MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

Mebest ji peyvsazî bi wergerandinê yan wergerandina yekser yan wergerandina deynkirî (bi inglîzî loan translation yan calque, calquing) çêkirina peyvan ji hêmanên xwemalî lê li ber modelên zimanekî din e. Bo nimûne, peyvên "malper, zanîngeh, parêzgeh, makezagon" ji peyvên di kurdî de ji berê ve heyî hatine çêkirin lê çêkirina wan hemûyan jî li ber modelên hin zimanên din e:

  • "malper"1 (koma hin rûpelên li ser Internetê, bi inglîzî home page, webpage) wergerandina yekser ji peyva inglîzî "home page" e ku ji peyvên "home" (mal) û "page" (per, pel, kaxez) hatiye çêkirin
  • "xwendingeh"2 (fêrgeh, dibistan, medrese, mekteb, inglîzî school) li ber modela erebî مدرسة(medrese[t]) hatiye çêkirin ku ji pêşgira "me-" (-geh) û rehê d-r-s- (xwendin, xwe hîn kirin) e ku wek "ders" jî ketiye kurdî
  • "zanîngeh"3 (zanko, unîversîte, cami'e, xwandingeha bilind, inglîzî university) ji peyvên xwemalî "zanîn" û "-geh" lê li ber modela farisî دانشگاه(danişgah) ye ku ji peyvên دانش(daniş: zanîn, zanist, ilm) û گاه- (-gah: -geh, cih) e
  • "makezagon"4 (qanûna bingehîn, destûr, inglîzî constitution, constitutional law) ji peyvên "mak" û "zagon" lê li ber modela tirkî "anayasa" ye ku ji peyvên "ana" (mak, dayik) û "yasa" (qanûn) pêk tê

Ev diyarde û fenomen ne tenê di kurdî de lê hemû zimanan de kêm yan zêde peyda dibe. Mirov dikare hin nimûneyên peyvsaziya bi wergerandinê di zimanên cuda-cuda de li vê derê bibîne lê divê mirov ji bîr neke ku ew tenê nimûne ne, tê de ne hemû ziman hene û ne jî ji zimanên di lîsteyê de heyî hemû peyv hatine rêzkirin: https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_calques

Gelek ji peyvên li ber modelên zimanên din çêkirî peyvên teknîkî û kultûrî yên nû ne. Bo nimûne, ti ji van nimûneyên kurdî yên li jor rêzkirî berî sed salan (belkî heta berî pêncî salan jî) di kurdî de tine bûn. Anku peyvên wiha nû ne.

Lê hin peyvên gelek kevn jî bi rêya peyvsaziya bi wergerandinê peyda bûne. Bo nimûne, hevberî peyvên inglîzî "Sunday, Monday, Tuesday, Wednesday, Thursday" yên inglîzî di kurmancî de "yekşem(b), duşem(b), sêşem(b), çarşem(b), pêncşem(b)", di soranî de "yekşem, dûşem, sêşem, çwarşem, pêncşem" û di farisî de jî "yekşenbê, dûşenbê, sêşenbê, çeharşenbê, pêncşenbê" hene. Di ziman û zaravayên din jî yên îranî de ev peyv bi piranî wiha ne. Ji wan bi zelalî diyar dibe ku ew ji navê hejmarên 1 -- 5 hatine dariştin anku çêkirin.

Lê gava ku mirov wan dide ber hevwateyên wan yên erebî û îbrî/îbranî, mirov wekheviyeke ecêb dibîne: di van zimanan de jî navên rojên yekşemê heta pêncşemê ji navê hejmarên 1 -- 5 pêk hatine. Ev wekhevî ne tesadifî ye ji ber ku ev herdu komên zimanan (îranî û samî) cîran in, ji ber ku di van herdu komên zimanan de navên înî (cume) û şemiyê ne ji hejmaran in û li aliyekî din di zimanên ji van dûrtir jî navên peyvên hefteyê wiha çênekirine.

Tarîxiyen navên rojên yekşemê heta pêncşemê di zimanên îranî de encama peyvsaziya bi wergerandinê ne: zimanên îranî navê van peyvan li ber modela hevwateyên wan yên zimanên samî çêkirine (li jêrtir binêrin).

EV VEKOLÎN Û YÊN BERÎ WÊ

Ev ne yekem car e ku di kurdî de behsa peyvsaziya bi wergerandinê tê kirin. Lê heta niha mijar tenê di çarçoveya teng ya "çêkirina şaş ya peyvan li gor mentiqa tirkî/erebî" maye.5 Ew ji vekolîn û fehmkirina sebeban zêdetir rexneyên tûj in û daxwaz dikin û demildest mirov dev ji van peyvan berde.

Yek ji kêm nivîsarên ku mirov dikare wek hewldaneke lêkolînî bihesibîne, kurtenivîseke vê dawiyê ya Michael Chyet ya bi navê Xwedîtiya Hevbeş (Shared Ownership) û Zargotina Kurdî ye6. Mixabin ev vekolîn jî pir kurt e û tenê behsa çend biwêjan (îdyoman) dike ku piraniya wan ji zimanê tirkî li zimanên derdor (kurdî, ermenî, yûnanî, albanî û hwd.) belav bûne. Ew nivîsar ne bersiva berfirehiya hemû mijara peyvsazî û biwêjsaziya bi wergerandinê dide û ne jî warên peyvsaziya wiha û awayên vê peyvsaziyê diyar dike.

Armanca vê nivîsara me nasandina mijara peyvsazî û biwêjsaziya bi wergerandinê ye, vekolîna berfirehiya vê diyardeyê di zimanê kurdî de ye û herwiha diyarkirina warên peyvsaziya bi wergerandinê û awayên li kar yên peyvsaziya bi wergerandinê ye. Herwiha em ê hewl bidin vekolin ka peyvsaziya bi wergerandinê di kurdî de ji kîjan zimanan tên. Li dawiyê em ê hewl bidin bersiva wê jî bidin ka peyvsaziya bi wergerandinê baş yan xirab e anku bifeyde yan jî biziyan e yan jî kengî û çawa dikare bi bisûd be û kengî jî zerermend be.

