Destpêk

Di kurdî de navdêr dikarin bi dariştinê ji rengdêran û hokeran û ji navdêrên heyî bên çêkirin. Bi marjinalî herwiha navdêr dikarin ji hejmarnavan, cînavan û daçekan jî bên dariştin. Dariştina navdêran di kurdî de tenê bi paşpirtikan mimkin e anku mirov nikare bi pêşpirtikan navdêran darêje.1

ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI RENGDÊRAN

Wek prensîp, hemû rengdêrên kurdî dikarin bi yek yan çend paşpirtikan bibin navdêr. Di pratîkê de jî çêkirina navdêran ji rengdêran di kurdî de diyardeyeke berbelav û çalak e. Paşpirtika herî biber anku produktîv di çêkirina navdêran ji rengdêran de --î ye.2 Wek prensîp, hemû rengdêr dikarin bi --î bibin navdêr. Lê di pratîkê de hejmareke paşpirtikên din jî heye ku her yek ji wan li gel hin rengdêran tê bikaranîn bo çêkirina navdêran.

PAŞPIRTIKA --Î

Ev paşpirtik ji bilî kurmancî di lehceyên din yên kurdî de jî heye. Ew herwiha di farisî û hin zimanên din jî yên îranî de bi heman awayî ye. Di pehlewî û partî de ew bi awayê --îh bû, di avestayî û hexamenişî de --ye-vehye-.3

Wek prensîp ev paşpirtik dikare her rengdêrî bike navdêr:

  • rast => rastî
  • pak => pakî
  • pîs => pîsî
  • hejar => hejarî

Rengdêrên bingeh dikarin xwemalî yan jî biyanî bin:

  • feqîr => feqîrî (ji erebî)
  • şaş => şaşî (ji tirkî)
  • dilawer => dilawerî (ji farisî)
  • gernas => gernasî (ji ermenî)
  • notir => notirî (ji fransî)

Ne tenê rengdêrên ji peyvên sade (ne pêkhatî) lê herwiha rengdêrên pêkhatî yan dariştî jî dikarin dikarin bi --î bibin navdêr:

  • ser-firaz => serfirazî
  • birîn-dar => birîndarî
  • bê-kes => bêkesî

Lê di çêkirina navdêran ji rengdêran de di kurdî de çendîn paşpirtikên din jî hene. Hin ji wan wek alternatîvên paşpirtika --î ne lê bi hin rengdêran re ew ji --î zêdetir li kar in. Carinan heta --î li gel wan peyvan pirr nadir e yan heta mirov dikare bibêje nayê bikaranîn jî. Li jêr em ê hewl bidin paşpirtikên din yên ku li navdêran ji rengdêran saz dikin li gor berdariya wan (çend biber in anku mişe ne) rêz bikin.

PAŞPIRTIKÊN --YÎ Û --HÎ

Eger rengdêr bi vokalekê bi dawî were, hingê li cihê paşpirtika --î, paşpirtika --hî yan jî --yî dikare were bikaranîn:

  • amade (hazir) => amadehî / amadeyî (hazirî)

Ev herdu paşpirtik jî bi eslê xwe ji paşpirtika --î ne, tenê bo rêgirtina du vokalan li pey hev, Y yan jî H dikeve navbera wan. Lê gelek caran jî ne --hî / -yî lê paşpirtika --tî dikeve pey vokala rehî (li jêrtir binêrin).

PAŞPIRTIKA --AHÎ / -AYÎ

Paşpirtika --ahî di hin devokên kurmancî de û herwiha di soranî bi awayê --ayî peyda dibe. Ew paşpirtikeke îranî ye û di pehlewî de jî bi forma --ay hebû lê di farisiya niha de peyda nabe. Ev paşpirtik di kurdî de li gel çend rengdêrên kevnar li kar e bo navdêrkirina wan:

  • bilind => bilindahî / bilindayî
  • dûr => dûrahî / dûrayî
  • kûr => kûrahî / kûrayî
  • mezin => mezinahî
  • ron => ronahî

Paşpirtika --ahî / -ayî êdî di kurdî de ne çalak e anku mirov nikare navdêrên nû ji hin rengdêrên din jî çêke. Tenê hejmareke bisinor ya rengdêran vê paşpirtikê bi kar tîne û mirov nikare ji bilî wan vê paşpirtikê bide gel hin rengdêrên din. Lê mirov dikare li cihê vê paşpirtikê carinan yek yan çend paşpirtikên din yên navdêrsaz bi kar bîne:

  • ron => ronî
  • bilind => bilindî
  • mezin => mezinatî / mezintî / mezinî

Bi taybetî jî gava ku ev rengdêr beşek ji peyveke pêkhatî bin, hingê paşpirtika --î ya giştî tê tercîhkirin:

  • ser-bilind => serbilindî (ne serbilindahî)

PAŞPIRTIKÊN -TÎ, -ÎTÎ, -ATÎ, -YATÎ, -AYETÎ, -YETÎ, -ETÎ, -ITÎ

Tarîxiyen ev hemû eynî paşpirtik in. Ew ji du rehên cuda peyda bûne. Î-ya dawiya wan hevreha --î ya kurdî-îranî ye ku me li jor behs kiriye. T û herfên din yên berî wê ji paşpirtika --ye(t) ya erebî ne. Anku di van paşpirtikan de du reh gihiştine hev û paşpirtikek (bi çend varyantan) jê peyda bûye.

Paşpirtika --îtî di kurmanciya navendî de xaseten li gel hin rengdêrên kurd tê bikaranîn bo çêkirina navdêran:

  • şaş => şaşîtî
  • hov => hovîtî

Li cihê van, herwiha varyantên bi paşpirtika --î jî mimkin in: şaşî.

Varyanta --tî xaseten hingê li kar e gava ku rengdêrê bingeh bi vokalekê bi dawî tê:

  • zana / zane => zanatî / zanetî
  • bajarî => bajarîtî
  • mişe => mişetî

Paşpirtika --atî hin caran wek varyanteke paşpirtika --ahî / -ayî (li jortir binêrin) tê gotin:

  • mezinahî / mezinatî
  • dûrahî / dûratî

Lê ne herdem:

  • ronahî / ronatî4

Varyantên -ayetî, -yetî, -etî, -itî zêdetir di çêkirina hin navdêran ji hin navdêrên heyî de cih digire -- li jêrtir binêrin.

PAŞPIRTIKA -ANÎ

Bi paşpirtika --anî di du-sê peyvên navdêr tên çêkirin:

  • dost => dostanî
  • mêr => mêranî
  • xort => xortanî

Bi eslê xwe "dost" û "mêr" ne rengdêr lê navdêr in. Lê ew herwiha wek rengdêr jî li kar in, xaseten mêr bi maneya wêrek, bicesaret, bicuret. Loma mirov dikare bibêje ku --anî jî paşpirtikeke çêkirina navdêran ji rengdêran e. Lê mirov dikare herwiha wê wek paşpirtikeke çêkirina navdêran ji navdêran jî bihesibîne. Lê çawa be jî, ew paşpirtikeke nadir û kêmpeyda ye. Herwiha bide ber --înî ya çêkirina navdêran ji navdêran li jêrtir.

PAŞPIRTIKA --VAN

Di nûpeyva (neolojîzma) çalakvan5 de paşpirtika --van bo çêkirina navdêrekî ji rengdêrekî hatiye bikaranîn. Ew hevwateya peyva navneteweyî aktîvîst e. Çalakvan li ber modela inglîzî activist hatiye çêkirin ku ew jî ji rengdêr active (çalak, aktîv) û paşpirtika --ist hatiye avakirin.

Ti nimûneyên din yên çêkirina navdêran ji rengdêran bi rêya paşpirtika --van peyda nabin.

ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI HOKERAN

Çend hokerên (adverb)cihî di kurdî de bi dariştinê dibin navdêr. Di dariştina wan de paşpirtika --î tê bikaranîn:

  • paş => paşî: paşiya tirimpêlê
  • pêş => pêşî: pêşiya malê
  • ber => berî: beriya xwe nedidît
  • daw => dawî: dawiya çîrokê
  • jor => jorî: joriya gundî
  • jêr => jêrî: jêriya çiyayî
  • der => derî: deriyê xanî

Ev formên dariştî bi xwe di heman demê de wek hoker jî li kar in. Ew carinan wek rengdêr jî tên bikaranîn lê wek rengêr formên bi --în (paşîn, pêşîn, dawîn, jêrîn, jorîn...) zêdetir serdest in.

Ji bilî paşpirtika --î, herwiha çend peyvên bi paşpirtika --ahî(k) / -ayî(k*)* jî hene, bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de:

  • ber => berahî(k) (pêşî): berahiya xwe nedidît
  • dûm (dûv) => dûmahî(k) (dawî, xilasî): *dûmahiya çîrokê
  • pêş => pêşahî

ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI LÊKERAN

Lêker dikarin bi rehê xwe yê dema niha, bi rehê demên borî û herwiha bi forma ferhengî (rader, mesder, infinitîv) bi dariştinê bibin navdêr. Dariştina navdêran ji lêkeran bi piranî bi alîkariya paşpirtikan çêdibe lê herwiha pêşpirtika bi- jî hin peyvên wiha saz dike.

Ji rehê dema niha

Rehê dema niha piraniya lêkerên gerguhêz (transitîv) û hin lêkerên gerneguhêz (intransitîv) dikare bo çêkirina navdêran were bikaranîn. Bi piranî peyvên wiha çêkirî dibin navdêrên biker (agent nouns) anku kesên yan aletên ku tiştekî dikin. Bo nimûne:

  • bêjer (ya/yê ku tiştekî dibêje, spîker) ji bêj-er (-bêj- rehê dema niha yê lêkera "gotin" e)
  • gerrok (ya/ê ku digere, aware, derbider) ji gerr-ok (-gerr- rehê dema niha yê lêkera "gerrîn" e)
  • wêr-ek (ya/yê ku diwêre, bicesaret, cesûr) ji wêr-ek (-wêr- rehê dema niha yê lêkera "wêrîn" e)
  • bikuj (qatil, mirovkuj, ya/yê ku kesekî yan heywanekî dikuje) ji bi-kuj (-kuj- rehê dema niha yê lêkera "kuştin" e)

PAŞPIRTIKA --ER

Paşpirtika --er bo çêkirina navdêrên biker ji rehê dema niha yê lêkeran vê dawiyê di kurdî (xaseten kurmancî û soranî) de pirr çalak bûye. Tarîxiyen ev diyardeyeke nû ye û têkilkirina çend paşpirtikên xwemalî û biyanî ye:

--er di paşpirtikên kevnar yên xwe malî de --ker (wek "karker"), -ber (wek "pêxember, peyamber") û "-der" (wek "avder = ya/yê ku avê dide kesekî yan tiştekî") de heye. Lê di rastiyê de ev her sê paşpirtik rehê dema niha yên lêkerên "kirin, birin, dan" bûn û --er tarîxiyen di wan de ne paşpirtik bû lê beşeke wan ya bingehîn bû. Lê di kurmanciya navendî de "--er" ji rehê van lêkeran ketiye û tenê --d-, -k-, -b- mane (di-d-im, na-d-î, di-k-im, na-k-î, di-b-im, na-b-î). Di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di soranî de --E- maye lê ji wan jî R ketiye (bi kurmanciya rojhilatî: -di-de-m, na-de-y, di-ke-m, na-ke-y, di-be-m, na-be-y).

Lê di çêkirina bikerên ji navdêr/rengdêr + rehê dema niha* de van peyvên "kirin, dan, birin" (û hewiha "xwarin") rehê xwe yê dema niha yê kevnar parastiye:

  • kar-k-er, peyam-b-er, av-d-er, nan-xw-er (ne kark, peyamb, avd, nanxw) lê bide ber "stran-bêj, av-rêj, mirov-kuj..." (ne stran-bêj-er, av-rêj-er, mirov-kuj-er...)

Ev paşpirtik herwiha li gel rehê dema niha yê lêkera "anîn" (bi devokî "hanîn, înan, hînan, înadin, hînadin") anku --în- (bi soranî "-hên-" ji "hênan") jî tê bikaranîn tevî ku tarîxiyen di wî rehî de --er ne beşeke bingehîn ji wî rehî ye:

  • der-în-er / der-hên-er
  • bi-kar-în-er / bi-kar-hên-er

Heman paşpirtika --er di inglîzî û hin zimanên din yên ewropî de jî navdêrên biker çêdike. Bo nimûne:

  • kill (kuştin, -kuj-) => killer (kuj-er, bikuj, qatil)
  • sing (strîn, stran gotin) => singer (stranbêj)

Di tirkî de jî paşpirtika --er heye û bi maneyeke nêzîkî lê ne tam wekî inglîzî heye. Di rastiyê de peyva kurmancî koçer ji tirkiya kevn köçer e ku bi tirkiya niha bûye göçer û maneya "koçker, barker" dide.

Paşpirtika --er ya niha bi çalakî li rehê dema niha yê lêkeran tê barkirin û pê navdêrên biker tên çêkirin, dikare wek encama hevgihandina van her sê rehên îranî, inglîzî û tirkî bên dîtin.

Bergeha bikaranîna vê paşpirtika --er li gel rehê dema niha yê lêkerên gerguhêz wek prensîp bêsinor e tevî ku gelek ji van peyvan heta niha kêm hatine bikaranîn yan qet nehatine bikaranîn jî lê bikaranîna wan mimkin e:

  • avêj-er (< avêtin)
  • bêj-er (< gotin)
  • çemîn-er (< çemandin)
  • dirrîn-er (< dirrandin)
  • hejîn-er (< hejandin)
  • jenîn-er (< jenandin)
  • kelîn-er (< kelandin)
  • livîn-er (< livandin)
  • mirin-er (< mirandin)
  • nivîs-er (< nivîsîn)
  • perçiqîn-er (< perçiqînandin)
  • revîn-er (< revandin)
  • sekinîn-er (< selixandin)
  • şidîner (< şidandin)
  • tewizîn-er (tewizandin)
  • zivirîn-er (< zivirandin)

Lê --er li gel lêkerên gerneguhêz nayê bikaranîn. Bo nimûne, bikaranîna van peyvan di kurmancî de ne li kar e û nikare bê bikaranîn jî:

  • ç-er (< çûn)
  • gerr-er (< gerrîn)
  • rev-er (< revîn)
  • sekin-er (< sekinîn)

PAŞPIRTIKA -OK

Paşpirtika --ok rehê dema niha yê lêkerên gerneguhêz (intransitîv) dike navdêrên biker (yên ku tiştekî dikin):

  • rev-ok (< rev-în)
  • gerr-ok (< gerr-în)
  • hej-ok (< hej-în)
  • kenok (< ken-în)

Lê hin lêkerên gerneguhêz yên sade nikarin wiha bibin navdêrên biker û peyvên wiha di kurdî de peyda nabin:

  • ç-ok (< ç-ûn) anku "ya/yê ku diçe"6
  • ê-y-ok /hê-y-ok (< hatin)

PAŞPIRTIKA -- KAR

Paşpirtika --kar li gel rehê dema niha yê çend lêkeran navdêrên biker çêdike:

  • nivîskar (nivîsevan, nivîser, edîb)
  • ajokar7 (ajovan, şofêr)

PAŞPIRTIKA -- VAN

Çend nûpeyv bi paşpirtika --(e)van li gel rehê dema niha hatine çêkirin:

  • parêz-van8 (parêzer, parêzgar, mihafiz)
  • nivîs-e-van9 (nivîskar, edîb, kitêbnivîs)
  • ajo-van10 (ajokar, şofêr)

Paşpirtika --(e)van herwiha li gel rehê demên borî jî hin peyvan çêdike (li jêrtir binêrin).

