Destpêk

Peyv (bêje, kelîme, wişe, bi inglîzî word) di zimannasiyê de ew şiklên gotinê ne ku ji yek yan zêdetir dengan (herfan) pêk tên û dikarin bi tenê bên gotin yan bên nivîsîn. Peyv dikarin watedar û binaverok bin, wek agir, hinar, muzîk. Lê ew dikarin bênaverok lê wezîfedar bin: hin erk û wezîfeyên rêzimanî pêk bînin, wek bi, ji, na.

Di kurdî û zimanên din de jî peyv adeten ji çend dengan (herfan) pêk tên lê çend peyvên kurdî yên yekdengî jî hene: 1

  • a: wek di gotina "a min" anku "ya min" de
  • e: wek di gotina "e" anku "erê" de yan di hevoka "ew kurd e" de
  • ê: wek di gotina "ê te" anku "yê te" de
  • î: wek di gotina "tu kurd î" de
  • û: wek di gotina "ez û tu" de

Peyv dikarin sade yan jî aloz bin. Peyvên sade (yan xwerû, bi inglîzî simple) peyvên wisan in ku ti beşên wê nikarin jê bên avêtin bêyî ku ew bibe peyveke bêmane.

  • mezin, gul, ji, zû...

Adeten peyvên sade di kurdî de ji 2 -- 5 dengan yan herfan pêk tên. Lê, wek ku li jor hat gotin, hin yên yekdengî jî hene. Herwiha yên 6-dengî jî peyda dibin, bo nimûne:

  • derman, mercan, ceyran...

Peyvên aloz (pêkhatî, dariştî, çêkirî, hevedudanî, bi inglîzî complex) dikare ji du yan zêdetir peyvên sade pêk hatibe. Ew herwiha dikare ji peyveke sade û yek yan çend paşpirtik yan pêşpirtikan ava bûbe. Çend nimûne ji peyvên aloz:

  • nîvro (ji du peyvên sade: nîv + ro[j])
  • mezinahî (ji peyveke sade û paşpirtikekê: mezin+ahî)
  • bêhêvî (ji pêşpirtikekê û peyveke sade: bê+hêvî)
  • bêhêvîtî (pêşpirtik + peyveke sade + paşpirtik)
  • birîndarî (peyveke sade + 2 paşpirtik: birîn+dar+î)
  • bernedan (du pêşpirtik + peyveke sade: ber+ne+dan)

Mijara vê vekolîna me li ser peyvsaziyê ye anku çêkirina peyvên aloz ji peyvên sade ye. Wek prensîp, peyvên aloz parvebar in anku beşên wan dikarin ji hev bên cudakirin yan jî yek yan çend beş jê bên avêtin û dîsa beşa mayî watedar be.

  • mezinahî -> mezin

  • birîndarî -> birîndar -> birîn

  • bêhêvîtî -> bêhêvî -> hêvî

Wek ku tê dîtin, piştî parvekirinê jî peyvên mayî bimane û beraqil in. Loma mirov dibêje ku peyvên aloz parvebar in anku dikarin bên parvekirin.

Peyvên sade parvenebar in anku mirov nikare tiştekî ji wan bixe yan biavêje bêyî ku ew peyv xirab bibin û bêwate bibin. Bo nimûne, mirov nikare peyva mezin bike mezi/mez/ezin/zin ji ber ku ev peyv di kurdî de bêwate ne.

Carinan peyvên sade jî wek prensîp dikarin bên parvekirin û dîsa jî wek peyvên xwerû û serbixwe kar bikin. Bo nimûne:

  • hêvî -> hê (hê jî, hêşta, heta niha)
  • hêvî -> vî (evî, ev)
  • derman -> der (cih) + man (mayîn, sekinîn, rawestîn)
  • dar -> da

Lê peyvên wiha dîsa jî parvenebar in ji ber ku ev imkana parvekirinê tenê tesadifî ye: peyva "hêvî" ji aliyê etîmolojî û dîrokî ve ti têkilî bi peyvên "hê" û "vî" ve nîne, peyva "derman" jî tarîxiyen ne ji peyvên "der" û "man" peyda bûye. 2

Carinan du peyvên pir şibî hev jî yek jê aloz û parvebar e û ya din jî wek prensîp parvebar e lê dîrokiyen peyveke xwerû û sade ye û nikare were parvekirin:

  • gulav (ji gul+av anku ava gulan)
  • kulav (ne ji kul+av anku "ava kulan") 3

Berevajî nimûneyên li jor, hin peyv hebûn ku tarîxiyen aloz û parvebar bûn lê niha êdî bûne peyvên peyvên sade û parvenebar. Bo nimûne, baş tê zanîn ku paşpirtikeke bi şiklê -van di kurdî de heye ku navdêrên biker (agent nouns) çêdike anku navdêrên bi maneya "kesa/ê ku tiştekî dike" dide. Ew paşpirtik xwedî gelek maneyan e lê ji hemûyan zêdetir wateya "nobedar, parêzvan, çavdêr" dide, wek di van peyvan de:

  • gavan, pasevan, şivan...