AWAYÊN PEYVSAZIYA BI WERGERANDINÊ

Peyvsaziya bi wergerandina teşe bi teşe (morpheme-by-morpheme) be yan jî serbest be. Di peyvsaziya teşe bi teşe de her biçûktirîn beşa parvebar ya peyvê li pey hev ji zimanê jêder neqlî zimanê wergir tê kirin. Di peyvsaziya bi wergerandina serbest bo nimûne peyvrêziya teşeyan ji hev cuda be, hejmara teşeyan ji hev cuda be yan jî tenê yek yan hin teşe hatibin wergerandin û hin jî bi hin teşeyên din hatibin veguhastin.

Mirov dikare cûrên peyvsaziya bi wergerandina wiha parve bike:

  • wergerandina teşe bi teşe
  • wergerandin li gor peyvrêziya xwemalî
  • wergerandin li gel zêdekirina yan kêmkirina hin teşeyan
  • wergerandina peyvekê bi çend peyvan yan çend peyvan bi peyvekê

Wergerandina teşe bi teşe

Mebest ji peyvsaziya bi wergerandina teşe bi bi teşe wergerandina her teşe yan pirtika peyva zimanê jêder li zimanê wergir e bêyî guherandina cihê teşeyan yan kêmkirina yan zêdekirina hejmara teşeyan.

Bo nimûne, ji nimûneyên me yên li jor peyva "malper" teşe-bi-teşe yan peyv bi peyv ji inglîzî "home page" hatiye wergerandin. Herwiha dîsa ji nimûneyên me yên li jor peyva "zanîngeh" teşe bi teşe bi peyva farisî "danişgah" hatiye wergerandin.

Carinan peyvsazî û peyvrêziya du zimanan nêzîkî hev e û bi zerûrî peyvsaziya bi wergerandinê gelek caran dibe teşe bi teşe. Bo nimûne, hem di farisî "-gah" û hem jî di kurdî "-geh" paşgir e loma mirov dikare bibêje "danişgah, zanîngeh" lê di van zimanan de ne mimkin e ku mirov bibêje "gehzanîn gahdaniş".

Lê peyvrêziya zimanê jêder û zimanê wergir ne herdem wek hev e lê di peyvsaziya teşe bi teşe de dîsa jî zimanê wergir di peyvên bi wergerandinê saz dike de li gor peyvrêziya zimanê jêder peyvê teşe bi teşe werdigerîne.

Bo nimûne, di kurdî de adeten peyva raveber berî peyva peyva raveker e. Mebest ji vê ew e ku peyva yekem bi peyva duyem tê wesifkirin. Bo nimûne "mêrê baş" yan "kurê wî". Di inglîzî de peyvrêziya giştî berevajî ya kurdî ye anku raveker berî raveberê tê. Bo nimûne "the good man" (teşe bi teşe: yê baş mêr) yan "his son" ("yê wî kur").

Loma "home page" di inglîzî de di rastiyê de tê maneya "perê malê" (pelê malê, kaxeza malê). Di kurdî de adeten bi vê maneyê mirov dikare qalibê wek "perê malê" yan jî kurtkirî "permal" çêke. Lê darêjerên peyva "malper" ev peyv bi wergerandina teşe bi teşe li ber modela inglîzî pêk aniye.

Tevî ku "malper" ne li gor peyvrêziya kurdî yan "qalibê" kurdî ye jî lê dîsa jî vê peyvê êdî cihê xwe girtiye û ji aliyê piraniya medyaya kurdî ve tê bikaranîn û êdî bûye parek ji xezîneya peyvên kurdî.

Wergerandin li gor peyvrêziya xwemalî

Peyvsaziya bi wergerandinê ne herdem teşe bi teşe ye lê hin xusûsiyetên zimanê wergir li ber çavan digire û li gor wan peyvan saz dike tevî ku raman û hêmanên peyvê wergerandina ji zimanekî din be jî.

Ji nimûneyên me li jor dayî, peyva "xwendingeh, xwendegeh" li ber modela erebî "medrese" hatiye çêkirin lê dîsa jî "xwendingeh, xwendegeh" ne peyvsaziya bi wergerandina teşe bi teşe ye. Erê "xwendin" hevberî rehê erebî "d-r-s-" ye û "-geh" jî beramberî "me-" ya erebî ye. Lê dîsa jî peyvrêziya "xwendingeh"a kurdî ji peyvrêziya "medrese" ya erebî cuda ye:

  • di peyva kurdî de teşeya serekî ya ku maneya tiştê tê kirin (xwendin) li destpêkê ye lê hevwateya wê (d-r-s-) li dawiyê ye
  • di peyva erebî de teşeya ku cihî diyar dike (me-) li destpêkê ye lê di kurdî de hevwateya wê (-geh) li dawiyê ye

Ji ber ku di erebî de peyvsazî zêdetir bi alîkariya pêşgiran û di kurdî de jî zêdetir bi paşgiran e, gelek caran di peyvsaziya bi wergerandinê de ji erebî li kurdî, peyvrêziya peyvan di herdu zimanan de ne wek hev e. Ji bilî navên cihan, herwiha bo nimûne navdêrên biker (agent noun) jî anku kesên ku tiştekî dikin di kurdî de hin caran wergerandinên ji erebî ne lê di erebî de ew bi pêşgiran (adeten mu-) hatine dariştin lê wergerên wan di kurdî de bi paşgiran (bo nimûne -er, -ker, -van) in. Bo nimûne:

  • erebî: محامي (muḥamî: avukat, parêzer) ji pêşgira bikersaz "mu-" (-er, -van, -ker, -kar) + rehê ḥ-m-y- (parastin) => kurdî "parêz-er"

Wergerandin li gel zêdekirina yan kêmkirina hin teşeyan

Di peyvsaziya bi wergerandina serbest de hejmara teşeyên peyva jêder û peyva jê çêkirî ji hev cuda be. Hejmara teşeyan dikare ji "orijînalê" zêdetir an jî kêmtir be.

