Destpêk

Lêker di kurdî û gelek zimanên din yên îranî de herî zêde bi pêkanîna du yan çend peyvan çêdibin. Yek ji beşên wê lêker e (herî zêde "bûn" yan "kirin" û beşên din jî dikarin navdêr, rengdêr, hoker yan daçek-cînav bin yan jî du-sê ji van bi hev re bin. Li jor di beşa "Pêkanîn" de me bi dirêjahî behsa lêkersaziya bi pêkanînê kiriye.

Li vê derê mijara me lêkersaziya bi dariştinê ye anku bi alîkariya gireyan e. Di kurdî de lêkersaziya bi dariştinê dikare bi alîkariya pêşpirtikan (pêşgiran) yan paşgiran be. Bo nimûne (pirtik hatine qelewkirin):

  • bi pêşpirtikan: ber-dan, da-ketin, hil-girtin, ra-kirin, ve-xwarin, wer-gerandin...
  • bi paşpirtikan: diz => dizîn, rev => revandin / revîn, xebat => xebitîn / xebitandin

Pêşpirtik û paşpirtik dikarin di heman demê de jî bikevin dor peyvê:

  • diz =>ve-diz-în
  • rev => ve-rev-andin

Pêşlêker û paşlêker hin pêşpirtik yan paşpirtik in ku li gel lêkerên xwerû tên bikaranîn daku maneyeke piçekê ji peyva xwerû cudatir yan deqîqtir bide peyvê. Ew pêşlêker û paşlêker bi piranî bi eslê xwe hoker in. Bo nimûne, pêşpirtikên "ber-, hil-, ve-" di peyvên "ber-dan, hil-girtin, ve-kirin" de pêşlêker in.

Lêkersazî bi paşpirtikan

Di kurdî de hin lêker ji navdêran tên çêkirin. Ew dikarin bi paşpirtika --în yan jî paşpirtika --andin bên avakirin.

Paşpirtika --andin herdem lêkerên gerguhêz anku transitîv çêdike:

  • rev => revandin
  • şewat => şewitandin
  • cemed => cemidandin

Paşpirtika --în bi piranî lêkerên gerneguhêz anku intransitîv saz dike:

  • rev => revîn
  • şewat => şewitîn
  • cemed => cemidîn

Wek ku tê dîtin, ji eynî peyvan (di nimûneyên me de "rev, şewat, cemed") bi paşpirtika --andin lêkerên gerguhêz û bi paşpirtika --în jî lêkerên gerneguhêz peyda dibin. Lê herdem herdu awayên lêkerên ne mimkin e ku ji eynî peyvê bên çêkirin:

  • nirx => nirxandin
  • nirx => *nirxîn (stêrka * li ber peyvê diyar dike ku ew peyv peyda nabe yan jî şaş e)

Carinan jî paşpirtika --în ne lêkera gerneguhêz lê forma lêkerê ya gerguhêz çêdike:

  • diz => dizîn
  • diz => *dizandin (peyveke wiha nîne)

Wek encam, mirov dikare bibêje ku formên gerguhêz yên lêkerên wiha çêkirî herdem hene lê forma gerneguhêz ya heman lêkerê hin caran peyda nabe.

Herwiha tê dîtin ku hin peyv îranî ne (diz, rev, nirx) û hin jî ji erebî ne (cemed, şewat). Bi marjînalî rehê lêkerê dikare ji derveyî îranî yan jî samî hatibe. Bo nimûne:

  • xapandin / xapîn (ji ermenî: xap-êl)

Peyva "xapandin, xapîn" ji bilî kurmanciya navendî û belkî rojavayî, di ziman û zaravayên din yên kurdî û îranî de peyda nabe. Ew heta di kurmanciya rojhilatî de jî nedîtî ye.