PAŞPIRTIKA -- GAR

Paşpirtika --gar peyva parêzgar ji rehê dema niha --parêz- yê lêkera "parastin" çêkiriye.

Paşpirtika --gar herwiha di peyva rizgar de ye. Ew wek rehê dema niha ji lêkera "risten" (revîn, filitîn, xwe xilas kirin, xwe rizgar kirin) ya farisî dixuye lê di rastiyê de rehê wê lêkerê bi farisî --reh- e. Di rastiyê de rizgar forma sivikkirî ji ristgar ya farisî ye ku ji rehê dema niha --rist- + -gar peyda bûye. Bo guherîne -STG- bi --ZG- bidin ber dest+geh=>dezgeh.

PÊŞPIRTIKA BI-

Pêşpirtika bi- çend navdêrên biker ji rehê dema niha yê çend lêkeran çêdike:

  • bikuj (< -kuj-, kuştin) anku "qatil, kujer, ya/yê ku kesekî dikuje yan kesek kuştiye)
  • bikirr (< -kirr-, kirrîn) anku "kirrya, mişterî, bayî, ya/yê ku tiştekî dikirre yan tiştek kirriye)
  • bi-k-er (< -k- < -ker-, kirin) anku "fail, aktor, kesa/ê ku tiştekî dike yan tiştek kiriye)

Bikaranîna vê pêşpirtikê li gel rehê dema niha yê lêkeran bo çêkirina navdêrên biker diyardeyek nadir û neçalak e.

PAŞPIRTIKA -YAR

Bi kêmî peyva kirryar ji rehê dema niha yê lêkera kirr-în û paşpirtika --yar pêk hatiye. Wek din bikaranîna vê paşpirtikê li gel rehê dema niha yê lêkeran bo çêkirina navdêrên biker diyardeyek nadir û neçalak e.

Ji rehê demên borî

Hejmareke kêm ya navdêran ji rehê demên borî + paşpirtikekê dibin navdêr. Paşpirtikên li kar lê -ar, -er, -ok, -ox, -(e)van in lê ti ji wan ne zêde çalak in. Hema-hema di nav gel de li gel rehê demên borî ne li kar in jî û çend peyvên bi wan çêkirî jî zêdetir nûpeyv anku neolojîzm in, vê dawiyê di zimanê nivîskî de hatine çêkirin. Belkî tek awarte û istisna peyva mirar ya berbelav û gelêrî ye.

PAŞPIRTIKA -AR

Çend rehê demên borî yên lêkeran bi alîkariya paşpirtika --ar dibin navdêr:

  • got => gotar
  • kuşt => kuştar (qetliam, qeleço, komkujî)
  • mir => mirar

Ji bilî van rehê di kurdî de heyî, herwiha peyva "reftar" (tevger, miamele, behavior/behavior) heye ku ji lêkera farisî "reft-en" hatiye çêkirin. Ev peyv ne di kurdî de hatiye çêkirin lê yekser ji farisî hatiye neqilkirin. Wek din jî peyvên wiha -- ji bilî "mirar" -- di kurdî de (bi kêmî di kurmancî de) nû ne û tenê aidî zimanê nivîskî ne.

Peyva nivîsar (meqale, article) ji rehê dema niha yê lêkera "nivîsîn" (-nivîs-) û paşpirtika --ar hatiye çêkirin. Cudahiya vê peyvê ji peyvên wek "got-ar, reft-ar, kuşt-ar" ew e ku "nivîsar" ne li ser rehê demên borî ya peyva "nivîsîn" (-nivîsî-) lê li ser rehê dema niha (-nivîs-) hatiye avakirin.

Herwiha peyva "mir-ar" jî wek prensîp dikare ji rehê dema niha yan jî ji rehê demên borî be ji ber ku di kurmancî de herdu reh "-mir-" (ew di-mir-e, ew mir). Lê gava ku mirov li hevrehên wê di zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de dinêre, mirov dibîne ku ew bi rastî ne li ser rehê dema niha lê li ser rehê demên borî ye. Di soranî, farisî û gelek ziman û zaravayên din de ew bi şiklê "mirdar, mordar, murdar..." e anku D di wan de heye. Ev D tenê di rehê demên borî de di van ziman û zaravayan de heye, ne di rehê dema niha de. Lê ji ber ku D ji kurmancî ketiye, mirov dikare bibêje ku "mirar" ji rehê dema niha yan jî ji rehê demên borî ye lê tarîxiyen ew bêguman ji rehê demên borî ye.

Peyva "nivîsar" nûpeyveke (neologism, peyveke nûçêkirî) û mirov dikare wê tenê wek istisna bibîne û bibêje ku paşpirtika --ar ji bilî wê navdêran ji rehê dema niha yê lêkeran pêk naîne.

PAŞPIRTIKA --OK

Di nav gel de û di zimanê nivîskî de jî paşpirtika --ok li gel rehê dema niha li kar e (li jortir binêrin). Lê --ok bi rehê demên borî re di nav gel de peyda nabe. Çend hewlên peyvsazî bo çêkirina hin peyvan ji rehê demên borî + -ok hatine dan lê bi ser neketine:

  • bihîst-ok (telefon yan berguhk)

PAŞPIRTIKA -OX

Paşpirtika --ox li gel rehê demên borî di zazakî de hin peyvan çêdike:

  • wendox (xwandevan), vatox (bêjer), rotox (firoşer, firoşkar)11...

Ne diyar e ka çend ji peyvên wiha di zazakî de bi rastî bi çalakî di nav xelkê de li kar in û çend jî tenê çêkiriyên rêzimannivîsan in.

Di kurmancî de jî hewl hatiye ku ev paşpirtik bê nasandin û aktîvkirin. Li gor Amed Tîgrîs "ajotox, çêkirox, firotox, gotox, kirox, kuştox, şîretkirox, vegirtox... Ji zaravayê dimilî derbasî kurmancî bûye. Mirov him di kovara Hawar û him jî di berhemên Cigerxwîn de rastî vê parkîtê tê. Li herêma Licê kurmanc di axaftina xwe ya rojane de bi kar tînin."12

Ji nimûneyên zazakî jî û yên kurmancï jî diyar dibe ku ew li gel rehê demên borî yên lêkerên gerguhêz li kar e. Ne diyar e ka ew dikare herwiha bi lêkerên gerneguhêz re jî bê bikaranîn yan na. Lê heta niha ev paşpirtik di pratîkê de di kurmanciya nivîskî de pir kêm hatiye bikaranîn û di nav gel de jî li piraniya beşên Kurdistanê nenas e.

Ji aliyê etîmolojî ve ev paşpirtik dikare ji ermenî be. Lê li aliyekî din, di belûçî -- ku zimanekî îranî -- de jî peyda dibe. Loma mimkin e ku ew paşpirtikeke îranî be û mimkin e ku hevreha paşpirtika --ok ya kurmancî be.

PAŞPIRTIKA -YAR

Di peyvên kiryar (emel, deed) û biryar (qerar, decision) de rehê lêkerên "kirin, birin" û paşpirtika "-yar" hene. Di peyva "kiryar" de --kir- rehê dema niha ji lêkera "kirin" e lê di peyva "biryar / birryar" de --birr- wek rehê dema niha ji lêkera "birrîn" dixuye. Di rastiyê de "biryar" ji "birrî+ar" e anku anku ew jî ji rehê dema borî ya lêkera "birrîn" (birrî) ye.

PAŞPIRTIKA -ER

Wek ku li jor hat behskirin, paşpirtika --er li gel rehê dema niha yê lêkerên gerguhêz çalak e yan hatiye çalakkirin. Li gel rehê demên borî ew adeten ne li kar e.

