirin. Di kurdî de ew li gel çend peyvan rengdêran ji navdêran saz dike û bi yek ji van her sê formên xwe berpê dibe. Bi piranî maneyeke negatîv û neyînî dide û maneya wê ji ya "-yî" tengtir û taybettir e anku ew ne hemû maneya xwe ya peyva bingehîn dide:

  • ba (romatîzmî) -- bidin ber "ba" (her tiştê têkilî "ba")
  • kîmya6
  • 7
  • jehrewî
  • xwînawî8

Lê eger vokala dawiyê Ê, herfa kelijandinê dikare --W be:

  • rê => rêwî

Eger herfa dawiyê Î be û --WÎ bikeve pey wê, Î dikare bibe E:

  • Elî => elewî

Herwiha --A ya dawiyê jî dikare bibe E yan jî wek xwe bimîne:

  • Îsa => îsawî / îsewî (file, xiristiyan, mesîhî)
  • Mûsa => mûsawî / mûsewî (cihû, yehûdî)

-OK, -OKE

Paşpirtika --ok berbelav e lê kêm rengdêr pê ji navdêran tên çêirin, ew jî zêdetir bi forma --oke ne:

  • şerok, şeroke

-EKE, -EKÎ

Ev paşpirtik nadir e, pê tenê ev peyva berbelav tê çêkirin:

  • sereke, serekî (bi inglîzî main)

-NAK

Vê dawiyê bi rêya soranî yan jî yekser ji farisî hatiye wergirtin, di wan de jî bi heman forma --nak e. Çend rengdêrên negatîv/neyînî jê tên çêkirin:

  • xeternak
  • tirsnak
  • xemnak

-BAR

"Bar" wek peyveke serbixwe û watedar heye. Lê hin hene ku --bar li dawiya wan e û mirov bi temamî nikare bibêje ka ew bi rastî ji "bar" ya bi maneya "tiştên hilgirtinê/rakirin"ê ye yan jî paşpirtikeke serbixwe ye. Ev --bar di kurdiya nivîskî ya nû de pir li gel lêkeran (rehê niha) li kar e (li beşa "Rengdêrkirina lêkeran" binêrin). Di rengdêrkirina navdêran de ew nadir e:

  • xembar (xemgîn)

Ihtimalen ev ji peyva "bar" ya bi wateya "tiştên hilgirtinê/rakirin"ê hatiye çêkirin bi armanca "kesa/ê ku barê xeman hildigire, kesa/ê ku xem li ser wê/wî bar in" yan wek baran giran in.

RENGDÊRKIRINA LÊKERAN

Di kurdî de rengdêr dikarin li ser her sê rehên demên niha û bên (R1), demên borî (R2) û forma ferhengî yên lêkeran (fiil, verb) bên çêkirin. Di çêkirina rengdêran ji lêkeran hem pêşpirtik û hem jî paşpirtik dikarin bên bikaranîn.

1.2.1. RENGDÊR JI R2

Di kurdî de rengdêrên ji lêkeran xaseten li ser rehê demên borî tên çêkirin. Di çêkirina rengdêran ji rehê demên borî de bi gelemperî paşpirtika --î li kar e (hevreha zazakî "-e", farisî "-e / -ê", pehlewî "-eg", avestayî û hexamenişî "e-ke"). Di çend nimûneyan de "-e" ya bi eslê xwe ji farisî li kar e. Hem lêkerên gerguhêz (transitîv) û hem jî yên gerneguhêz (intransitîv) wiha dibin rengdêr.