Lêkersaziya bi dariştinê ji peyvên xwemalî

Çêkirina lêkeran bi vî awayî ji navdêrên xwemalî (îranî) ne diyardeyeke berfireh û çalak e. Mirov dikare bi hêsanî peyvên wiha di lîsteyeke kurt de rêz bike:

  • bez => bezîn / bezandin
  • diz => dizîn
  • êş => êşîn / êşandin
  • rev => revîn, revandin

Herwiha çend nimûneyên nadir yên bi paşpirtika --tin jî hene:

  • mîz => mîstin (li gel guherîna Z-ya bilerz bi S-ya bêlerz di bin tesîra T-ya bilerz de)
  • rîx => rîtin (tarîxiyen rîxten)
  • *do- (wek di peyvên "dew/do" û "do[t]mam" de) => dotin

Niha wisa dixuye ku ev lêker (bo nimûne "bezîn, dizîn, revandin, mîstin, rîtin") ji van navdêran (bo nimûne "bez, diz, rev, mîz, rîx") peyda bûbin. Lê tarîxiyen ne wiha bûye: di rastiyê de "bez, rev, diz, mîs..." jî rehên dema niha yên lêkerên behskirî ne û bi guhastinê herwiha bûne navdêr jî. Anku tarîxiyen ne ev lêker bi dariştinê ji van navdêran çêbûne lê ev navdêr bi guhastinê ji rehên dema niha yên lêkeran peyda bûne.

Piraniya van navdêran kar yan encamên kirinekê ne:

  • kar: bez, rev
  • encamp: mîz, rîx

Lê hin caran jî biker in anku ew kes in ku tiştekî dikin:

  • biker: diz

Çêkirina karan yan encaman bi guhastina rehê lêkerê ji lêkeriyê bo navdêriyê niha diyardeyeke neçalak yan jî nadir e. Lê bo nimûne vê dawiyê ev peyv hatiye çêkirin:

  • nivîs (ji rehê --nivîs- yê lêkera "nivîsîn")

Lê çêkirina bikeran ji rehê lêkeran di rastiyê de di kurdî de diyardeyeke berbelav e:

  • stran-bêj (ji rehê --bêj- yê lêkera "gotin")
  • kitêb-firoş (ji rehê --firoş- yê lêkera "firotin")
  • teşî-rêş (ji rehê --rês- yê lêkera "ristin")

Lê cudahiya van bikerên ji rehê lêkeran çêkirî li gel peyva "diz" ew e ku "diz" peyveke serbixwe ye lê "-bêj, -fir_os, -rês" tenê bi hin peyvan ve erkê bikeriyê werdigirin û li kar in.

Lêkersaziya bi dariştinê ji rehên samî

Paşpirtikên --andin1 û --în xwemalî (îranî) ne, hevrehên wan di zaravayên din yên kurdî de û herwiha di zimanên din jî yên îranî de hene: soranî --andin û --în / -an, kurdiya başûrî --anin û --în / -an, farisî --anden û --îden, zazakî --yene û --nayene, pehlewî --ent- û --îden, hexamenişî û avestayî --ent- û --eyiteney...

Berevajî çêkirina lêkeran ji peyvên xwemalî, dariştina lêkeran ji rehên samî di kurdî de gelek çalak e:

  • şewat => şewitîn / şewitandin
  • emel => emilîn / emilandin
  • sekn => sekinîn / sekinandin

Ev rehên samî bi piranî ji erebî ketine kurdî lê hin jê ne ji erebî lê ji aramî ne:

  • xebat (ji aramî ye û di erebî de peyda nabe) => xebitîn / xebitandin

Piraniya van rehan ji sê konsonantan û du vokalan pêk tên. Gelek caran ew bi vê formûlayê ne: CVCVC (C= consonant, V= vokal). Konsonant dikarin ji bîst û çend konsonantên heyî bin. Vokala yekem adeten E ye, vokala duyem dikare E, A yan I be. Carinan tenê vokalek heye anku reh bo formûlaya CVCC ye:

  • sekn, şuxl

Carinan hin vokalên din jî mimkin in:

  • şux(i)l => şuxilîn / sux_ilandin
  • ilm => elimîn2 / elimandin

Hin caran jî konsonanta yekem "eyn" (ع) e lê ji ber ku ew di kurdî-latînî de nayê nivîsîn, şiklê rehî bi awayê VC--- tê nivîsîn lê di rastiyê bi awayê CVC--- tê gotin:

  • emel ['emel] => emilandin ['emilandin]

Carinan rehê lêkerê tenê ji du konsonantan pêk hatiye:

  • hel- => helîn, helandin
  • şid- => şidîn, şidandin
  • tew- => tewîn / tewandin

Di van peyvan de jî bi eslê xwe sê consonant hebûne ku herduyên dawiyê wek hev bûn: h-l-l û ş-d-d- lê di kurdî de ew sivik bûne û tenê yek jê maye loma niha wisa diyar e ku ew tenê ji du konsonantan pêk tên.