Lê nûpeyva bûyer (rûdan, rûdaw, miqeder, qewimîn) de --er- li gel rehê dema borî yê lêkera "bûn" hatiye xebitandin: bû-y-er (Y herfa kelijandinê ye, tenê bo rêgirtina li ber hevgihiştina du vokalan hatiye bikaranîn).

Peyva "bûyer" bi çend awayan ji peyvên bi rehê dema niha + -er cuda ye:

  • ew ji rehê demên borî hatiye çêkirin (peyvên din ji rehê dema niha)
  • ew ji lêkereke gerneguhêz hatiye dariştin (peyvên din ji lêkerên gerguhêz)
  • ew maneya "ya/yê ku tiştekî dike" nade anku ne navdêrek biker e (peyvên din navdêrên biker in anku tiştekî dikin)

PAŞPIRTIKA --VAN

Li jortir me behs kiriye ku paşpirtika --van hin peyvan ji rehê dema niha çêdike. Lê di peyva xwand-e-van / xwend-e-van de ew vê peyvê ji rehê demên borî yê lêkera "xwandin / xwendin" çêkiriye. Navpirtika --e- bo sivikkirina xwandinê ye daku sê konsonant ND+V nekevin pey hev.

Peyva xwandevan / xwendevan di kurmancî de berbelav e lê wek din dijwar e ku mirov peyvên ji rehê demên borî û paşpirtika --van çêkirî peyda bike. Hin caran peyva ajotvan13 (şofêr, ajokar) dibîne ku ji rehê demên borî yê lêkera "ajot-in" + "-van" hatiye çêkirin. Lê wek ku li jor hatiye diyarkirin, peyva "ajovan" jî heye ku ji rehê dema niha ye.

PAŞPIRTIKA --WAR

Di peyva xwandewar / xwendewar (kesa/ê ku dizane bixwîne) de navdêrê biker ji rehê demên borî --xwand- / -xwend- yê lêkera xwandin / xwendin + paşpirtika --war hatiye çêkirin. Navpirtika --e- bo sivikkirina xwandinê ye daku sê konsonant ND+V nekevin pey hev.

2.3.2. Ji forma ferhengî

Lêkerên bi forma ferhengî (rader, mesder, infinitîv) dikarin bi paşpirtika --î bibin navdêr:

  • çandin (to cultivate) => çandinî (ziraet, agriculture)

Lê gelek caran lêker bêyî zêdekirina paşpirtikan bi guhastinê (li beşa yekem ya vê vekolînê binêrin) dibin navdêr jî:

  • çandin (to cultivate) => çandin (ziraet, agriculture)

Li aliyekî din, formên bi --î dikarin wek rengdêr jî bên bikaranîn:

  • çandin (to cultivate; agriculture) => çandinî (agricultural)

ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI HEJMARAN

Çend hejmar dikarin bi çend paşpirtikên ji hev cuda bibin navdêr. Ev paşpirtik di çêkirina navdêran ji hejmaran de li kar in lê ti ji wan ne pir biber in: -e, -ik, -îtî, -yîtî

Paşpirtika --e maneyan deman (rojan yan salan) dide hejmaran:

  • hefte (heft roj)
  • çile (40 roj)

Ji bilî van herdu nimûneyên kevnar, paşpirtika "-e" di hin peyvên nûçêkirî yan ji farisî wergirtî de paşpirtika --e ne maneya "roj"ê lê wateya "sal"ê dide:

  • dehe (dehsal, decade)
  • sede (sedsal, century)
  • hezare (hezarsal, millenium)

Ev peyvên bi maneya "sal" di kurmancî de kêm tên bikaranîn, li cihê wan peyvên pêkhatî (hejmarek + sal) di zimanê nivîskî de li kar in: dehsal, sedsal, hezarsal lê formên dehe, sede, hezare jî carinan tên dîtin, bi taybetî di bin tesîra soranî yan farisî de.

Di peyva yeke (unit) de paşpirtika --e maneya demê nade lê wateya komekê dide. Ev peyv jî zêdetir di soraniya nivîskî de li kar e. Di kurmancî de li cihê wê di zimanê nivîskî de peyda yekîne anku yek + paşpirtika --*îne* serdest e, wek nimûne di navê hêzên çekdarî yên Rojavayê Kurdistanê Yekîneyên Parastin Gel (YPG) de.

Paşpirtika --î di kurmanciya rojhilatî de peyva heftî çê dike ku hevwateya peyva hefte ya devok û zaravayên din e. Heman paşpirtika peyva çilî / çelî de heye ku maneya "rewşa dayikê û/yan zarokê di 40 rojên pêşîn yên welidînê / welidandinê de".

Paşpirtika --ik çendîn peyvên bi maneya "ewqas roj" çêdike. Yek ji van peyvan çilik / çelik e ku hevwateya peyva çilî / çelî ya li jortir behskirî ye. Heman paşpirtik çend peyvên din jî çêdike:

  • şeşik (şeş roj, bi taybetî 6 rojên rojîgirtina dilxwazî di meha şewalê ya salnameya îslamî de)
  • nehik / dehik (9/10 roj, xaseten rojên rojîgirtina dilxwazî di meha zulhecê ya salnameya îslamî de)

Di lîstika bi navê pêncokanê de navdêr ji paşpirtika --ok ji hejmarê hatiye avakirin. Lê peyva pêncok tenê peyda nabe. Herwiha paşpirtika --anê ya bi maneya "yarî, lîstik, -bazî" heye (bidin ber goganê, holanê, topanê, şûranê, gilçanê û hwd.)

ÇÊKIRINA NAVDÊRAN JI NAVDÊRAN

Di çêkirina navdêran ji navdêran de bi alîkariya paşpirtikan, mirov dikare bibîne ku navên hin tiştan dikarin bibin navên hin bikeran (kesên ku wan tiştan dikin). Herwiha mirov dikare ji navê bikeran jî karên wan bikeran çêke. Li aliyekî din, navê tişt û kirinan jî ji bikerên wan mimkin e.

ÇÊKIRINA BIKERAN JI TIŞTAN

Piraniya navdêrên biker (agent nouns) anku navên bikeran (kesên ku tiştekî dikin yan xwedî tiştekî ne) bi alîkariya paşpirtikan di kurdî de ji navên wan tiştan tên çêkirin:

  • ga => gavan
  • hiş => hişyar
  • asin / hesin => asinger / hesinger
  • nal => nalbend
  • huner => hunermend
  • çay => çayçî
  • dikan => dikandar
  • hîle => hîlebaz
  • siyaset => siyasetmedar
  • komun => komunîst
  • çav => çavdêr

Wek ku ji paşpirtikên van peyvan diyar e, ne paşpirtikek lê çendîn paşpirtik di çêkirina bikeran ji tiştan de hene. Ev tenê hin nimûne ne, lîste bi ti awayî ne temam e.

Hin ji wan pir nadir in, bo nimûne "-medar" di peyva "siyasetmedar" de ku tenê formek e ji peyva "siyasetvan" ya giştîtir. Lê paşpirtikên din bi piranî hemû çalak û biber in, bo nimûne "-van, -mend, -dar, -baz, -îst". Hin ji van bi zelalî biyanî ne, bo nimûne "-îst" ji zimanên ewropî ye, "-çî" ji tirkî ye û "-mend" jî ji farisî ye û tenê vê dawiyê bi rêya soranî ketiye kurmancî. Di rastiyê de "-dar" jî ji farisî ye û rehê dema niha ji lêkera "daşten" (hebûn, xwedî bûn) e anku "dikandar = ya/yê ku dikan heye" lê ji mêj ve ketiye kurdî.