Bo nimûne, peyva tirkî "anayasa" ji du teşeyan "ana" (mak, dayik) û "yasa" (qanûn, yasa, zagon) pêk hatiye. Lê "makezagon"a kurdî ya li ber wê çêkirî ji sê teşeyan pêk tê "mak-e-zagon". Anku navgira (navpirtika, infix) "-e-" di kurdî de li wergerê hatiye zêdekirin ji ber ku forma "makezagon" ji "makzagon" hêsantir tê gotin û bi awayekî "kurdîtir" e.

Hêjayî gotinê ye ku ti şik û guman jê nîne ku "makezagon" li ber modela tirkî hatiye avakirin. Sebebê vê ew e ku ji bilî tirkî zimanên din navê "mak" li qanûna bingehîn nakin. Bo nimûne, di erebî de navên wê "qanûn esasî, nîzam, dustûr" in, di farisî de navê wê "qanûn-i esasî", rûsî "osnovnîy zakon" (qanûna bingehîn) û "konstîtuçiya", fransî û inglîzî "constitution" ji latînî "constitutio" (bingeh, bicihkirin). Anku "ana" (mak) di peyva "anayasa" (makezagon) de taybetmendiyeke tirkî ye ku neqlî kurdî hatiye kirin.

Wek ku li jor hatiye gotin, navên rojên hefteyê ji yekşemê heta pêncşemê di zimanên îranî de encamên peyvsaziya bi wergerandinê ji zimanên samî ne. Di zimanên samî de, navên van peyvan bi şiklê "roja yek, roja du, roja sê, roja çar, roja pênc" yan jî bi awayê kurtkirî "ya yek, ya du, ya sê, ya çar, ya pênc in". Li cihê "roja" yan "ya", di zimanên îranî de paşgira "-şem(b)" (kurmancî), "-şem(me)" (soranî) yan "-şenbê" (farisî) heye. Bi eslê xwe navê van peyvan kurtkirina "yek roj piştî şemiyê, du roj piştî şemiyê, sê roj piştî şemiyê..." tên ji ber ku di cihûtiyê de şemî (şebet) roja pîroz e û piştî wê hefteyeke nû dest pê dike. Şemî bi xwe jî bi rêya çendîn guherînan ji peyva "şebet" ya îbrî ye.

Lê di navên peyvên yekşem heta pêncşem de di zimanên samî de ti paşgir nînin. Anku tevî ku fikra hejmarên 1 -- 5 di navên van rojan de ji zimanên samî hatiye girtin jî, dîsa zimanên îranî ev peyvên samî teşe bi teşe wernegerandine lê teşeyeke ku qet di van peyvên samî de nîne li navên van peyvan di zimanên îranî de zêde kiriye.

Nimûneyeke din, ku mirov dikare li vê derê bide, peyva inglîzî "computer" û hevwateya wê ya tirkî "bilgisayar" in ku herdu maneya "kompûter" didin. Peyva "computer" bi eslê xwe di inglîzî de maneya "hejmêr, kesa/ê yan tişta/ê ku tiştan dihejmêre" dide lê paşî maneya xwe ya niha "kompûter" wergirtiye. Peyva tirkî "bilgisayar" bê şik encama peyvsaziya bi wergerandina peyva inglîzî "computer" e. Lê di tirkî de "bilgisayar" ji peyvên "bilgi" (agahî, zanîn) û "sayar" (hejmêr, kesa/ê yan tişta/ê ku tiştan dihejmêre") tê anku "bilgisayar" bi wergerandina peyv bi peyv dibe "agahîhejmêr" yan "zanînhejmêr". Wek ku tê dîtin, teşeya "bilgi" li peyva tirkî hatiye zêdekirin tevî ku ti teşeyeke hevwateya wê di "computer" ya inglîzî de nîne.

Wergerandina peyvekê bi çend peyvan yan çend peyvan bi peyvekê

Hejmareke ne kêm ya navên werziş û sporan vê dawiyê ji inglîzî ketiye kurdî û piraniya zimanên dinyayê. Bo nimûne, "football, basketball, baseball, volleyball, handball" adeten di kurdî de jî wek "futbol, basketbol, beysbol, voleybol, handbol" tên gotin û nivîsîn. Lê hin caran mirov wergerên wan jî di kurdî de dibîne. Bo nimûne:

  • football: goga piyan7, topa piyan8
  • basketball: goga selikê9
  • handball: goga destan10

Wek ku tê dîtin, peyveke (pêkhatî ya) inglîzî li gor peyvsazî û qeyd û bendên din yên zimanê kurdî, du peyv pêk hatine. Peyvên inglîzî teşe bi teşe wiha ne:

  • foot-ball: pê-gog, pê-top, pê-hol
  • basket-ball: selik-gog, seped-gog, zembîl-gog
  • hand-ball: dest-gog, dest-top, dest-hol

Wek prensîp, mirov dikare van peyvên inglîzî teşe bi teşe wiha jî bike kurdî û hin ceribandinên wisa di rastiyê de hebûne jî:

  • football: pêgog11, pêtop12

Lê hewldanên wiha bi ser neketine lê zêdetir wergerandinên li jortir yên peyvek bi çend peyvan û guherandina peyvrêziyê zêdetir li kar in.