Vokala kîteya duyem, eger ne ji xwe I be, dibe I:

  • cemed => cemidîn / cemidandin
  • xebat => xebitîn / xebitandin

Hêjayî gotinê ye ku hin ji van rehê samî wek navdêr jî di kurdî de hene lê ji hinan jî tenê lêker hene û wek navdêr beramberên wan di kurdî de peyda nabin yan jî peydabûna wan biguman yan nadir e:

  • wek navdêr di kurdî de heyî: emel, ilm, cemed, şewat, şuxl3...
  • wek navdêr di kurdî de neyî: şid(?), tew(?), sekn...

Lêkersaziya li ser rehên samî (bi piranî erebî) di kurdî de çalak e û sîstematîkî ye jî: hem forma gerguhêz û hem jî ya gerneguhêz ji her rehî tê çêkirin: gerguhêz bi paşpirtika --andin û gerneguhêz jî bi --în. Ji peyvên îranî lêkersaziya wiha hem ne çalak e û hem jî ne sîstematîk e: tenê çend navdêr wiha dibin lêker û ji wan jî tenê ji hinekan hem forma bi --andin û hem jî ya bi --în tê sazkirin. Herwiha carinan --în ne lêkerên gerneguhêz lê yên gerguhêz çêdike:

  • nirx => nirxandin (lê ne *nirxîn)
  • diz => dizîn (lê ne *dizandin)

Ji çend rehên samî di kurdî de hem bi pêkanîn bi alîkariya lêkerên sivik (light verbs) "bûn, kirin" û hem jî bi paşpirtik "-andin, -în" lêkerên nû tên çêkirin. Maneya wan bi piranî ne tam wek hev e. Carinan ew nêzîkî hev e lê hin caran pir ji hev dûr ketiye:

  • qebûl bûn / kirin -- qebilîn, qebilandin (xaseten dua ji aliyê Xwedê ve)
  • hel bûn (çareser bûn) -- helîn / helandin (bûn av yan ron)
  • xetim kirin (Qur'an heta dawiyê xwandin) -- xetimandin / xetimîn (asê kirin / bûn, sereder nekirin / nebûn, jê dernexistin / derneketin)

Neolojîzm bi paşpirtikên --andin û -în

Vê dawiyê çendîn peyvên bi paşpirtika --andin û hin yên bi paşpirtika --în jî di zimanê nivîskî de ji navdêr û heta carinan j rengdêran jî hatine çêkirin:

  • çap => çapandin4 (çap kirin)
  • tirk => tirkandin5 (kirin tirk yan tirkî)
  • fehm => fehimîn6 / fehimandin (fehm kirin yan dan fehmkirin)

Wek ku tê dîtin, ev peyv hem ji peyvên heyî yên xwemalî û hem jî yên biyanî tên çêkirin. Ev sazkirina peyvan hê diyardeyeke nû û rûneniştî ye. Herwiha peyvên wiha heta niha bi piranî tenê bi formên xwe yên ferhengî yan herî zêde bi formên ferhengî û rehê demên borî (çapand, kurdan, fehimî / fehimand). Lê çêkerên wan peyvan jî heta niha baş newêriyaye xwe li çemandina van peyvan li gor demên niha û bên û bilanî û fermanî biceribînin. Niha hê zû ye em pêşbîniyê bikin ka ev peyv dê bimînin û bijîn yan jî wek pelîtankên rojê bimirin.

Lêkersazî bi pêşpirtikan

Pêşlêker (preverb) ji wan pirtikan re tê gotin ku dikevin pêş hin lêkeran in. Şertê hesibandina pêşpirtikekê wek pêşlêker ew e ku ew pêşpirtik ne tenê carekê dikeve pêşiya lêkerekê lê li gel hejmareke berçav ya lêkeran dubare dibe û kêm-zêde heman maneyê yan yan ji çend maneyên dubarebar dide lêkerê.