Ji bilî paşpirtikan, herwiha navdêrên biker gelek caran ji navdêr + rehê dema niha yê hin lêkeran tên çêkirin:

  • stran-bêj
  • kar-ker
  • peyam-ber
  • şîr-mêj

Lê "paşpirtikên" wiha di rastiyê de ne paşpirtik in, ew rehên lêkeran in (carinan + -er) loma em wan li vê derê wek paşpirtikên çêkirina navdêran ji navdêran nahesibînin. Di mijara peyvên pêkhatî de me behsa wan kiriye.

PAŞPIRTIKA -Î

Ev paşpirtik navê xelk û miletan ji navên welatan û herwiha jî navê rûniştvanên deran ji navên wan deran çêdike:

  • Kurdistan => kurdistanî
  • Dihok => dihokî
  • bajar => bajarî
  • gund => gundî
  • welat => welatî

Eger navê welatî yan bajarî bi vokala --a bi dawî bibe, adeten paşpirtik dikare --yî be yan jî --a dikare bikeve û cih bide --î:

  • Ewropa => ewropayî / ewropî
  • Amerîka => amerîkayî / amerîkî

Eger nav bi xwe bi --î bi dawî were, hingê --î dubare nabe û --iyî jî

  • Silêmanî (bajar) => silêmanî (xelk)
  • Amêdî (bajar) => amêdî (xelk)

Peyvên wiha çêkirî bi eslê xwe rengdêr in û maneya "ji / têkilî filan cihî" didin lê bi berfirehî bi maneya "rûniştvana/ê filan cihî" yan "kesa/ê ji filan derê" jî didin.

PAŞPIRTIKA -VAN

Hevrehên paşpirtika --van di zaravayên kurdî û zimanên din jî yên îranî de peyda dibe: soranî û kurdiya başûrî --(e)wan, farisî --ban, pehlewî --pan, avestayî û hexamenişî --pane, hemû ji proto-hindûewropî *peh- (parastin) ku herwiha serekaniya lêkeran payîn / pan (li bendê bûn, li hêviyê bûn) ya kurmancî, payîden ya farisî û pawtene ya zazakî ye jî.

Maneya eslî ya vê peyvê paşpirtikê "çavdêr, nobedar, parêzvan" e, wek di gotinên şivan, gavan de. Lê êdî maneya vê paşpirtikê berfireh bûye û ne tenê bi çavdêriya pasîv ve maye lê herwiha li şûna bikerên aktîv jî tê xebitandin:

  • nêçîrvan (kesa/ê ku nêçîrê dike, heywanan dikuje)
  • helbestvan (kesa/ê ku helbestan dinivîse)14

Hin kes berfirehbûna paşpirtika --van rexne dikin û dibêjin ku bo nimûne peyvên wek helbestvan şaş in. Ew li cihê vê peyvê bo nimûne peyva helbestkar pêşniyaz dikin. Lê berfirehbûna mane û bikaranîna hin paşpirtikan diyardeyeke zimannasî ya giştî ye loma peyvên heyî û berbelav di cihê xwe de ne. Herwiha peyvên çêkirî yên wek helbestkar xelet in ji ber ku mirov dikare helbestvan be anku helbestan binivîse bêyî ku ew "karê" mirovî bin -- mirov belkî di jiyana rojane de karekî qet ne têkilî helbestvaniyê bike lê dîsa jî di nivîsîna helbestan de biserketî be.

Paşpirtika --van di hin peyvan de bi hin varyantên ji vê forma serekî cuda ye. Di soranî de ew adeten ne "-wan" lê "-ewan" e: şax-ewan (çiyavan). Tesîra vê formê li hin peyvên kurmancî, xaseten behdînî jî heye:

  • pişt-evan (piştgir, alîgir)
  • nivîs-evan (nivîskar, nivîser, edîb, katib)
  • zêr-evan (çavdêr, ji *zêr = seyr anku temaşe [kirin])

Ji bilî forma kevanî (bermalî, jin, pîrek, kulfet), herwiha varyantên kabanî, kebanî jî di kurmancî de peyda dibin. Di wan de tesîra forma --ban ya farisî heye tevî ku kabanî, kebanî li derveyî Rojhilata Kurdistanê jî di kurdî de peyda dibin. Heman form di peyva şabanî / şabanû (melike, kralîçe) de jî peyda dibe lê ji xwe ev peyv vê dawiyê ji farisî hatiye wergirtin. Paşpirtika --î ya li pey van peyvên kebanî / şabanî baş nayê nasîn. Mimkin e ku ew nîşana mêyîtiyê be ji ber ku heman paşpirtik di peyvên din jî yên bi heman maneyê de heye: bermalî, berdilî, delalî yên bi maneya "jin, yar".

PAŞPIRTIKÊN --DAR, -DÊR, -DE

Gava ku paşpirtika --dar rengdêran çêdike, ew bi bi zelalî van maneyan dide: "xwediya/ê tiştekî", "bi tiştek", "kesa/ê yan tişta/ê ku tiştek heye". Lê gava ku ew navdêran ji navdêran çêdike, maneya wê berfirehtir e:

  • dikandar (xwediya/ê dikanekê => birêvebera/ê dikanekê, shopkeeper)
  • birîndar (kesa/ê ku birîn hen => kesa/ ku birîn lê bûne, wounded)
  • guhdar (kesa/ê ku guhê xwe dide gotinên kesên din, obedient)
  • fermandar (kesa/ê ku xwedî ferman e yan fermanan dide, commander)

Ji van nimûneyan herduyên dawiyê (guhdar, fermandar) dikarin bi şaşî li cihê "guhder, fermander" hatibin çêkirin jî lê guman jê nîne ku ew bi şiklê xwe yê "guhdar, fermandar" serdest in.

Heman paşpirtika --dar di soranî û farisî de jî heye. Di rastiyê de di farisî de ew rehê dema niha ji lêkera daşten (hebûn, xwedî bûn) û maneya "heye" dide. Di kurdî de bi vê maneyê ew wek peyveke serbiwe peyda nabe15 û --dar bi zelalî paşpirtik e. Lê di farisî de ew rehê lêkerekî ye û di farisî de peyvên "--dar"ê çêkirî dikarin wek peyvên pêkhatî bên hejmartin. Di zimanên îraniya navîn (pehlewî, partî) û îraniya kevn (avestayî û hexamenişî) de jî "dar-" wateya "hebûn"ê dida.

Di kurdî de di peyva çavdêr (lênêr, kontrolker, observer) de paşpirtik ne --dar lê --dêr e lê bi mentiqa xwe ew jî her wek guhdar e. Di kurmanciya nivîskî de, xaseten di rêzimanê de çend peyvên din jî bi paşpirtika --dêr hatine çêkirin lê di rastiyê de maneya wan ji "-dêr /-dar" ya bingehîn gelek dûr e yan qet tine ye:

  • deng (voice, sound, phoneme) => dengdêr (consonant)
  • nav (name) => navdêr (noun)
  • reng (colour) => rengdêr (adjective)

Di van peyvan de, bi taybetî di navdêr û rengdêr de --dêr ji --dar zêdetir dişibe --der anku dide. Bo nimûne "rengdêr: peyvên ku rengan / awayan didin peyvên din". Lê peyva dengdêr nayê zanîn ne ewqas jî biserketî ye ji ber ku consonant adeten wek herfên "bêdeng" tên hesibandin, ne wek yên "bideng". Helbet her herf "bideng" e anku dengek heye lê eger em "dengdêr" bi maneya "herfên ku deng hene" qebûl bikin jî, ma çawa vokalan deng nînin heta ku em ji dijberên wan re bibêjin "dengdêr"?!

Paşpirtika --de bo nimûne di peyvên fermande û qûnde de heye. Ew di rastiyê de ne paşpirtikek e lê formeke rehê dema niha ji lêkera "dan, dayîn" e ku formên din --d- (bi-d-in, ne-d-î) û --der- (forma kevn ya paşgir) in.