Herwiha hêjayî gotinê ye ku peyvên inglîzî yên xwerû, bo nimûne "foot-ball" (pê-gog) di kurdî de jî di peyvên wek "goga piyan" de xwerû nemane lê hatine girêdan, çemandin û pirhejmarkirin:

  • goga piyan (peyva "gog" bi alîkariya "a" bi peyva "piyan" ve hatiye girêdan)
  • goga piyan (peyva "piyan" hatiye çemandin û pirhejmarkirin)

WARÊN PEYVSAZIYA BI WERGERANDINÊ

Peyvsaziya bi wergerandinê dikare kultûrî be yan jî bingehîn be. Mebest ji peyvsaziya kultûrî ya bi wergerandinê çêkirina peyvan ji tiştên nû re ye ku berê di zimanê wergir de tine bûn. Bo nimûne, berê bi kêmî bi awayekî zanistî bi kurdî behsa "stêrnasiyê" nedihat kirin. Loma gava ku bi kurdî vê dawiyê behsa wê jî dibe û tê nivîsîn, ji vê zanistê ve navek pêwîst bû ku bi wergerandina vê peyvê li ber modela hin zimanên din peyva "stêrnasî" jê re hatiye çêkirin.

Mebest ji peyvsaziya bingehîn ya bi wergerandinê ew e ku ji berê ve peyvek yan biwêjek ji tiştekî re he(bû)ye lê dîsa jî li ber modela zimanên din peyvek jê re tê çêkirin. Bo nimûne, berê jî gava ku kesek nexweş bû, kurdan jê re hêviya saxbûnê dikir, bo nimûne bi gotinên wek "silametî be", "Xwedê şîfayê bike". Lê vê dawiyê li ber modela tirkî, gelek kurd gotina "derbasbûyî be" bi kar tînin.

Wek prensîp, peyvsaziya bi wergerandinê di hemû warên jiyanê de mimkin e. Lê bi taybetî peyvên zanistî, siyasî, medyayî, aborî, hiqûqî û hwd. bi wergerandinê tên sazkirin.

Li vê derê em ê ji çend waran hin nimûneyan pêşkêş bikin. Lê divê bi ti awayî wisa neyê têgihiştin ku peyvsaziya bi wergerandinê di kurdî de tenê bi van waran ve yan bi van çend nimûneyan ve girêdayî ye.

Zanist

  • "derûnnasî" ku wergera "psychology" ya inglîzî yan jî "psychologie" ya fransî ye ku herdu jî ji peyvên yûnanî ψυχή (psîxê: derûn, ruh, giyan) û --λογία (logîa: vekolîn, lêkolîn, behs)
  • "erdnigarî" ku wergera "geography" ya inglîzî yan "géographie" ya fransî ye ku herdu ji yûnanî γεωγραφία ‎(geōgraphía) ne ku ji γε ‎(gê: erd, ax) û γραφία ‎(graphía: nîgar kirin, nivîsîn) e ku ji berê ve
  • "civaknasî" li ber modela "sociology" ya inglîzî yan "sociologie" ya fransî ku herdu jî ji peyva latînî "socio-" (civak) û peyva yûnanî --λογία (li jortir binêrin).

Hiqûq

Li jor me di warê hiqûqê de peyva "parêzer" (avukat) ya li ber modela erebî û "makezagon" ya wergera ji tirkî dane.

Aborî

  • "bazara reş"13 (kirîn û firotinên neqanûnî yên ku itaeta emrên li ser bihayan yan bacan nakin) li ber modela inglîzî "black market" ku li gelek zimanan hatiye wergerandin14
  • "razemenî" (veberanîn, radestkirina pareyên xwe li bankekê yan di şirketekê de bi armanca ku bank yan şirket pê kar bike û feyde ji xwediyê pareyan re jî bike, bi inglîzî investment) li ber modela tirkî "yatırım" ji "yatır-mak" (razandin, nivandin) ji "yat-mak" (razan, raketin, nivistin)

Medya

  • "nûçe" (xeber, dengûbas) li ber modela zimanekî ewropî, bo nimûne inglîzî "news" ji "new" (nû) yan fransî "nouvelles" ji "nouvelle" (nû) yan ji rûsî новости (novostî) ji новый (noviy: nû)
  • "rojname" li ber modela farisî "rûzname, rûznamê" ji "rûz" (roj) û "name, namê" (name)15 -- "rûzname" bi xwe jî wergerandina serbest ji "journal" ya fransî ye ku têkilî "jour" (roj) e.

BIWÊJSAZIYA BI WERGERANDINÊ: KEVN Û NÛ

Me heta niha behsa peyvsaziyê anku çêkirina peyvan kiriye. Lê ne tenê peyv lê herwiha biwêj (îdyom, fraz) jî bi wergerandinê mimkin in û di rastiyê de diyardeyeke berbelav in jî. Em ê ji vê diyardeyê re bibêjin biwêjsazî bi wergerandinê (idiom formation via translation).

Li vê derê em ê peyva "biwêj" bi maneyeke berfireh bi kar bînin ku tê de gotinên pêşiyan, awayên gişî yên silavkirinê û gotinên din yên ihtiram û rêzgiriyê û herwiha frazên bi lêkerên sivik di nav xwe de bihewîne.

Bo nimûne, gelek kes jê haydar in ku silavên wek "rojbaş, êvarbaş, şevbaş"16 di kurdî de awayên nû ne û bi zelalî wergerên ji hin zimanên din, bi ihtimaleke mezin ji zimanên ewropî ne. Bo nimûne, heman tişt di çend zimanên ewropî de:

  • inglîzî: good day, good evening, good night17
  • fransî: bonjour, bonsoir, bonne nuit
  • spanî: buenos días, buenas tardes, buenas nochas

Di van zimanan de jî maneya van silavan "filan demê rojê baş" e. Tek cudahiyên wan li gel kurdî ew e ku ji ber peyvrêziya cuda ya van zimanan li gel kurdî, peyva "baş" di wan de li berî peyva "roj/êvar/şev" e û di spanî û fransî de rengdêra "baş" ya raveker jî li gor cinsê navdêra raveber "roj, êvar, şev" di wan zimanan de diguhere.

Niha, hin kes belkî bibêjin ku gotinên wek "rojbaş, êvarbaş, şevbaş" bi rastî "ne-kurdî" ne. Ew ê bibêjin ku mirov ji berê ve di kurdî de formên wek "roja/êvara te bixêr, şeva te xweş" yan formên nêzîkî wan bi kar bîne. Lê formên wiha jî ne "tenê" kurdî ne, bo nimûne gotinên ji heman peyvan bo nimûne di farisî û erebî de jî hene.