Pêşlêker

Di kurmancî de hebûna van pêşlêkeran bêguman e:

  • ber-7:

    • ber-dan, ber-bûn, ber-ketin ...
  • da-8:

    • da-girtin, da-hatin, da-xistin, da-ketin...
  • der-9:

    • der-ketin, der-xistin, der-anîn, der-kirin...
  • hil-, hel-10:

    • hil-girtin, hil-ketin, hil-kişandin, hil-weşandin, hil-avêtin, hil-dan, hil-anîn...
  • ra-11:

    • ra-bûn, ra-kirin, ra-ketin, ra-xistin, ra-girtin, ra-dan, ra-hiştin...
  • ve-12:

    • ve-bûn, ve-kirin, ve-dan, ve-gerîn, ve-gerandin, ve-girtin, ve-xwarin, ve-şartin...
  • wer-13:

    • wer-girtin, (tê) wer-dan, wer-bûn, wer-gerîn, wer-gerandin...

Pêşlêker?

Herwiha hin pêşpirtik hene ku dikarin wek pêşlêker bên hejmartin lê guman li ser pêşlêkeriya wan heye ji ber ku ew tenê li gel yek yan du-sê lêkerên xwerû tên bikaranîn:

  • ba-:

    • ba-dan
  • çê-:

    • çêbûn, çêkirin
  • girê-:

    • girêdan / girê dan
  • rû-:

    • rû-niştin
  • we-:

    • we-şandin, we-şîn14, we-standin, we-stîn

"ba-, çê, girê-, rû-" ne pêşlêker bin jî, ew wek pêşlêkeran diçemin. Bo nimûne, pirtika neyînî "ne, na" û pirtika demî "di" dikarin bên navbera pêşlêkerê û lêkera xwerû:

  • rû-niştin => rû-di-niştin, rû-ne-niştin, rû-ne-di-niştin
  • ba-dan => ba-di-dan, ba-di-dan, ba-ne-di-dan

Pêşlêkerên dîrokî

Tarîxiyen di kurdî de hin pêşlêkerên din jî hebûn. Ji wan pêşlêkeran ya ji hemûyan berbelavtir mayî "ni-" ye ku maneya wê ya bingehîn liva ber jêr ve ye: "nivistin, nivîsîn, niştin, niximandin/nixamtin..." Bo nimûne, "niştin" ji "ni-" (jêr) + "*sed-" ya proto-hindûewropî ya bi maneya "rûniştin" tê ku di gelek zimanên hindûewropî de niha jî bi wê wateyê ye: sanskrîtî "sîdati", inglîzî "sit, latînî "sido", lîtwanî "sedeti"...

Ji bilî "ni-", herwiha "we-" û "zi-" di çend lêkeran de tarîxiyen pêşlêker in. Bo nimûne, "we-" di lêkerên "westandin/westîn" û "ra-we-standin/rawestîn" de pêşlêkereke dîrokî ye. "st-" ya di wê de ji proto-hindûewropî "steh-" ya bi maneya "rawestîn, sekinîn" e di gelek zimanên hindûewropî de heye: farisî "istaden", ermenî "stanal", rûsî "stat", inglîzî "stand", latînî "stare", lîtwanî "stoti"...

Pêşlêkera tarîxî "zi-/zî-" di lêkerên "zivirandin/zîvirandin, zivirîn/zîvirîn" de heye. Ew teqrîben maneya "ber-" yan "der-" dide. "-vir-" ya di "zivir-" de hevreha "ger-"a di "gerandin, gerîn" de ye.

Lê "ni-, we-, zi-" ji pêslêkerên niha yên wek "ber-, da-, der-, hil-, ra-, ve-, wer-" di bikaranîna xwe de cuda ne. Ew bi temamî bi lêkera xwerû ve zeliqîne û pirtikên neyînî yan demî tên berî wan, ne navbera wan û lêkera xwerû. Bo nimûne, "di-zivirin, na-nivîsim, ne-di-westand" rast in, ne "*zi-di-virin, *ni-navîsim, *we-ne-di-stand".