Niha em bi hêsanî dikarin bibêjin ku gavan peyveke aloz û parvebar e: ga+van anku parêzvanên gayan (û heywanên din yên garanê: manga, golik). Ji vê, em bi hêsanî dikarin bibînin ku -van ya di peyva şivan de jî heman paşpirtik e. Madem wisa ye, şivan di rastiyê de peyveke aloz e. Lê gelo ew dikare were parvekirin?

Tarîxiyen şivan peyveke parvebar bû. Bo nimûne, di avestayî de ew bi şiklê pşupane bû ku ji peyvên pşu- (pez) û pane- (-parêz) anku pezparêz pêk dihat û bi zelalî peyveke aloz û parvebar bû. 4 Lê di kurdî de ti peyveke serbixwe bi şiklê şi nîne û ti maneyê nade. Paşpirtika "-van" jî nikare bi tenê wek peyveke serbixwe be 5 loma peyva şivan di kurdî de êdî peyveke sade û parvenebar e.

Şiklê aloz ji hin peyvên din jî diyar e lê mirov parvekirina wan dijwar e. Bo nimûne:

  • hêlîn: Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku têkilî peyva hêk e. Eger ne wisa hêsan be jî, dîsa bi lêhûrbûneke zêdetir mirov dikare pê bihese ku lîn ya wê hevreha peyva lan, lane ya bi maneya kunc, qunc, cih, war e. 6 Lê parvekirina wê wek hê+lîn ne mimkin e: bi tenê wek peyveke serbixwe ti maneyên têkilî peyva hêk nade. 7 Em peyva lîn jî ne wek peyveke serbixwe û û ji bilî di peyva hêlîn de wek paşpirtik jî nas nakin.

  • golik, goşt, guhan: Ji aliyê dîrokî ve ev hemû têkilî peyva ga ne, bi farisî gav, berê gaw, bi îraniya kevn gew-. 8 Berevajî kurdiya niha, di îraniya kevn de û heta niha jî di gelek zimanên îranî de, ga ne tenê maneya çêlekên nêr lê ya hemû wî cinsê heywanan (nêr û mê) dide, wek ku ji peyvên kurdî gar(r)an û manga/mange (gayên mê) jî diyar e. Paşpirtika --han di peyva guhan de bi eslê xwe --dan(k) e wek di peyvên guldank, şekirdank de. Lê di peyvên kevnar de d ji nava vokalan de ji kurdî ketiye (bo nimûne kurdî ba, bû, za û farisî bad, bûd, zad) yan jî bûye h (meselen kurdî bahîv/behîv/be'îv û farisî badam) 9. Lê dîsa jî golik, goşt, guhan di kurdiya niha de bûne peyvên sade û parvenebar. 10

Mirov dikare lîsteyeke dirêj ya peyvên niha sade û parvenebar lê tarîxiyen aloz û parvebar bide. 11Bo nimûne:

  • mirov, mêr: ji rehê mir- anku "mirin", bi gotineke din = kesên mirbar, dimirin, ne nemir, ne xweda
  • stûn: ji rehê st- bi maneya "sekinîn, li ser piyan/lingan bûn, neketî" ku di peyva ra-we-stîn, ra-we-standin yên kurdî de jî maye
  • bext: avestayî bexte- ji beg+te ji beg- = parve kirin, dabeş kirin, lêk vekirin
  • ferman: fre- = pêş, ma- = pîvan, wek di peyva "peyman" de, paşî di kurmancî de "ey" bûye "ê", wek soranî "pêwan" û taliyê bûye "î" û "m" jî bûye "v" û wisa "pîvan" ji "peyman" peyda bûye
  • embar: ji hem+bar anku "[cihê] birin ber hev"

Hin peyv ji zimanên din ketine kurdî ku di wan zimanan de aloz û parvebar in lê di kurdî de peyvên sade û parvenebar in:

  • rewş: ji farisî reviş ji rev- ku rehê peyva reften = çûn, meşîn, bi rê ve çûn e û --ş jî di farisî de paşpirtikek e. 12
  • birnût: ji tirkî burunotu yan burun otu anku giyayê pozê/difinê/kepiyê ku ji burun = poz û ot = giya)
  • mekteb: ji erebî me+k-t-b. Pêşpirtika me- cihan diyar dike, wek "-geh" ya îranî û bo heman pêşpirtik di peyvên wek mekan, mesken, mehel, medrese de jî heye. "-kteb" ji rehê k-t-b yê maneya nivîsîn e ku di peyvên wek kitab, katib de jî heye.
  • demokrasî: ji yûnanî demos (gel, xelk, milet) û kratos (hêz, qiwet) anku demokrasî = hêza gel, hukimraniya xelkê.

