Destpêk

Mebest ji paşvesazî (back-formation) çêkirina peyveke nû bi kurtkirina peyveke heyî ye. Cudahiya navbera peyvsaziya bi paşvesaziyê û peyvsaziya bi qusandinê ew e ku bi qusandinê peyv tên kurtkirin lê maneya wan naguhere lê bi paşvesaziyê hem wateya peyvê diguhere û hem jî gelek caran birrê peyvê diguhere.

Di paşvesaziyê de paşpirtikek ji peyvê tê avêtin. Bo nimûne, bi paşvesaziyê peyva nivîs (bi inglîzî article, writing) ji peyva nivîsîn (to write) yan hejmar (number) ji hejmartin*1 (to count, to calculate) hatine çêkirin.

Sebebê wê ku em dibêjin "nivîs" ji "nivîsîn" hatiye çêkirin ew e ku "nivîsîn" ji mêj ve di zimanê kurdî de hebûye û di nav xelkê de li kar e. Lê "nivîs" vê dawiyê di zimanê nivîskî de hatiye sazkirin û di nav xelkê de peyda nabe.

Li cihê "mehkeme kirin, dan mehkemeyê" ev demek e ku di kurmanciya nivîskî de peyva "darizandin" 2(to indict, to accuse) tê bikaranîn ku bi eslê xwe ji farisî ji peyvên "dad" (edalet) û "resanden" (gihandin) e anku "gihandin edaletê, birin mehkemeyê, mehkeme kirin, dan mehkemeyê".

Di tirkî de bi heman maneyê peyva "yargılamak" li kar e. Tirkî bi paşvesaziyê ji wê, peyva "yargı" bi maneya "qezaî, dezgeha dadgêran, dezgeha hakiman" (bi inglîzî judiciary) çêkiriye. Îcar li ber modela tirkî, vê dawiyê mirov di nivîsên kurmancî de peyva "daraz" ya bi heman wateya "qezaî, dezgeha dadgêran, dezgeha hakiman" dibîne.3

Hêjayî gotinê ye ku "darizandin" nebûye "dariz" lê bûye "daraz". Tevî ku "daraz, darizandin" ne ji rehên samî (erebî yan aramî ) ne lê tam li gor heman rêkarê hatine çêkirin, wek van peyvên bi xwe eslê xwe samî:

  • xebat / xebitandin
  • şewat / şewitandin

Çendîn peyvên din jî hene ku dişibin paşvesaziyê:

  • revîn => rev
  • dizîn => diz
  • mîstin => mîz

Lê bi ihtimaleke mezin ev peyv ne ji encama paşvesaziyê ne. Bi ihtimaleke mezintir ew bi guhastin-ê (conversion) ji rehê dema niha ya van lêkeran hatine çêkirin.4

Wek din peyvsaziya bi paşvesaziyê hem di kurdî de û hem jî di gelek zimanên din de jî diyardeyeke nadir e.

Di kurdî de bi paşvesaziyê navdêr ji lêkeran tên çêkirin:

  • nivîsîn => nivîs
  • hejmartin => hejmar
  • darizandin => daraz

Lê bo nimûne di inglîzî de adeten lêker ji navdêran tên çêkirin:

  • television (televizyon) => televise (televîze kirin, bi televizyonê weşandin)

TÊKILKIRIN

Têkilkirin (blending) tê maneya çêkirina peyvên nû ji hin beşên lê ne hemû beşên du yan çend peyvan. Di peyvsaziya kurdî û zimanên din de jî ev metod kêm li kar e yan qet peyda nabe. Lê vê dawiyê çend nimûneyên balkêş yên têkil di kurdî de hatine çêkirin. Ji wan yên herî navdar tirkmancî (têkilkirina tirkî û kurmancî) û sormancî (têkilkirina soranî û kurmancî). Bi heman metodê herwiha carinan mirov peyvên erebmancî 5(têkilkirina erebî û kurmancî/kurmancî yan erebî û kurdî) û farismancî6 (têkilkirina farisî û kurmancî/kurdî).

Carinan peyvên wek tirkmanc (nîvtirk-nîvkurd, kurdên tirkbûyî, kurdên hevkarên tirkan û hwd.) tê bihîstin. Bi heman awayî herwiha farismanc yan erebmanc jî hene.

Mirov dikare peyva inglîzî brunch (taşta dereng yan firavîna zû) wek nimûne bide ku ji têkilkirina brzeakfast (taşt) û lunch (firavîn) hatiye çêkirin. Belkî di kurdî de mirov bikare peyva paşîv wek têkilkirineke peyva paş û şîv hesab bike lê dikare wê wek sivikkirina du dengên Ş bi Ş-yekê jî rave bike. Herwiha peyva devokî nîro dikare wek têkilkirina nîv+ro(j) were hejmartin. Lê têkilkirin adeten wek peyvsaziyeke bi zanîn tê hesibandin loma hejmartina van peyvên kurdî wek nimûne ji têkilkirinê hinekî biguman e.

Têbînî

1 Herwiha varyanta wê ya din: jimartin => jimar.

2 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "darizandin" bi maneya "mehkeme kirin, dan mehkemeyê": "Berpirsa firotina keçên êzidî li Hewlêrê tê darizandin. http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1008201515

3 Mînakeke ji bikaranîna peyva "daraz": "Ger em neheq bim, dê hingê dewlet bi daraz û dadgeha xwe tişta pêwîst li dijî min pêk bîne." http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/191120142

4 Bo peyvsaziyê bi guhastinê, binêrin kovara Kanîzar, hejmar 1: https://zimannas.wordpress.com/2015/08/04/kanizar-naveroka-hejmara-1-2015/

5 Bo bikaranîna peyva erebmancî di nivîsekê de, binêrin bo nimûne: http://www.lotikxane.com/2014/02/07/cerixin/

6 Bo bikaranîna peyva farismancî di nivîsekê de, binêrin bo nimûne: http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=7617

©2020 zimannas.com