Çi ne pêşlêker in?

Navdêr yan rengdêrên ku li gel lêkerên xwerû hin lêkerên pêkve (hevedudanî, compound) pêk tînin, ne pêşlêker in. Bo nimûne, "kar kirin" yan "nîşan dan" yan "mezin bûn/kirin" ne lêkerên bi pêşlêker in, lê lêkerên pêkve ne.

Herwiha lêkerên daçekdar (prepositional) jî ne pêşlêker in. Bo nimûne, "lê dan, pê kirin, jê kirin" ne pêşlêker yan lêkerên bipêşlêker in. Lêkerên bi daçekên cînavî jî, wek "pêk hatin, pev çûn, li hev kirin" ne lêkerên bipêşlêker in.

Ji yekê zêdetir pêşlêker li pey hev?

Du yan zêdetir pêşlêker li gel hev li lêkereke xwerû zêde nabin. Lê peyva "veberanîn, veberînan" yan jî forma wan ya sormancî "veberhênan" wisa ye wek ku ji du pêşlêkeran (ve-ber-) pêk hatibe. Lê di rastiyê de "ber-"a wê ne pêşlêker e lê navdêrekî bi maneya "berhem, deramet" e.

Herwiha peyvên "daweşandin, veweşandin" wisa dixuyin wek ku ji "da-we-şandin, ve-we-şandin" pêk hatibin anku di wan de du pêşlêker pêk hatibin. Lê di rastiyê de "we-" ne pêşleker e û peyva xwerû "weşandin" e, ne "şandin" e.15

Lê pêşlêkerên niha dikarin di heman de li gel pêşlêkerên tarîxî peyda bibin:

  • ra-we-standin
  • rû-ni-ştin
  • ve-ni-vîsîn

Di wan de pirtikên neyînî û demî dikarin bikevin navbera pêşlêkerên niha û beşên din yên lêkerê:

  • ra-di-we-standin
  • ra-ne-we-standin
  • ra-ne-di-we-standin

Çemandina lêkerên bi pêşlêker

Di kurmancî de û di kurdî bi giştî de lêker diçemin anku ditewin. Ew pêşpirtikan û paşpirtikan werdigirin. Pêşpirtika dikarin demê, fermanê, mercê yan neyîniyê diyar bikin.

Lêker dikarin pêşpirtikên demî wergirin, wek "di-bêjim" ("di-" wek nîşana dema niha) yan "di-got" ("di-" wek nîşana berdewamiyê), "na-bêjim, ne-got" ("na-, ne-" wek nîşana neyîniyê) yan "bi-ke!" ("bi-" wek nîşana fermanê) yan "(heke) bi-kim" ("bi-" wek nîşana mercê anku şertî).

Herwiha bi pêşpirtikan kes li lêkerê tê zêdekirin, wek "di-k-im, na-k-im" ("-im" wek nîşana kesê yekem yê yekhejmar anku "ez") yan "di-k-î, na-k-î" ("-î" wek nîşana kesê duyem yê yekhejmar anku "tu") yan jî "di-k-in, na-k-in" ("-in" wek nîşana kesên pirhejmar "em, hûn, ew"). Herwiha bi paşpirtikan dem tê diyarkirin, wek "kir-i-ye" ("-ye" wek dema borî ya dûdar) û "kir-i-bû" ("-bû" wek nîşana dema borî ya çîrokî).

Wek ku tê dîtin, pêşpirtik yekser anku dîrekt û rasterast bi lêkera xwerû ve tên girêdan û nivîsîn. Lê me li jor dît ku pêşlêker jî yekser bi lêkera xwerû ve tê girêdan.

Madem ku hem pêşpirtik û hem jî pêşlêker yekser bi lêkera xwerû ve tên girêdan, gelo heke ew di eynî demê de hebin, mesele dê çawa hel bibe? Kîjan ji wan dê yekem be û kîjan jî bikeve nava wê û lêkera xwerû?