PAŞPIRTIK -YAR

Paşpirtika --yar bo nimûne di peyvên wek hiş-yar û bext-i-yar de heye.

Berevajî ku hin caran tê idiakirin, ew ne ji peyva "yar" ya bi maneya "dost, evîndar, aşiq, maşûq" e. --yar formeke "nermbûyî" ji paşpirtika --dar e. Bo nimûne hişyar anku kesa/ê hiş û aqil heyî, wek aqil-dar ya hevwateya wê. Bo guherîna D bi Y, bidin ber kurmancî sed û zazakî sey.

Peyva cotkar xaseten di kurmanciya rojhilatî de bi awayê cotyar e, bi soranî cutyar. Mimkin e ku ev --yar jî ji --dar be lê herwiha dibe ew ji --kar jî be û pêşî bûbe --gar û taliyê jî bûbe --yar.

PAŞPIRTIKA --GER

Paşpirtika --ger ji mêj ve di kurdî de di peyvên wek asin-ger / hesin-ger û zêr-in-ger de heye. Vê dawiyê hin nûpeyv jî pê hatine çêkirin, wek "rojnameger, weşanger, dozger, mêtinger (kolonyalîst)". Lê dîsa jî bikaranîna vê paşpirtikê bisinor e û wisa dixuye ku dê bisinor bimîner.

Heman paşpirtik di soranî û farisî de jî li kar e, di farisî de piçekê ji kurdî çalaktir e. Ev paşpirtik bi eslê xwe ji paşpirtika --ker e lê bi nermkirinê K bûye G.

Hêjayî bibîranînê ye ku ev paşpirtik li gel rehên lêkeran --gerr (ji "gerrîn") û "-gêrr" (ji "gêrran" anku "gerrandin") neyê tevlihevkirin:

  • esmangerr (astronot, kesa/ê ku li esmanan / fezayê digere)
  • aşgêrr (kesa/ê ku aşî digerrîne, dilivîne, diçerixîne)

Bo guherîna --ger û --gêrr van peyvan bidin ber hev:

  • rojnameger (rojnamevan, rojnamenivîs, jornalîst)
  • rojnamegêrr (kesa/ê ku rojnameyan digerrîne daku bifiroşe yan bigihîne mala xelkê)0

PAŞPIRTIKA --MEND

Ev paşpirtik bo nimûne peyvên wek hunermend, karmend, şêwirmend yên navdêrên biker ji navdêran çêdike. Maneya bingehîn ya paşpirtik --mend jî wek ya --dar e anku "kesa/ê ku tiştek heye". Ew mane baş di rengdêrên wek "dewlemend, behremend" de diyar dibe. Di navdêrên bi vê paşpirtikê de wateya paşpirtikê êdî ne zelal e lê erka wê berçav e: navdêrên ku ew çêdike biker in: "kesa/ê ku tiştekî dike yan mijûlî tiştekî ye".

Ev paşpirtik vê dawiyê bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî. Ew di peyvên nav gel de belav di kurmancî de peyda nabe. Heman paşpirtik di pehlewî de wek --(o)mend û di avestayî û hexamenişî de jî wek --ment hebû. Di soranî de û xaseten jî di kurdiya başûrî de D-ya dawiya peyvê dikeve û paşpirtik dibe --men.

PAŞPIRTIKA --ÇÎ / -CÎ

Ev paşpirtik bi eslê xwe ji tirkî ye. Di tirkî de ew li gor peyva bingehîn çendîn formên ji hev cuda werdigire: konsont dikare Ç yan jî C be, vokal jî dibe ku I, İ, U, Ü. Di kurdî de ev hemû varyantên tirkî adeten dibin --çî:

  • tirkî: bekçi => kurdî: bekçî (nobedar, zêrevan, çavdêr)
  • T: çaycı => K: çayçî (çaygêrr)
  • T: topcu => K: topçî (topavêj, bombeavêj)
  • T: Apocu (PKKyî) => K: apoçî

Ji vê nimûneya dawiyê mirov roj bi roj zêdetir herwiha forma "apocî" jî dibîne anku C-ya peyva tirkî di kurdî de wek C tê parastin.

Dijberên apociyan bi tirkî bi bernavê "korucu" (parêzvan) tên nasîn ku kurtkirina "köy korucu" (gundparêz, parêzvanên gunda) e. Ev peyv di kurdî de bi piranî bi forma "qoricî" li Bakurê Kurdistanê li kar e û beramberî "cehş, caş" (kurdên alîkarên hikûmetê) berê li Başûrê Kurdistanê) ye. "Qoricî" yek ji wan kêm peyvan e ku tê de di kurdî de C-ya paşpirtika --CU ya tirkî wek C hatiye parastin û nebûye Ç.

Bikaranîna paşpirtika --çî ne tenê ketiye kurmanciya li ber tesîra tirkî. Ew herwiha di soranî, farisî û erebiya devkî de jî cih digire. Bikaranîna vê paşpirtikê di kurmanciya nivîskî de heta ji farisî û soranî jî zêdetir bisinor e -- ihtimalen ji ber ku piraniya kurmancînivîsan dizanin ku ew ji tirkî ye û loma naxwazin wê bi kar bînin.

PAŞPIRTIKA -BAZ

Ev paşpirtik bo nimûne di peyvên wek hîlebaz, fêlbaz, sihirbaz, cambaz / canbaz de heye. Ew bi eslê xwe ji farisî ketiye kurdî û di farisî de rehê dema niha ji lêkera baxten (lîstin, yarî kirin) e.

Bikaranîna vê paşpirtikê di kurdî de bi piranî bi meremeke neyînî û negatîv tê bikaranîn, wek ku ji peyvên fêlbaz û hîlebaz diyar e. Ev peyv di heman demê de navdêr û rengdêr in jî, navdêrî yan rengdêriya wan ji hevokê diyar e.

PAŞPIRTIKA --ÎST / -IST

Ev paşpirtik di sedsala 20em de ji zimanên ewropî ketiye kurdî. Ew bi piranî navdêrên biker yên bi maneya biker û aktorên siyasî û civakî li kar e, bo nimûne:

  • komun-îst
  • sosyal-îst
  • radîkal-îst
  • faşîst
  • rasîst

Lê carinan peyvên nesiyasî jî wê paşpirtikê werdigirin:

  • piyanîst (piyanolêder)
  • kolumnîst
  • panelist

Adeten bikaranîna vê paşpirtikê tenê li gel peyvên ji zimanên ewropî mimkin e, ew bi hêsanî nakeve gel peyvên xwemalî yan wek din rojhilatî.

PAŞPIRTIKA --BEND

Paşpirtika --bend ji mêj ve di peyva nalbend de di kurdî de cih girtiye. Vê dawiyê ew di peyvên wek pêbend / pabend (dilsoz, wefadar, sadiq, loyal) û sazbend (hunermenê sazê, muzîkvan) de jî tê dîtin. Wek di rola vê paşpirtikê di çêkirina navdêrên biker ji navdêrên din de kêm e.

Ev paşpirtik yekser yan bi rêya soranî ketiye kurmancî. Di farisî de ew rehê dema niha yê lêkera "bestin" (girê dan) e (bidin ber kurdî ben, benik). Ew herwiha navê tiştan jî ji tiştên din çêdike wek "gulbend, şûşebend".

Varyanta din ya vê peyvê "-wend" e ku di peyvên wek zema-wend û pê-wend-î / pey-wend-î de heye.

PAŞPIRTIKA -MEDAR

Ev paşpirtik tenê di peyva siyasetmedar (siyasetvan, polîtisyen) de navdêrek biker ji navê tiştekî çêdike. Ev peyv vê dawiyê ji farisî hatiye wergirtin. Bi eslê xwe ji du peyvên erebî yên serbixwe siyaset + medar pêk hatiye.