Li aliyekî din, di kurdî de gotinên rêzgirtin û ihtiramê yên wek "sax bî" bi merema spasîkirinê, "ser serê min" yan "ser çavan hatî" yên bi armanca bixêrhatinê yan jî "serê we sax be" bi armanca daxwaza xemrevandina kesûkarên miriyekî hene ku mirov nikare yekser li inglîzî wergerîne yan eger wergerîne jî, ti maneya bixêrhatinê yan serxweşiyê nadin. Anku ev biwêj wek xusûsiyetên zimanê kurdî dixuyin.

Lê eger em li zimanên cîran binêrin, em ê bibînin ku heman gotin yan jî hin gotinên pir nêzîkî wan di erebî, farisî û tirkî de jî hene. Bo nimûne, mirov dikare van gotinan hema-hema yekser li tirkî wek "sağ ol" (sax bî), "başım üstüne" (ser serê min), "gözüm üstüne" (ser çavê min), "başınız sağ olsun" (serê we sax be) wergerîne bêyî ku ti ji wateya gotinên kurdî winda bike. Mirov dikare kêm-zêde heman tiştan yekser li erebî û farisî jî wergerîne.

Ne tenê silav û rêzgirtin lê hejmareke gelek biwêjên din jî yên kurdî eger li zimanekî ewropî, bo nimûne, li inglîzî yekser werin wergerandin, dê bêmane bin lê piraniya heman biwêjan dikarin yekser yan teqrîben yekser li zimanên cîran bên wergerandin. Bo nimûne, di kurdî de biwêja "ji destê min nayê" tê maneya "ez nikarim". Eger em wê yekser li inglîzî wek "it doesn't come from my hand" wergerînin, ti inglîz dê wê bi maneya "ez nikarim" fehm nekin. Lê eger em wê yekser wek "elimden gelmez" li tirkî wergerînin, her tirkîzan jî dê wê bi merema "ez nikarim" tê bigihe.

Hêjayî gotinê ye ku ev hevpariya peyvên pêkhatî û biwêjan di navbera zimanên cîran de ne tenê taybetmendiyeke zimanên Rojhilata Navîn e lê li her dera dinyayê diyardeyeke berbelav e. Gava ku mirov li zimanên ewropî yên cîranên hev binêre, mirov dê bi hêsanî bibîne ku wergerandina biwêjên wan li hev pir hêsantir e ji wergerandina biwêjên wan bo nimûne li kurdî, tirkî yan erebî tam wek ku wergerandina biwêjên kurdî li tirkî yan tirkî li kurdî ji wergerandina wan li zimanên ewropî adeten hêsantir e û zêdetir dikare gelek caran bi wergerandina yekser jî were encamdan.

ZIMANÊN JÊDER DI PEYVSAZIYA BI WERGERANDINÊ DE

Dijwariya diyarkirina jêderên biwêjên kevnar

Di dîrokê de bi zerûrî hin zimanan ev gotin ji hev wergirtine anku ew di zimanekî ji wan de pêşî hatine çêkirin û paşî li zimanên din hatine wergerandin. Lê tam kîjan zimanî ev filan peyva pêkhatî yan bêvan biwêj ji yê din wergirtiye, êdî dikare zehmet be ku mirov bi esehî diyar bike. Heta eger mirov bikare peyda bike ka di kîjan zimanî de ev biwêj bi nivîskî kevntirîn e, dîsa jî mimkin e ku di zimanekî din de bi devkî kevntir be.

Lê texmînen heman zimanên ku pir peyv dane zimanên din, di heman demê de gelek biwêj jî dane wan. Loma mirov dikare wek prensîpeke giştî bibêje ku eger heman peyv di erebî, farisî, kurdî û tirkî de hebe, bi ihtimala ku zimanê jêder erebî be mezin e ji ber ku erebî zêdetir peyv dane farisî, kurdî û tirkî, ne kurdî, farisî yan tirkî peyv zêdetir dane erebî. Eger heman biwêj di farisî, kurdî û tirkî de hebe lê di erebî de tine be, hingê bi ihtimaleke mezin ew di farisî de hatiye çêkirin û paşî li tirkî û kurdî jî hatiye wergerandin ji ber ku farisî zêdetir peyv dane kurdî û tirkî, ne tirkî yan kurdî dane farisî.

Bo belavbûna peyvên pêkhatî yan biwêjan bi wergerandinê ji zimanekî bo nav zimanên din, bi awayekî giştî pêwîstî hem bi zimanekî xurt heye ku biwêjan çêke û hem jî bi zanîna vî zimanî ji aliyê qisekerên hin zimanên de hene daku van biwêjan bibin nav zimanê xwe yan jî li zimanê xwe wergerînin. Di dîrokê de gelek kurdan, farisan û tirkan erebî zaniye loma biwêjên bi eslê xwe erebî yan wergerandî yan jî wernegerandî ketine nav kurdî, farisî û tirkî. Lê bi rêjeyî di dîrokê de kêm ereban farisî, tirkî û bi taybetî jî kurdî zaniye loma ihtimala ku biwêjên van zimanan çûbin nav zimanê erebî kêmtir e.

Dîsa di dîrokê de gelek kurd û tirkan farisî zaniye loma gelek ihtimala ku biwêjên farisî ketibin tirkî û kurdî jî dîsa mezin e. Lê di tarîxê de bi rêjeyî kêm farisan tirkî zaniye û hê jî kêmtir kurdî zaniye loma ihtimala ku biwêjeke wek hev ji kurdî yan tirkî çûbe nav farisî kêmtir e ji wê ku ji farisî ketibe kurdî û tirkî.