  • girt+î => girtî (gerguhêz)
  • keland+î => kelandî (gerguhêz)
  • hat+î => hatî (gerneguhêz)

Eger rehê dema borî bi vokalekê bi dawî were, hingê paşpirtik -- ye:

  • bû => bû
  • ma => ma
  • çû => çû
  • jiya => jiya

Eger rehê demên borî yê lêkerê bi --î bi dawî bibe, hingê rengdêr li ser bingehê forma dirêjtir ya rehê demên borî ("-iya" li cihê "-î") tê avakirin

  • vegerr-î / veger-iya => veger-iya-yî (ne vegeriyî)
  • ken-î / ken-iya => keniyayî (ne keniyî)

Adeten rengdêr ji lêkera "anîn" bi rehê wê yê demên borî "anî" nayê çêkirin. Lê rengdêr dikare ji forma wê ya kurmanciya rojhilatî "îna" (rehê demên borî "-îna-") yan jî ji forma wê ya soranî "hênan" (-hêna-) bê avakirin:

  • înayî
  • hênayî

Herwiha lêkerên pêkhatî jî bi heman awayî dibin rengdêr:

  • amade bû => amadebûyî
  • hez kir => hezkirî
  • dest pê kir => destpêkirî

Hêjayî bibîranînê ye ku hemû beşên rengdêrên wiha çêkirî bi hev ve tên nivîsîn

  • hezkirî (ne hez kirî)
  • destpêkirî (ne dest pê kirî)

Wek prensîp, hemû lêkerên kurdî dikarin wiha bibin rengdêr.

PAŞPIRTIKA --E

Di çend peyvan de li cihê "-î", paşpirtika "-e" heye:

  • bijare, bijarte, bijarde
  • xwende, xwande

Ev paşpirtik bi eslê xwe ji farisî ye û hevreha "-î" ya kurmancî ye. Di farisiya klasîk de ew bi forma "-e" lê di farisiya niha ya tehranî de bûye "-ê". Lê van çend peyvên wiha di kurdî de hin maneyên taybet û tengtir ji maneya hevrehên xwe yên kurdî yên bi wateyên giştî wergirtiye û çêtir e ku ev peyv wek xwe bên bikaranîn û neyên "kurdîkirin".

NEYÎNÎKIRINA RENGDÊRÊN JI R2

Rengdêrên ji rehê demên borî yên lêkeran çêkirî bi pêşpirtika "ne-" dikarin bên neyînîkirin anku negatîvkirin:

  • çûyî => neçûyî
  • gotî => negotî

Eger lêker pêkhatî be, "ne-" di zimanê nivîskî de yekser dikeve gel beşa lêkera bingehîn:

  • hezkirî => heznekirî
  • jikarketî => jikarneketî

Hin caran di axiftinê de û kêm caran di nivîsînê de jî "ne-" dikeve destpêka hemû peyva pêkhatî:

  • nehezkirî
  • nejikarketî

MANEYA RENGDÊRÊN JI R2

Rengdêrên ji R2 (rehê demên borî) yên lêkerên gerneguhêz (intransitîv) aktîv e û diyar dike ku kesekî bi xwe tiştek kiriye yan tiştek bûye:

  • çûyî (bi xwe çû)
  • mayî (bi xwe ma)

Ev rengdêr diyar dikin ku di demên borî de tiştek bûye lê encama wê dikare bigihe dema niha jî:

  • mayî (berî niha biryara manê da lê niha jî hê li vir e)
  • amadebûyî (hat lê belkî niha jî hê li vir e)

Rengdêrên li ser R2 yên lêkerên gerguhêz avakirî tebatî anku pasîv in. Ne wan bi xwe tiştek kiriye lê tiştek li wan hatiye kirin. Ew dikarin behsa demên borî bikin lê dikarin behsa niha jî bikin:

  • kuştî (hatiye kuştin -- kiryar di demên borî de bûye û êdî nayê kirin)
  • hezkirî (hatiye hezkirin yan jî tê hezkirin -- kiryar di demên borî de bûye lê dikare di dema niha de jî be yan jî di herdu deman de)

1.2.2. RENGDÊR JI R1

Di kurdî de rengdêr dikarin herwiha ji R1 (rehê demên niha û bên) yên lêkeran jî bên çêkirin. Berevajî çêkirina rengdêran ji rehê demên borî yên lêkeran (R2), li gel R1 çendîn paşpirtikên ji hev cuda li kar in:

PÊŞPIRTIKA BI-

Ev pêşpirtik di çêkirina rengdêr an navdêran ji rehê demên niha û bên yên lêkeran de kêmdîtî ye û tenê çend peyvan ava dike:

  • bi+wêr-în => biwêr (wêrek, bisteh, bicuret, bicesaret)

Ew herwiha hin navdêran ji R1 ava dike, wek: bikuj (kujer, qatil, mirovkuj) û bikirr (kirryar, xerîdar, mişterî) -- bo van li beşa navdêrsaziyê binêrin.

PÊŞPIRTIKA NE-

Ev pêşpirtik rengdêrên neyînî çêdike lê di pratîkê de di avakirina rengdêran ji R1 de pirr nadir e:

  • nemir

  • nezan

Di soranî û farisî de di vî haletî de zêdetir paşpirtika na- li kar e, ne wek kurmancî ne-:

  • farisî: nadan (nezan)

PAŞPIRTIKA -A / -E

Paşpirtika "-a" nadir e anku tenê çend peyv li ser R1 jê tên çêkirin:

  • zan-a (kesa/ê ku pirr dizane)
  • bez-a (kesa/ê ku bo bezînê zîrek e)
  • rew-a (biheq, legîtîm, mafdar)
  • reh-a (rizgar, azad, filitî, serbest)
  • dar-a (kesa/ê ku tiştek heye, zengîn e, maldar û hwd.)
  • tiwan-a, kar-a (bişiyan, bitaeqet, kesa/ê ku dikare / dişê tiştan bike, jêhatî)

Ji van peyvan tenê "zana" di kurmancî de berbelav e. "Beza" kêm li kar e, "dara, rewa, reha, tiwana" bi rêya soranî ji farisî hatine wergirtin û û di farisî de ew ji "dar-, rew-, reh-, tiwan-" hatine çêkirin ku rehê van lêkeran in: "daşten" (hebûn, xwedî bûn), "reften" (çûn, meşîn), "risten" (filitîn, revîn, xwe xilas kirin), "tiwanisten" (karîn, şiyan, taqet hebûn). Peyva "kara" ya nadir jî wergera yekser ji "tiwana" ya farisî / soranî ye.

Peyva "zana" di hin devokan de sivik bûye û bûye "zane". Heman pêşpirtika "-a" peyva "xwenda / xwende" ji rehê demên borî yê lêkera "xwendin / xwandin" çêdike.

PAŞPIRTIKA -*EK*

Paşpirtika --ek çend rengdêran ji R1 yê lêkerên gerguhêz (transitîv) ava dike:

  • -wêr- (wêrîn, wêriyan) => wêr-ek
  • -kuj- (kuştin) => kuj-ek

Lê hevkariya R1 û paşpirtika --ek nadir e û tenê di hejmareke pirr kêm ya peyvan de tê dîtin.

PAŞPIRTIKA -OK

Paşpirtika --ok li gel rehê demên niha û bên yê lêkerên gerneguhêz (intransitîv) dikare rengdêran çêke. Ev diyarde bi piranî çalak û berhemdar e anku peydabûna qalibê R1 (gerneguhêz) + -ok têra xwe berbelav e û peyvên nû jî dikarin li ser wî bingehî bên sazkirin:

  • -gerr- (gerrîn) => gerrok
  • -rev- (revîn) => revok
  • -hej- (hejîn) => hejok
  • -hejhej- (hejhejîn) => hejhejok
  • -recif- (reficîn) => recifok
  • -leriz- (lerizîn) => lerizok
  • -biriq- (biriqîn) => biriqok
  • -tirs- (tirsîn) => tirsok

PAŞPIRTIKA -ONEK

Paşpirtika --onek varyanteke paşpirtika --ok e û li gel du-sê R1 yên lêkerên gerneguhêz rengdêran çêdike:

  • -tirs- (tirsîn) => tirsonek
  • -bizd- (bizdîn) => bizdonek

Wek ku ji nimûneyên me (tirsonek, bizdonek) jî dixuye, ev paşpirtik bi awayekî negatîv û heqaretî tê bikaranîn. Bikaranîna --onek di kurdî de gelekî bisinor e û wisa diyar e ku tenê ev peyv bi vî awayî ne.