ÇÊKIRINA NAVÊN KARAN JI BIKERÊN WAN

Bi alîkariya çendîn paşpirtikên ji hev cuda mirov dikare ji navdêrên biker (agent nouns) anku navên kesên ku tiştekî dikin yan tiştek in, karê wan kesan çêke:

  • diz => dizî (karê dizan)
  • serok => serokatî (karê serokan)
  • pêşmerge => pêşmergetî (karê pêşmergeyan)

Mimkin e ku navdêrên biker ji xwe jî paşpirtikeke peyvsaz hebûbe û paşî ev paşpirtika çêkirina nave karan ji bikeran jî wergire:

PAŞPIRTIKA --Î

Piraniya navên karan dikarin bi paşpirtika --î ji navên bikeran anku kesên ku wan karan dikin bên çêkirin:

  • doktor => doktorî
  • diz => dizî
  • hunermend => hunermendî

Wek ku diyar e, paşpirtika --î dikare bikeve hem gel peyvên xwemalî (li vir "diz") û hem jî yên bi eslê xwe biyanî (di nimûneyên me de "doktor"). Ew herwiha dikare bikeve gel peyvekê ku ji xwe paşpirtikeke din heye:

  • huner => huner-mend => huner-mend-î

PAŞPIRTIKÊN DIN

Eger navdêrê biker bi vokalekê bi dawî bibe, hingê li cihê --î paşpirtika --tî, -yî yan --hî heye:

  • hosta / hoste => hostatî / hostahî / hostayî, hostetî / hostehî / hosteyî
  • pale => paletî / palehî / paleyî

Bi taybetî di kurmanciya navendî de, paşpirtika --tî yan --îtî dikare herwiha bikeve gel navdêrên biker yên konsonant li dawiya wan jî:

  • doktor => doktorîtî / doktortî

Di hin peyvan de çend paşpirtikên ji van jî cuda karan ji bikeran çêdikin:

  • serok => serok-atî / serok-ayetî
  • endam => endam-etî
  • dost => dost-anî
  • heval => heval-înî

Paşpirtika --î ya "karsaz" bi eslê xwe îranî ye, di soranî û farisî de her --î ye, di pehlewî û partî de --îh bû, di hexamenişî û avestayî de --ye-vehye bû. Paşpirtika --(a)yetî encameke têkilkirina --î ya îranî û paşpirtika --yet ya ji erebî ye. Paşpirtikên --atî, -etî-, -îtî-, -itî, -tî jî kurtkirinên --(a)yetî ne.

ÇÊKIRINA NAVÊN TIŞTAN JI NAVÊN ENDAMÊN LEŞÎ

Ji navên hin endamên leşî, bi çend paşpirtikên cuda navên hin tiştan tên çêkirin:

  • serik => serik
  • dest => deste
  • bazin => bazine / bazink
  • çeng => çengil / çengal
  • gerden => gerdenîk
  • ser => serok, serek
  • (soranî:) milwane (anku "ristik, gerdenîk" ji "mil" ku di soranî de maneya "sto" dide + -wane wek di peyva sîwane de)
  • çav => berçavk

Paşpirtika herî çalak di vî warî de --ik e:

  • dest => destik
  • çav => çavik
  • ser => serik
  • pê => pêpik (bi dubarekirina P)
  • sermil => sermilk (ritbe, stêrk)
  • pişt+sto => pistok (bi kurtkirinê)

Herwiha paşpirtika --e jî di çend peyvan de rol heye:

  • dest => deste

Herwiha paşpirtika --il jî bi kêmî peyvekê ji endamên leşî çêdike:

  • çeng => çengil

Hem --ik û hem jî --il bi eslê xwe paşpirtikên biçûkkirinê ne. Lê li vê derê ew ne peyvan biçûk dikin lê tiştan dişibînin endamên leşî:

  • "serik" anku tiştên wek seran in: "serikekî pîvazê, serikekê kelemî"
  • "serok" anku kesê di nav komeke mirovan de li serî

Ji bilî paşpirtikan, mirov dikare bibêje ku dorpirtik (circumfix) jî navên tiştan ji navên endamên leşî çêdikin. Dorpirtik ji du pirtikan yan beşan pêk tên ku yek jê li berî peyva serekî ye û ya din jî li dû wê ye. Di kurdî de dorpirtika ber...k di vî warî de li kar e:

  • çav => ber-çav-k (eynik, eyeglasses)16
  • guh =>ber-guh-k (mîkrofonên ku mirov dide ber guhên xwe, earphones, headphone)
  • pê => ber-pê-k (parçeya ku pê ling tên parastin, foot cover)

Lê ev nimûne herwiha dikarin wek peyvên pêkhatî (compound) jî bên hesibandin.

ÇÊKIRINA NAVÊN CIHAN

Di zimanê me de navên cihan bi çendîn paşpirtikên ji hev cuda dikarin bên çêkirin, bo nimûne: -geh, -istan û --xane ku vê dawiyê xaseten di zimanê nivîskî de gelek çalak in û peyvên nû jê tên çêkirin: pirtûkxane, mêvanxane, çayxane, meyxane, bîrexane, qehbexane; kargeh, girtîgeh, xwandingeh, fêrgeh; gulistan, Kurdistan, bûstan, daristan...

Mirov dikare lîsteyên pir dirêj ji peyvên bi van paşpirtikan bide. Ev her sê paşpirtik îranî ne, ew bi heman awayî yan jî bi şêweyekî nêzîkî wan di zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî de jï hene:

  • -geh: bi kurmancî herwiha --gih, -ge, soranî --ge û --ga, farisî --gah, pehlewî --gah, hexamenişî gaθu, avestayî gatu, sanskrîtî gatú.
  • -xane: hevreha kurmancî xanî, soranî xanû, farisî xane / xanê, pehlewî xanek, îraniya kevn *hanek-
  • -(i)stan: hevreha soranî --(i)tan, -farisî --(i)stan, pehlewî --(i)stan, hexamenişî --stane-, sanskrîtî --tane-, hemû ji proto-hindûewropî steh* (sekinîn, rawestîn) ku herwiha di peyvên kurdî yên wek stûn, rawe stîn / rawesta*ndin* de heye.

Ev paşpirtik bi piranî dikevin pey navdêran anku bi wan navdêr ji navdêran tên çêkirin. Lê di çend peyvan de paşpirtik ji rehên cuda yên lêkeran tên avakirin:

  • firoş-geh (ji rehê dema niha yê lêkera "firotin")
  • xwandin-geh / xwendingeh (ji forma ferhengî ya lêkera "xwandin / xwendin")
  • xwand-e-geh / xwendegeh (ji rehê demên borî yê lêkera "xwandin / xwendin" li gel navpirtika -e-)

Ji bilî van paşpirtikên çalak, herwiha hin gireyên din jî hene ku navên cihan çêdikin yan jî bi kêmî di dîrokê de çêdikirin:

  • -an: Behdînan, Botan, Soran, Erdelan... Vê paşpirtikê di dîrokê de nave hin deveran çêdikirin. Di heman demê de wê navê eşîran saz dikir: Milan, Kîkan, Hesenan, Heyderan... Di rastiyê de ev paşpirtika pirhejmariyê ye, wek kitêb => kitêban. Heta vê dawiyê ew di hin devokên kurmancî de di navê Tirkan ya bi maneya Tirkiye de jî li kar bû.
  • -iye, -ya, -iya, -î: Tirkiye, Sûriye, Almanya, Romanya... Ev paşpirtik ji zimanên ewropî hatiye wergirtin (inglîzî, latînî, yûnanî --ia, fransî --ie). Ew di çendîn navên welatan de heye lê wek din di kurdî de ne çalak e anku di kurdî bi xwe de peyvên nû çênake. Formeke wê ya kurtkirî --î ye ku di navên hin bajarên Kurdistanê de jî heye: Amêdî, Silêmanî, Urmî...
  • -ava, -awa, -abad: Paşpirtika kurmancî --ava ya bi maneya "avakirî, ne kavil, ne wêran, ne xopan, ne hilweşandî, ne ruxandî, ne herrifandî" di navê çendîn cihan de heye. Zorava navê çendîn gundan li çend deverên cuda yên welatê me ye. Formê heman peyvê ya soranî --awa bo nimûne di nave bajarokê Şeqlawa û taxa Rehîmawa ya Kerkûkê de peyda dibe. Forma farisî --abad bo nimûne di navê bajarên Mehabad de heye û herwiha li derveyî Kurdistanê jî pir peyda dibe: bo nimûne Îslamabad li Pakistanê û Heyderabad li Hindistanê. Heman pêşpirtika kurmancî bi forma xwe ya devokî --ova ketiye tirkî jî, wek di navê bajarokê Geverê li Hekariyan ku bi tirkî Yüksekova ye yan jî Deşta Çukurova.
  • -lenda, -landa, -landiya, -land: Ev varyantên paşpirtikekê ne ku bi inglîzî û zimanên din yên germenî maneya "welat, -stan" didin û di navê çend welatên ewropî de heye: Holenda, Îrlenda, Fînlenda... Ev paşpirtik jî di kurdî bi xwe de ne çalak e anku di kurdî de peyv jê nayên çêkirin, tenê di hin peyvên ji zimanên din de wergirtî de li kar e.
  • -dax: Qerejdax, Kurdax, Qeredax, Girîdax / Gilîdax. Paşpirtika --dax ji peyva tirkî dağ (çiya) ye. Heman peyv di navê Kurdax ("Çiyayê Kurdan/Kurdî" = Çiyayê Kurmênc), Qerejdax ("çiyayê qereçan", Li nêzîkî Diyarbekirê), Qeredax ("çiyayê reş", bi tirkiya niha dê "Karadağ" bûya, li Başûrê Kurdistanê ye) de heye. Lê peyva "gilî-" di Gilîdax de ne ji "gilî=gazin, itiraz, şikayet" tê. Ew guherîna peyva "girî-" ye anku berê "Girîdax" bû. Lê li vir "girî" jî ne bi maneya "girîn, rondik barandin, hêsir barandin" e. Lê ew kurtkirina "Agirîdax" e anku "Çiyayê Agirî".
  • -dizê: Qeladizê, Şêladizê, Dizê. Paşpirtika --dizê bi eslê xwe maneya "keleh" dide û hevreha peyva "dîwar" e. Ev paşpirtik di navê çend bajarokên Kurdistanê de heye: Qeladizê bajarokekî wilayeta Silêmaniyê ye û Şêladizê jî li devera Behdînan e. Dizê navê berê yê bajarokê Geverê yê herêma Hekariyan e. Qeladizê di rastiyê de totolojî (bi inglîzî tautology) ye anku di heman peyvê de du peyvên bi heman maneyê hatine dubarekirin: qela (keleh) + dizê (keleh).
  • -tepe: Qeretepe (li Başûrê Kurdistanê) û Qiziltepe (li Mêrdînê), Seyrantepe (li Diyarbekirê). Ev paşpirtika ji tirkî maneya gir (çiyayên biçûk) dide û di navên çend deverên Kurdistanê de hene ku li serdema osmaniyan hatine binavkirin.

Ji bilî paşpirtikan, herwiha çend pêşpirtik jî navên cihan çêdikin:

  • me-: medrese, mekteb, mesken, mekan... Ev pêşpirtik ji erebî ye û di erebî de pêşpirtikeke berbelav û biber ya sazkirina navên cihan e. Di kurdî de peyvên ku ev pêşpirtik tê de heyî jî yekser ji erebî hatine wergirtin anku ne di kurdî de hatine çêkirin. Tevî ku ev pêşpirtik di kurdî bi xwe de di peyvsaziyê de ne çalak e jî, lê hejmareke mezin ya peyvên bi vê pêşpirtikê di zimanê me de niha li kar in.
  • dêr-: Dêrsim, Dêrelok, Dêrezor... Ev pêşpirtika bi maneya "dêr" di nave çend deveran de li hemû beşên welatê me hene.
  • qere-: Qeredax (li devera Silêmaniyê), Qeretepe (li wilayeta Mûsilê). Ev paşpirtika ji tirkî (bi tirkiya niha kara) maneya bejahî, reşahî, ax, erd dide û di navê çend deveran de peyda dibe, hem li Bakur û hem jî li Başûrê Kurdistanê.

Têbînî

1 Helbet rengdêrên bi pêşpirtikan dariştî jî dikarin bi guhastin-ê wek navdêr bên bikaranîn lê hingê mesele ne dariştina navdêran e. Bo guhastinê li beşa yekem ya vê vekolîna li ser Peyvsaziyê binêrin (Kovara Kanîzar, hejmar 1).

2 Paşpirtika --î di heman demê de bibertirîn paşpirtika çêkirina rengdêran ji navdêran e jî (li beşa 1. Rengdêrsazî binêrin). Niha ew herdu paşpirtik hevdeng in lê tarîxiyen ew ne hevreh in anku ne herdem wek hev bûne û ne ji eynî rehî ne. Bo etîmolojiyên wan yên ji hev cuda, li beşên nivîsarê yên li ser wan binêrin.

3 Di inglîzî de jî paşpirtika --y (bixwîne: -î) heman erk heye (honest = rastgo => honesty, modest = nefsbiçûk => modesty = nefsbiçûkî) lê tarîxiyen ew ne hevreha --î ya kurdî ye. Ya inglîzî bi rêya --ia ya latînî ji --ia ya yûnanî ye.

4 Stêrka * li berî peyvê diyar dike ku ew form peyda nabe yan şaş e.

5 Nimûneyek ji bikaranîna peyva çalakvan: https://www.rojavanews.com/kurdish/index.php/kurdistan/item/2272-rojava-news

6 Helbest "çok" (bi inglîzî knee) wek beşeke ji lingî di kurdî de heye lê ne ji lêkera "çûn" e û maneya "ya/yê ku diçe" jî nade.

7 Nimûneyeke ji bikaranîna peyva "ajokar": http://www.trtnuce.com/haber/jiyan/ajokare-tankere-re-li-ber-bobelate-girt-24239.html

8 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "parêzvan": http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=39331

9 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "nivîsevan" bi wateya "nivîskar, edîb": http://www.saradistribution.com/qedexeWejeZiman.htm

10 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "ajovan": http://www.peyamner.com/Kurdi/PNAnews.aspx?ID=301512

11 http://www.kirmancki.com/index.php/dersen-kirmancki/item/148-k-rmancca-da-yap-m-ekleri-qertafen-virastene

12 https://ku.wikibooks.org/wiki/P%C3%AA%C5%9Fk%C3%AEt_%C3%BB_Park%C3%AEt:_2._Park%C3%AEt (nuqteya 110).

13 Bo nimûne li vê derê: http://www.trtnuce.com/haber/turkiye/ajotvan-di-bin-tirimbela-xwe-de-ma-7202.html

14 Xaseten li Behdînan mirov peyva hozanvan jî dibihîze ku ji encama şaşfehmkirina peyva hozan bi maneya şiir, helbest hatiye çêkirin. Di rastiyê de hozan bi xwe helbestvan, şair e loma hozanvan totolojî ye anku paşpirtika --van dubare û zêde ye.

15 Ji aliyê etîmolojî ve ti têkiliya paşpirtika --dar bi peyva "dar" (qurmê ku çeq û çilû pê ve şên dibin) ve nîne û ew ne eynî peyv in.

16 Herwiha li ber berçavk-ê mirov dikare peyva berrojk (ji ber+roj+) bi maneya berçavkên rojê (sunglasses) jî bi kar bîne.

©2020 zimannas.com