Dîsa di dîrokê de û xaseten jî niha gelek kurdan tirkî zaniye loma ihtimala ku wan (belkî hin caran bi zanatî lê caran bêyî ku hay jê hebe) biwêjên tirkî bi rêya wergerandinê neqlî kurdî kirine. Li aliyekî din, hejmara tirkên kurdîzan hem niha û hem jî berê pir kêm bû. Loma ihtimala ku biwêjên giştî yên tirkî wergerandinên ji kurdî bin pir biçûk e.18

Ev gotin tenê rêbaza ihtimaleke giştî dikin. Anku bi giştî di nav her çar zimanên mezin yên Rojhilata Navîn de jêdera biwêjan ya yekem erebî, jêdera duyem farisî, ya sêyem tirkî û ya çarem jî kurdî ye. Ev nayê wê maneyê ku jêdera yek yan hin biwêjan ne berevajî be anku bo nimûne erebî ew ji farisî wergirtibin, farisî ji tirkî yan tirkî ji kurdî. Lê dîsa jî zehmet e mirov diyar bike ka kîjan biwêja kevnar li gor vê qeyda giştî ye û kîjan jî na.

Jêderên peyv û biwêjên nû

Lê gelek peyv, fraz û biwêjên wisa jî hene ku mirov dikare bi esehî bibêje ka ji du zimanan kîjan ziman jêder û kîjan ziman jî wergir e. Li vê derê em ê çend nimûneyên ji kurmancî û tirkî bidin:

  • derbasbûyî be / geçmiş olsun: Ev gotin niha di tirkî û kurmancî de li kar in, teqrîben teşe bi teşe wergerên hev in û mirov ji kesekî re dibêje ku nexweş e û dixwaze hêviya saxî û silametiyê jê re bike. Bikaranîna vê gotinê di seranserî tirkî de li kar e lê di kurmancî de tenê li Bakurê Kurdistanê heye (ji bilî belkî di devê çend ne-bakuriyên ku ev gotin ji bakuriyan hîn bûbin de). Kurdên li deverên din û heta kurdên Bakur jî yên ji nifşê pîrtir ne gotina "derbasbûyî" be lê hin gotinên wek "silametî be", "Xwedê şîfayê bide" bi heman meremê bi kar tînin. Şik û guman jê namîne ku "derbasbûyî be" biwêjsaziya bi wergerandinê ji "geçerli olsun" ya tirkî ye.
  • şehîd ketin / şehit düşmek: di têkoşîna bo welatê xwe yan dînê xwe de hatin kuştin. Di tirkî de herdem wiha tê gotin û di kurmanciya Bakurê Kurdistanê de jî mirov adeten peyva "şehîd" li gel lêkera "ketin" dibihîze. Lê li parçeyên din yên Kurdistanê mirov hem di kurmancî de, hem di soranî de û hem jî di farisî de ne lêkera "ketin" (bi soranî "kewtin", farisî "oftaden") lê lêkera "bûn" (soranî "bûn", farisî "bûden") bi kar tîne anku dibêje "şehîd bûn", ne "şehîd ketin". Dîsa jî guman jê namîne ku "şehîd ketin" biwêjsaziya bi wergerandina "şehit düşmek" ya tirkî ye, ne ku ya tirkî ji kurdî hatiye wergerandin.
  • gol avêtin / gol atmak: di vê biwêja spor û werzişê de mirov di dev û nivîsên kurdên Bakur de li gel peyva "gol" lêkera sivik ya "avêtin" dibîne û dibihîze, bi heman awayî di tirkî de jî lêkera "atmak" (avêtin) li kar e. Lê li deverên din yên Kurdistanê mirov golan "na-avêje" lê "dike" anku biwêja "gol kirin" bi kar tîne.
  • wêne kişandin, kêşan / resim çekmek: Dîsa li gel peyva "wêne, resim" lêkerên "kişandin, kêşan" û hevwateya wan ya tirkî "çekmek" li Tirkiyê li kar in. Lê li deverên din yên Kurdistanê û di piraniya zimanên din yên dinyayê de jî mirov wêneyan "nakişîne", mirov wêneyan "digire" anku gotinê bi awayê "wêne girtin" dibêje.

Ev tenê çend nimûne ne û tenê behsa peyvsazî û biwêjsaziya di kurmancî de li ber modela tirkî dikin. Bi heman awayî qalibên li gor erebî û farisî jî di kurdî de mişe û berbelav in.

Wek ku ji nimûneyên li beşên pêştir yên vê nivîsarê hatine dan diyar e, jêderên peyvsaziya (û biwêjsaziya) bi wergerandinê di kurdî de zimanên cîran erebî, farisî û tirkî ne. Jêder herwiha dikarin zimanên dûrtir bin, bo nimûne inglîzî û fransî jî bin -- carinan yekser lê gelek caran jî dîsa bi rêya tirkî, erebî yan farisî. Herwiha jêdera peyvsaziya bi wergerandinê di kurdî de, xaseten di peyvên zanistî de (bo nimûne "derûnnasî, civaknasî, stêrnasî" û hwd.) de yûnaniya kevn yan latînî ne lê ew jî dîsa adeten ne yekser lê bi rêya zimanekî din yê ewropî yan jî bi rêya zimanekî cîran. Bo nimûne:

  • latînî "socius" + yûnanî "-logîa" => fransî "sociologie" yan inglîzî "sociology" => farisî "camiêşinasî" yan tirkî "toplum bilimi" => kurmancî "civaknasî", soranî "komelnasî".

GELO PEYSAZÎ BI WERGERANDINÊ BAŞ E YAN XIRAB E?

Guman jê nîne ku wergerandina berhemên edebî û zanistî roleke giring di pêşketin û pêşxistina zimanan de peyda dikin. Ti zimanê edebî yê pêşketî li vê dinyayê nîne ku bi rêya wergerandinê nehatibe xemilandin û werardan.

Li aliyekî din, gelek caran ji encama wergerandina ji zimanên din, hin tişt di zimanê wergir de bi awayên ecêb û heta eletewş jî tên nivîsîn. Gelek caran rexneyên tûj û dijwar li nivîsîna yan axiftina li gor zimanên din di kurdî de tê kirin. Anku gazin tê kirin ku filan gotin li gor mentiq û qalibê erebî yan tirkî yan zimanekî din e, bi peyvên xwe kurdî be jî, bi "ruhê" xwe ne kurdî ye, bo nimûne "derbasbûyî be" ya li jor behskirî.