PAŞPIRTIKA --INDE, -ENDE

Ev paşpirtik di farisî de bi forma --ende / -endê bi berfirehî li kar e, di pehlewî de jî wek --endeg hebû. Bi heman awayî di zimanên ewropî de jî paşpirtika --ent, -ant roleke wek vê paşpirtikê heye, bo nimûne inglîzî student (xwandekar, ya/yê ku dixwîne) û assistant (alîkar, ya/yê ku alîkariyê dike/dide). Ev paşpirtik bi dengê xwe yê fransî wek --an ketiye kurdî jî: asîstan, faşîzan.

Di kurdî de ev paşpirtik di çend peyvan de peyda dibe û bi zelalî vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî. Ew dikare rehê demên niha û bên yên hem lêkerên gerguhêz û hem jî yên gerneguhêz bigire:

  • firrinde (ya/yê ku difirre => teyr)
  • bexşinde (ya/yê ku dibexşe, efûker, dilovan, dilnerm, birehm)
  • dirrinde (ya/yê ku didirrîne, hov, wehşî)
  • mayinde (ya/yê ku dimîne, ya/yê ku naguhere yan naqede)9

PAŞPIRTIKA -BAR

Paşpirtika --bar li gel rehê demên niha û bên (R1) yên lêkerên gerneguhêz dikare rengdêran çêke. Paşpirtika --bar li gel navdêran û hin tiştên din jî li kar e û di wan e maneya "bar, li bin barê" dide, bo nimûne xembar, gumabar. Lê bi R1 yê lêkerên gerguhêz ve ew di kurdî de nû ye û bi piranî tenê aidî zimanê nivîskî ye. Texmînen Celadet Bedirxan ew ji almanî neqil kiriye kurdî. Di almanî de jî ew dikeve pey rehê lêkeran û maneya "ya/yê ku dikare bibe tiştek" yan "ya/yê ku dikare tiştek lê bê kirin" dide. Di inglîzî de hevbera wê --able yan --ing e.

Tevî ku ev qalibê R1 + -bar di kurdî de nû ye jî lê di zimanê nivîskî de hatiye çalakkirin û bi rêjeyî pir tê bikaranîn:

  • guherbar (ya/yê ku diguhere yan dikare biguhere): rewşa guherbar
  • mirbar (ya/yê ku dimire yan dê bimire, ne nemir, be ebedî): mirov mirbar in
  • şkêbar (ya/yê ku bi hêsanî dişkê, dikare bişkê): amanên şkêbar
  • xwer-bar10 (tiştên ku tên xwarinê yan dikarin bên xwarinê, tiştên bo xwarinê bikêrhatî): nebatên xwerbar

Peyvên dîtbar (bi inglîzî visual) û bihîstbar (audial, audio-) li ser rehê demên borî (R2) hatine avakirin. Formên wan yên li ser R1 çêkirî jî hene:

  • bînbar
  • bihîzbar

"PAŞPIRTIKA" -BER

"Paşpirtika" --ber wek di peyvên wek dilber, peyamber/pêxember, nameber de yan jî di peyvên wek nûber, pîrber, mezinber yên nûçêkirî de di rastiyê de bi maneya teng ne paşpirtikek e. Di nimûneyên pêşîn de ew R1 yê kevnar ji lêkera birin e:

  • peyamber (ya/yê ku peyamekê dibe)
  • dilber (ya/yê ku dilê mirovî dibe, dilê mirovî jê distîne)

Di nûpeyvên wek nûber, mezinber, kevnber de ew ji rehê lêkera bûnê --b- ye û paşpirtika --er ya bikersaz (avakera navdêrên biker, bi inglîzî agent noun) e.