Hin peyvên xwemalî jî hene ku wek peyvên aloz û parvebar dixuyin lê di rastiyê de nikarin bên parvekirin anku divê wek peyvên sade bên hejmartin. Di van nimûneyên me de xetika - ya nav peyvê diyar dike ku wek prensîp parvekirin dikare wiha be lê di pratîkê de ne mimkin e:

  • kûçik (kûç-ik), kitik (kit-ik), pisîk / pisîk (pisî-k), pişîk (pişî-k)

Carinan peyv dikare li gor hin devokan were parvekirin ji ber ku forma sade di wan devokan de heye lê li gor hin devokên din ew ne mimkin e. Bo nimûne, di kurmanciya navendî de jî û di ya rojhilatî de jî peyva çêtir heye. Ew li gor kurmanciya navendî peyveke aloz û parvebar e ji ber ku mirov dikare wê bike çê+tir. Di kurmanciya rojhilatî de jî paşpirtika --tir heye lê ti peyveke serbixwe ya bi şiklê çê di kurmanciya rojhilatî de nîne yan nemaye. Loma peyva çêtir di van devokan de bûye peyveke parvenebar. 13 Bi heman awayî di hemû kurmancî de peyvên bi maneya zêdetir, zehftir yên bi şiklê bêhtir, bêtir, bihtir, pêhtir, pêtir, pitir êdî parvenebar in ji ber ku ti peyvên têkilî wan yên serbixwe (*bê, *bêh, *pê, *pêh, *pi) nînin tevî ku mirov bi hêsanî dikare bibêje ku --tir ya dawiya wan paşpirtik e.

Peyva mezintir aloz û parvebar e (mezin+tir) lê hevwateya wê ya devokî mestir êdî nikare were parvekirin. Tarîxiyen mestir parvebar bû ji ber ku mes-/mez- bi xwe peyveke sade bû derengtir --in lê hatiye zêdekirin. 14 Anku di dîrokê de peyva mezin jî aloz û parvebar bû (mez+in). Lê ji ber ku forma mez-/mes- wek peyveke serbixwe nemaye, hem mezin û hem jî mestir êdî peyvên sade û parvenebar in.

Têbînî

1 Bo lîsteyeke peyên kurt di kurdî de, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/P%C3%AAvek:Peyv%C3%AAn_kurd%C3%AE_y%C3%AAn_kurt

2 Bo etîmolojiya van peyvan, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/h%C3%AAv%C3%AE û https://ku.wiktionary.org/wiki/derman.

3 Bo etîmolojiya kulav, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/kulav.

4 Berevajî ku bi gelemperî tê bawerkirin, ne têkilî peyva "şiv" e anku "şivan" ne sivikkirina "şiv+van" e. Bi heman awayî forma farisî "çûban" jî bi ser ve wisa dixuye wek ku ji "çû" (şiv, çîv, şivtan, ço, çov, dardest) be lê tarîxiyen ne wisa ye.

5 Helbet peyveke bi şiklê "van" (pirhemariya çemandî ji cînavê "ev") di kurdî de heye lê ji aliyê etîmolojî ve ti têkiliya wê li gel "-van" ya di peyva şivan de nîne.

6 Bo guherîna "a" bi "î", bide ber kadîn ji ka+dan (cihê danîna kayê), hevreha agirdan(k), şekirdan(k), guldan(k)...

7 Tarîxiyen peyva hêk ji (hêk) û paşpirtika diminutîv (biçûkkirinê) --k peyda bûye lê êdî wek peyveke biçûknekirî bi maneya hêk nemaye. Li jêrtir li nimûneyên kûçik, kitik, pisîk/pişîk binêrin.

8 Bo guherîna "-ew-" bi "-o-", bidin ber xox, dor ji erebî xewx, dewr.

9 Bo guherîna "a" bi "î", bide ber nimûneyên me yên li jortin: hêlîn ji hêk+lan û kadîn ji ka+dan(k). Herwiha bidin ber guherîna "a" bi "î" di rehên lêkeran de: çand -> di-çîn-im, man -> di-mîn-im.

10 Helbet di kurdî de wek prensîp mimkin e ku mirov golik û goşt parve bike û go (gog, gilovir, gurovir) jê bihêle lê ti têkiliya wan bi vê peyvê ve nîne. Herwiha guhan jî dikare wek prensîp bi hêsanî bibe guh+an lê ti peywendiya peyva guhan bi peyva guh re nîne û ew ne peyveke pirhejmara çemandî (paşpirtika -an) e jî.

11 Xwandevanên hêja dikarin zêdetir agahiyan li ser etîmolojiya van peyvan di Wîkîferhengê de bibînin: https://ku.wiktionary.org

12 Heman rehê farisî --rev- bi rêya soranî wek --rew- di peyvên tundrew, peyrew de jî ketiye kurmancî.

13 Di kurmanciya rojhilatî de jî peyva "çê" di peyvên "çêbûn, çêkirin" de heye lê tenê wek pêşlêkerekê (preverb), ne wek peyveke serbixwe.

14 Bo etîmolojia peyva mezin, binêrin: https://ku.wiktionary.org/wiki/mezin

©2020 zimannas.com