Guman jê nîne ku niha jî û berê jî zimanan hem peyv û hem jî biwêj ji hev wergirtine yan wergerandine. Gelek caran heta petîperistên (xwerûperist, purîst, purist) zimanî jî wergerandina ji zimanên din ji wergirtina ji zimanên din baştir dibînin. Bo nimûne, gelek petîperist dê hevbîr bin ku bikaranîna peyvên "civaknasî, derûnnasî, derbasbûyî be" ji gotinên wergirtî "sosyolojî, psîkolojî, gêşmîş olsin" yên wergirtî çêtir in.

Jixwe di gelek haletan de ji bilî wergirtinê yan wergerandinê ti çareyeke din nîne jî eger em qet bi kurdî bixwazin ti nav ji van tiştan re hebin û kurdî jî zimanekî jîndar yê edeb û zanistê be. Bi gotineke din, peyvsaziya bi wergerandinê di xizmeta pêşxistin û peresandina zimanan de ne tenê bikêrhatî ne lê gelek caran yekser zerûrî ye jî.

Li aliyekî din, ew jî bêguman e ku wergerandina peyv û biwêjan ji zimanên din dikare ziyandar û zerermend jî be. Peyvsaziya bi wergirtinê ne herdem hingê tê bikaranîn gava ku di zimanê wergir de peyv bo hin tiştên nû tine ne yan biwêjên guncayî bo hin rewşan peyda nabin. Gelek caran ji encama peyvsaziya bi wergirtinê, bêje û biwêjên wergerandî serî ji hevwateyên xwe yên xwemalî distînin. Bo nimûne, ji encama peyvsaziya bi wergerandinê, êdî li Bakurê Kurdistanê kêm kes dinivîse gotinên xwemalî yên bo nimûne wek "şehîd bûn" yan "silametî be" bi kar tîne lê li cihê wan gotinên ji tirkî wergerandî yên wek "şehîd ketin" û "derbasbûyî" be cihê wan gotinên xwemalî digirin.

Mesele ne tenê hin bêje û biwêj in lê herwiha rêzimana zimanê jêder jî dikare tesîrê li zimanê wergir bike. Bo nimûne çemandina/tewandina li gor yekhejmarî yan pirhejmariyê, li gor navdêr yan rengdêran tevlihev bibe.

Mirov dikare li vê derê çend mînakan bide. Gelek caran gotinên tirkî "Kürt sorunu" û "kadın devrimi" wek "pirsgirêka kurd" û "şoreşa jinê"19 tên wergerandin.

Lê eger mirov gotina "şoreşa jinê" dîsa li tirkî wergerîne, ew nabe "kadın devrimi" lê dibe "kadının devrimi" anku "şoreşa filan jinê, şoreşa wê jinê, şoreşa jinekê". Di "kadın devrimi" de "kadın" di halê xwerû û neçemandî de ye lê di "şoreşa jinê" de "jin" di halê yekhejmar û çemandî de ye. Di "kadın devrimi" ya tirkî de ne ji hatine hejmartin û ne jî hatiye diyarkirin ka kî jin beşdarî vê şoreşê ye. Anku ew bi her awayî giştî ye. Lê di "şoreşa jinê" de jinek bi tenê beşdar dibe!

Wisa Peyvsazên "şoreşa jinê" guh nedayiyê ku li cihê peyva neçemandî û bêhejmar ya tirkî divê di kurdî de li vê derê pirhejmariya çemandî "jinan" were bikaranîn anku gotin wek "şoreşa jinan" were gotin û nivîsîn daku şoreş tenê bi jinekê nemîne!

Gotina "pirsgirêka kurd" yan "pirsa kurd" jî hinekî lêzimî "şoreşa jinê" ye lê vê carê "kurd" qet nehatiye çemandin. Li vê derê jî ew yekser ji "Kürt sorunu" hatiye wergerandin û tê de "kurd" di kurdî de jî bêhejmar û neçemandî hatiye hiştin, tam wek "Kürt" di modela wê ya tirkî de.

Lê "pirsa kurd" yan "pirsgirêka kurd" wisa tê guhê mirovî heçku pirsek yan pirsgirêkek hebe û navê wê "kurd" be yan ew bi xwe kurd be, wek "Ehmedê kurd, Xezala kurd". Lê meseleya "pirsa kurd" yan pirsgirêka kurd" ne ev e.

Pirsek yan pirsgirêkek heye ku ya hemû kurdan e loma mirov dikare jê re bibêje "pirsa/pirsgirêka kurdan". Yan jî ew pirs û pirsgirêk girêdayî hemû kurdan yan kurdan eleqeya wê bi hemû kurdan ve heye loma mirov dikare bibêje "pirsa/pirsgirêka kurdî". Lê dîsa jî ne "pirsa/pirsgirêka kurd".

DAWÎ

Peyvsaziya bi wergerandinê jî, wek peyvsaziya bi wergirtinê, yek ji giringtirîn awayên peyvsaziya kurdî û piraniya zimanên nivîskî ye. Peyvsaziya bi wergerandinê ne tenê bi zimanê nivîskî ve girêdayî ye lê bi pêşketina zimanê nivîskî re xurttir û berfirehtir dibe.

Peyvsaziya bi wergerandinê herdem beşek ji peyvsaziya zimanê kurdî bû û dê herdem wisa be jî. Ew dikare zimanê kurdî zengîn bike û bigihîne zimanên pêşketî yên cîhanê. Bêyî peyvsaziya bi wergerandinê ne mimkin e ku em behsa şaxên cuda-cuda yên zanist û kultûr û teknîkê bi kurdî bikin.