PAŞPIRTIKA -ER

Paşpirtika --er vê dawiyê pir bo çêkirina navdêrên biker (agent noun -- bo çêkirina wan û herwiha etîmolojiya vê paşpirtikê ya pirr-rehî li jêrtir li beşa Navdêrsazî binêrin) tê bikaranîn. Lê di heman demê de gelek ji wan peyvan wek rengdêr jî li kar in. Paşpirtika --er dikeve gel rehê demên niha û bên yên lêkerên gerguhêz:

  • -kuj- (kuştin) => kujer: jehra kujer (jehra ku dibe sebeba mirina kesan an heywanan yan nebatan)
  • -recifîn- (recifandin) => recifîner: taya recifîner (taya ku mirovî direcifîne)
  • -cemidîn- (cemidandin) => cemidîner: ava cemidîner
  • -şewitîn- (şewitandin) => şewitîner: agirê şewitîner
  • -soj- / -sojîn- (sotin / sojandin) =>sojer: agirê sojer / sojîner

Bi taybetî li gel lêkerên bi paşpirtika --andin / -endin, paşpirtika --er çalak û berhemder e. Li gel gelek lêkerên din jî yên gerguhêz dikare bê bikaranîn lê bi hinan re ne mimkin e:

  • -gir- (girtin) => *girer (bi maneya "ya/yê ku tiştekî" digire lê ti gotineke wiha di kurdî de peyda nabe).

Gava ku lêker bi berkara (biresera, object) xwe vet ê girêdan, hingê tenê rehê lêkerê li kar e, -er lê nayê zêdekirin:

  • "jehra kujer" lê "jehra mirovkuj"
  • "agirê sojer" lê "agirê leşsoj"

1.2.3. RENGDÊR JI FORMÊN FERHENGÎ YÊN LÊKERAN

Rengdêr ne tenê li ser rehên demên niha û bên (R1) û rehên demên borî (R2) lê li ser forma ferhengî ya lêkeran jî dikarin bên çêkirin. Mebest ji forma ew şiklê lêkeran e ku di ferhengan de wek peyvên serekî tên dîtin û li gor deman û kesan nehatine çemandin anku tewandin. Di kurmancî de ew ji R2 + -n yan R2 + -in pêk tên:

  • çû-n, ma-n, vegerî-n...
  • hat-in, keland-in, bir-in...

Di kurmancî, soranî û farisî de paşpirtika --î dikare bikeve pey hin lêkerên wiha û rengdêrên bi maneya "têkilî filan karî/kirinê" jê çêke:

  • çandin (ziraet, bi inglîzî to cultivate, agriculture) => çandinî (ziraî, agricultural)
  • ragihandin (medya, pres, çapemenî) => ragihandinî11

Wek prensîp ev awayê çêkirina rengdêran dikare çalak û berhemder be lê di pratîkê de heta niha di kurdî de kêm hatiye bikaranîn.

Di heman demê de, di hin devokan de û carinan di zimanê nivîskî de jî "çandinî" ne wek rengdêr (ziraî, agricultural) lê wek navdêr bi maneya "ziraet" (agriculture) tê bikaranîn.12

Wek ku ji peyva wergera li vir ya peyva "çandin"ê diyar e (ziraet, agriculture), ew peyv li vir ne wek lêker lê bi guhastinê (li pêştir li beşa Guhastin binêrin) wek navdêr (ism, noun) hatiye bikaranîn. Anku di rastiyê de ev qalib ne çêkirina rengdêran ji lêkeran lê çêkirina rengdêran ji navdêran e.

Çêkirina rengdêran ji formên ferhengî yên lêkeran di kurdî de bi rêjeyî tiştekî nû ye û heta niha kêm hatiye bikaranîn lê hêdî-hêdî ber bi zêdebûnê ve ye. Li şûna vê bikaranîn, bikaranîna qalibê xwedîtiyê zêdetir serdest e:

  • berhemên çandinê (li cihê "berhemên çandinî" ya nû)
  • dezgehên ragihandinê (li cihê "dezgehên ragihandinî" ya nû)

RENGDÊRKIRINA HEJMARNAVAN

Hejmarnav anku navên hejmaran (numeral) bi çend paşpirtikên ji hev cuda ji hejmarên sade yan bingehîn (cardinal) dibin hejmarên rêzî (ordinal). Di heman demê de ev hejmarên rêzî dibin rengdêr jî.

PAŞPIRTIKÊN --EM Û --EMÎN

Ev paşpirtik di kurmanciya nivîskî de hejmarên bingehî dikin hejmarên rêzî:

  • yek => yekem(în)
  • deh => dehem(în)
  • sed => sedem(în)

Eger hejmara bingehîn bi vokalekê bi dawî bê, hingê Y-yek dikeve navbera wê û paşpirtikê:

  • du-y-em(în)
  • sê-y-em(în)

Peyva "duyem" herwiha varyantên wek "duwem(în), diwem(în), duhem(în)" jî hene.

Wek prensîp formên bi "-em" hejmarên rêzî yên li cihê navdêran in û formên bi "-emîn" jî li şiklên wan yên rengdêrî ne. Lê di pratîkê de herdu form wek hevwate û hevwezîfe tên bikaranîn.

Bikranîna paşpirtika --em(în) di kurmancî de niha belav e lê tarîxiyen ew nû ye. Ew vê dawiyê ji soranî yan jî bi rêya soranî ji farisî hatiye wergirtin. Di soranî ew jî wek kurmancî --em(în) û di farisî de jî bi forma "-om(în)" li kar e. Herwiha bidin ber fransî --ième û latînî --imus yên heverk (hevwezîfe).

PAŞPIRTIKA --AN

Di kurmanciya navendî de bo çêkirina hejmarên rêzî tarîxiyen paşpirtika --an (kurtkirî --a) hatiye bikaranîn û niha jî çalak e tevî ku di zimanê nivîskî de êdî li cihê wê gelek caran --em(în) ya li jor behskirî tê xebitandin.

  • roja çara(n) = roja çarem(în)
  • cara sisiya(n) / diduya(n) = cara sêyem(în)
  • sala 2015an

Wek ku ji nimûneyan dawiyê diyar dibe, hejmara salan jî wisa tê diyarkirin wek ku rengdêr be, berevajî hin zimanên din, bo nimûne inglîzî the year 2015 (ne 2015th) an tirkî 2015 yılı(ne 2015:nciyılı).

PAŞPIRTIKA --Î

Hejmarên sade herwiha bi alîkariya paşpirtika --î dibin hejmarên rêzî û di heman demê de rengdêr jî. Ev forma hejmarên rêzî li gel navê mehan tê bikaranîn:

  • yekî gulanê (roja karkerên cîhanê)
  • bîstûyekî adarê (roja newrozê)
  • 16î tebaxê (roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê)

Wek din ev forma hejmarên rêzî ne li kar e, bo nimûne mirov li cihê "yê çarem/çaran" nikare bibêje "*yê çarî".

PAŞPIRTIKA --Ê

Di kurmanciya rojhilatî hejmarên rêzî û hejmarên rengdêrkirî bi paşpirtika --ê tên çêkirin:

  • cara yekê / êkê (cara yekem)
  • roja çarê (roja çarem, roja çaran)

Anku "ê" di kurmanciya rojhilatî de cihê "-em" ya soranî û kurmanciya nivîskî û herwiha "-an" ya kurmanciya navendî ya rengdêrsaz digire. Lê di kurmanciya rojhilatî de heman "ê" dikare herwiha rola "-î" ya kurmanciya navendî ya rengdêrsaza ji hejmaran jî bigire:

  • yekê gulanê = yekî gulanê
  • bîstûyekê adarê = bîstûyekî adarê

Lê di kurmanciya rojhilatî de forma "-î" li kar e:

  • pazdeyî tebaxê (roja damezrandina Partiya Karkerên kurdistanê), ne "pazdeyê tebaxê"

RENGDÊRKIRINA HOKERAN

Hoker jî dikarin bi alîkariya çend paşpirtikan bibin rengdêr. Di kurmancî de hokerên cihî xaseten bi paşpirtika --în dibin rengdêr:

  • jêr => jêrîn
  • jor => jorîn
  • paş => paşîn
  • pêş => pêşîn

Herwiha varyanta bi paşpirtika --î jî heye:

  • jêr => jêrî (wek "kurmanciya jêrî")
  • jor => jorî (bo nimûne "kurdiya jorî" anku kurmancî)

Lê forma bi --î di heman demê de wek navdêr jî li kar e:

  • pêş => pêşî (pêşiya wan)

Hokerên demî adeten bi --î yan --în dibin rengdêr. Eger hoker bi vokalekê bi dawî were, hingê Y dikeve navbera wê û paşpirtika --î:

  • îro => îroyî / îroyîn

ÇÊKIRINA RENGDÊRAN JI RENGDÊRAN

Rengdêr ne tenê ji birrên din yên peyvan (navdêr, lêker, hoker) çêdibin lê dikarin herwiha ji rengdêran bi xwe jî bên avakirin. Sazkirina rengdêrên nû ji yên heyî hem bi alîkariya pêşpirtikan û hem jî paşpirtikan mimkin e.

1.5.1. RENGDÊR JI RENGDÊRAN BI PÊŞPIRTIKAN

Di kurmancî de mirov dikare bi pêşpirtika ne- rengdêrên dijwate ji rengdêrên heyî çêke:

  • baş => nebaş (xirab)
  • xweş => nexweş (êşewî, bîvêr, xeste, nesax, bîmar, merîz, ne saxlem, biêş, elemdar)
  • nas => nenas
  • rehet => nerehet

Berevajî kurmancî, di soranî û farisî de bi piranî paşpirtika "na-" di vê rewşê de tê bikaranîn, ne wek kurmancî "ne-". Li gel peyva "xoş" (xweş) di soranî de maneya peyva bi na- ji ya bi ne- cuda ye:

  • naxoş (ne xweş, ne bi dilê mirovî)
  • nexoş (nexweş, xeste, bîvêr, biêş)

1.5.2. RENGDÊR JI RENGDÊRAN BI PÊŞPIRTIKAN

Çend rengdêrên nû bi alîkariya paşpirtikan ji rengdêrên heyî peyda dibin. Hin caran maneya peyvan eynî ye, carinan jî piçekê ji hev cuda ye, hin caran jî yên ji hev cuda jî di pratîkê de gelek caran li şûna hev tên bikaranîn. Li vê derê em ê bo zelalkirina wan maneyên wan yên ji hev cuda bi inglîzî bidin. Ev nayê wê maneyê ku ev tek wateyên wan in:

  • rast (right) => rastîn13 (real, true, actual)
  • rast => rasteqîn14 / rasteqîne15 (real, true, actual)
  • kevn (old) => kevnar / kevnare (antique, ancient)
  • nû (new) => nûjen (modern)
  • pîroz (holy) => pîrozwer16 (sacred)

Ti ji van paşpirtikan di çêkirina rengdêran ji rengdêran ne berdar e anku gelek rengdêr pê ji rengdêran nayên çêkirin. Di rastiyê de ev paşpirtik di çêkirina rengdêran ji rengdêran de yekane ne anku tenê li gel peyvekê peyda dibin. Bo nimûne, paşpirtika "-eqîn / -eqîne" tenê di peyva "rasteqîn / rasteqîne" de heye. Paşpirtika "-în" ji bilî "rast => rastîn" herwiha wek prensîp di "nerm => nermîn" de jî heye. Lê "nermîn" di pratîkê de wek rengdêr nayê bikaranîn. Ew tenê wek navê jinan Nermîn li kar e lê hingê ew ne rengdêr lê navdêr e.