Lê di heman demê de, divê mirov di peyvsaziya bi wergerandinê de hişyar û bisexbêr be daku gotinên bêwate yan ne li gor qeyd û bendên zimanê kurdî li kurdî neke bela. Divê bêje û biwêjên bi peyvsaziyê çêkirî bi wateya xwe ron û zelal bin û kesên ku zimanê jêder nizane jî, ji wan gotinên kurdî fehm bike. Herwiha divê peyvsazî û biwêjsaziya bi wergerandinê hewl bide cihên vala di xezîneya peyvên kurdî de dagire (bo nimûne têrmên teknîkî, zanistî û edebî çêke), ne hin bêje û bwêjên bi wergerandinê sazkirî li cihê bêje û biwêjên kurdî yên heyî bisepîne û ferz bike.

Têbînî

1 Hin nimûne ji bikaranîna peyva "malper" di kurdî de: https://www.google.fi/webhp?sourceid=chrome-instant&ion=1&espv=2&ie=UTF-8#q=malper%20xwe

2 Herwiha "xwendegeh, xwandingeh, xwandegeh". Çend nimûne ji bikaranîna peyva "xwendingeh": https://www.google.fi/webhp?sourceid=chrome-instant&ion=1&espv=2&ie=UTF-8#q=xwendingeh+xwe

3 Çend nimûne ji bikaranîna peyva "zanîngeh" di nivîsên kurdî de: https://www.google.fi/webhp?sourceid=chrome-instant&ion=1&espv=2&ie=UTF-8#q=zan%C3%AEngeh

4 Çend nimûne ji bikaranîna peyva "makezagon" di nivîsên kurdî de: https://www.google.fi/webhp?sourceid=chrome-instant&ion=1&espv=2&ie=UTF-8#q=makezagon+xwe

5 Ne vekolînên berfireh lê nivîsarên du-sê rûpelî yan kolumn li ser vê mijarê gelek in. Mirov dikare çend nimûneyan ji wan li vê derê bide: http://candname.com/ji-kurdiya-tirki-ber-bi-kurdiya-kurdi-ve-abdulkadir-bingol/, http://cellikani.com/?p=47. Ew ne tenê bi kurdî lê bi tirkî jî hatine nivîsîn, bo nimûne: http://www.mardinlife.com/chan-hesn-talana-ugratilan-kurtce-ve-tirkmanc-yazisi-1035

6 Nivîsar sala 2015 di kovara Lêkolînên Kurdî ya Weşanxaneya Avestayê de hatiye belavkirin.

7 Bo nimûne "Di lîstikên goga destan ya mêran, tîma Amedê pileya yekemîn, Wan ya duyemîn, tîma Êlîhê jî pileya sêyemîn bi dest xist." http://www.amidakurd.net/nuce/%C5%9Fampiyon%C3%AAn_m%C3%AEhr%C3%AEcan%C3%AA_a%C5%9Fkere_b%C3%BBn

8 Bo nimûne "Xuleya Ferînaz Xusrewanî ya topa piyan bi dawî hat." https://www.pdk-s.com/k/vedio-1/565-kampa-fayde-xuleya-ferinaz-xusrewani-ya-topa-piyan-bi-dawi-hat

9 Bo nimûne "Belê piştê sazbûna federasyonê, pêşbaziyên goga selik jî dom bû." www.geocities.ws/mehname2003/38/diyari2.doc

10 Bo nimûne "Di lîstikên goga destan ya jinan de tîma Wan pileya yekemîn, Şirnex ya duyemîn tîma Amedê jî pileya sêyemîn bi dest xist." http://www.amidakurd.net/nuce/%C5%9Fampiyon%C3%AAn_m%C3%AEhr%C3%AEcan%C3%AA_a%C5%9Fkere_b%C3%BBn

11 Bo nimûne: http://www.pen-kurd.org/kurdi/abuzer-bali/pegog.html

12 http://file1.npage.de/002399/31/html/ferheng_fr-fz.htm beramberî "Fussball" ya almanî.

13 Bo nimûne "DAIŞ koleyên cinsî li bazara reş a Tirkiyê difiroşe". http://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i201871-dai%C5%9E_koley%C3%AAn_cins%C3%AE_li_bazara_re%C5%9F_a_tirkiy%C3%AA_difiro%C5%9Fe

14 Mirov dikare li vê derê li gotina inglîzî û wergerên wê yên bi zimanên din binêre:

15 Bêguman e ku "rojname" li ber modela farisî "rûzname, rûznamê" hatiye çêkirin ji ber ku ya farisî ji berî ya kurdî hatiye bikaranîn. Herwiha wekheviya wan jî ne tesadifî ye anku ne her yekê ji herdu zimanan bêyî haybûna ji zimanê din gihiştine vê netîceyê ji ber ku di zimanên din de hevwateyên wê adeten ne ji van peyvan in, bo nimûne inglîzî "newspaper" (kaxeza nûçeyan").

16 Hin caran jî ji hev cuda wek "roj baş, êvar baş, şev baş" tên nivîsîn.

17 Ji van "good day" (rojbaş) di inglîzî de kêm tê bikaranîn, li cihê wê zêdetir danê sibê gotina "good morning" (spêdebaş, sibe bixêr) û danê êvarê jî gotina "good afternoon" (piştî nîvro baş) tên bikaranîn.

18 Di vekolîneke taybet de me diyar kiriye ku herwiha hejmara peyvên ku tirkî ji kurdî wergirtibin jî pir kêm e û piraniya mitleq ya peyvên îranî yên di tirkî de ne ji kurdî lê ji farisî hatine wergirtin: https://zimannas.wordpress.com/2015/11/29/gelo-tirki-peyv-ji-kurdi-wergirtine/

19 Çend nimûne ji bikaranîna têgiha "şoreşa jinê": https://www.google.fi/search?q=%C5%9Fore%C5%9Fa+jin%C3%AA&oq=%C5%9Fore%C5%9Fa+jin%C3%AA&aqs=chrome..69i57.638j0j4&sourceid=chrome&eşsm=93&ie=UTF-8

©2020 zimannas.com