Tek paşpirtikên piçekê berdar di çêkirina rengdêran ji rengdêran de "-ok" û "-ik" yên biçûkkirinê (diminutîv) in:

  • hûr => hûrik
  • biçûk => biçkok

Herdu paşpirtik dikarin di li gel hev jî bên bikaranîn anku dubare diminutîv bin:

  • hûr => hûrik => hûrkok

Tarîxiyen peyva "biçkok" jî diminutîva dubare ye "biç-k-ok" lê forma "biç" wek peyveke serbixwe (êdî) peyda nabe.

Têbînî

1 Di peyva namûssiz (bênamûs) li hin deverên derveyî Bakurê Kurdistanê de jî ketiye kurdî.

2 Di peyva bilasebeb / bîlasebeb (bêsebeb, bê ti sebeb) de ketiye kurdî jî.

3 Di rastiyê de pêşî ev nimûne (mêr, mirov, merd, yar) bi guhastinê ji navdêran bûne rengdêr û paşî jî bûne rengdêrên dijwate.

4 Di hin devokan de tenê bi formên "hevdu, hevudu, hevdin, hevûdin".

5 Heman paşpirtik di soranî û farisî û herwiha di erebî de jî rengdêran ji navdêran çêdike. Hevdema wê --y di inglîzî de jî navdêran ji rengdêran ava dike: water (av) => watery (avî, têrav, şil). Di kurdiya başûrî de ew adeten bi forma --ig e ku di pehlewî de jî wisa bû.

6 Peyva kîmyawî bi taybetî bi maneya çekên kîmyayî di kurdî de li kar e. Ew herwiha bi forma xwe kîmyasal e. Paşpirtika --sal / -sel bi/ji tirkî ye.

7 "Rêwî" bi eslê xwe maneya "têkilî rê, aîdî rê" dide lê niha êdî zêdetir wek navdêr bi maneya "kesa/ê bi rê ve" (rêving, misafir, passenger) li kar e.

8 Herwiha bi forma "xwînewî" jî tê dîtin.

9 Li ser rehê demên borî (-ma-) yê lêkera "man" hatiye avakirin, ne li ser rehê demên niha û bên (-mîn-). Bo nimûneyekê ji bikaranîna vê peyvê, binêrin: http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=4149

10 Peyva "xwer" bar li ser R1 yê kevnar (-xwer-) yê lêkera "xwarin" hatiye avakirin, ne li ser R1 yê niha li kar (-xw-).

11 Bikaranîna heman peyvên wek rengdêr di komika "propagandayên ragihandinî" de http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/3105201514 û wek navdêr: http://argun.org/2009/02/18/ragihandini-bi-revebiriya-amatori-pes-nakeve-gabar-ciyan/

12 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "çandinî" wek navdêr: http://ku.hawarnews.com/li-kobane-candini-te-kirin/ û mînakek jî ji bikaranîna heman peyvê wek rengdêr: http://www.kurdistantv.tv/kurk/Kurdistan/Berhem%C3%AAn-%C3%A7andin%C3%AE-li-Kurdistan%C3%AA-z%C3%AAde-b%C3%BBne

13 Tarîxiyen "rasteqîn" ihtimalen ji "rast+yeqîn" anku "rast-bawer" e lê niha ne bi wê maneyê li kar e. Forma "rasteqîne" ji "rast+yeqîn+e" ye. Nimûneyek ji bikaranîna peyva "rastîn": http://zinarexamo.blogspot.fi/2009/06/dewleta-tirk-ruye-xwe-ye-rastin-nisani.html

14 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "rasteqîn": http://www.diclehaber.com/news/content/view/431970?from=3708794062

15 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "rasteqîne": http://www.feminkurd.net/content.php?newsid=1474

16 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "pîrozwer": http://www.yuksekovahaber.com/yazi/gula-pirozwer-2-2410.htm

©2020 zimannas.com