Di piraniya devokan de û di hê jî zêdetir di nivîsînê de, lêkerên bi pêşlêker tên keliştin û pêşpirtikên demî û neyînî dikevin navbera pêşlêkerê û lêkera xwerû. Peyrêzî di zimanê nivîskî de bi piraniyeke gelek mezin wiha ye:

pêşlêker + neyînî + pirtika demî + lêkera xwerû

Bo nimûne, lêkera "vekirin" dibe:

  • ve-ne-di-kir

ku tê de:

  • ve-: pêşlêker
  • ne-: pirtika neyînî
  • di-: pirtika demî
  • kir: lêkera xwerû

Lê bi devkî du formên din jî mimkin in:

  • nevedikir
  • nedivekir

Lê pirtika neyînî divê herdem berî pirtika demî be, loma formên wiha ne mimkin in:

  • *dinevekir
  • *vedinekir

Herçi pêşpirtika fermanî yan mercî "bi-" ye, wek "bike, bikim", ew hema-hema di zimanê devkî de qet nayê bikaranîn:

  • rûne (ne *rûbine)
  • vexwe (ne *vebixwe)
  • (ez) rûnim (ne *rûbinim)
  • (tu) vexwî (ne *vebiwî)

Hin caran mirov bikaranîna "bi" di hin nivîsan de dibîne. Bo nimûne, li cihê "wergire, wergirim", formên wek "werbigire, werbigirim" tê nivîsîn. Lê wek ku me di nivîseke din de diyar kiriye, ev awayê bikaranînê hîperkorektî ye anku "zêde-rastî" ye ku bi xwe yek ji awayên xelet yên bikaranîna zimanî ye.

Wateyên pêşlêkeran

Wek ku me li destpêkê gotiye, pêşlêker wateya lêkera xwerû piçekê diguherînin. Lê gelo mirov dikare bibêje ku her pêşlêkerê bi xwe wateyek heye ku her cara tê pêşiya lêkereke xwerû, eynî maneyê dide lêkerê? Yan jî gelo maneya ku pêşlêker dide lêkerê her carê cuda û nepayî anku pêşbînînekirî ye?

Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku bersiva herdu pirsan neyînî ye. Anku ne her pêşlêkerê maneyeke neguhor ya herdemî heye û ne jî maneya wê bi temamî nepayî ye.

Lê maneya hin pêşlêkeran ji ya pêşlêkerên din zelaltir û kêmtir-guhor e.

Bo nimûne, pêşlêkera "der-" herdem maneya livîn yan livandina ji hindir ber bi derve diyar dike:

  • derketin
  • derxistin
  • derçûn
  • deranîn

Herwiha maneya pêşlêkera "hil-, hel-" (hilgirtin, hildan, hilanîn, hilhatin...) jî teqrîben herdem liva ber bi jor ve ye. Dîsa pêşlêkera "da-" (daketin) bi piranî wateya liva ber bi jêr ve dide.

Lê mirov dikare gelek lêkerên bi van pêşlêkeran bide ku van maneyên bingehîn nade. Bo nimûne, zehmet e ku mirov bibîne ka "dagirtin" bi maneya "tijî kirin" yan "damezrandin" bi wateya "ava kirin" çi têkilî bi liva ber bi jêr de heye. Mirov dikare heman tiştî bo peyvên "hilbûn, hilkirin" yên bi maneya "agir vêketin/vêxistin" jî bibêje: çawa maneya liva ber bi jor ve dide?

"Wer-" bi maneya xwe ya bingehîn "qulipîn, serberjêr bûn" e, wek di peyvên "wergerîn, wergerandin" anku "qulipîn / qulipandin, serberjêr bûn / kirin". Lê dîsa jî mirov dikare bipirse, gelo çi têkiliya peyva "wergirtin" (bi dest xistin, bi dest ve anîn, standin) bi "qulipabdin / qulipîn"ê re heye.

Gelek caran tê gotin ku pêşlêkera "ve-" wateya dîsa û dubarebûnê dide. Bo nimûne, "vegerîn" dikare maneya "dîsa gerîn/hatin" dide. Lê mirov divê bipirse, gelo çi peywendiya peyvên "vebûn, vekirin" li gel dubarebûnê yan dubarekirinê re heye.

Pêşlêkera "ber-" bi piranî maneya "belav bûn, belav kirin" yan "rê lê vekirin"ê li lêkera xwerû zêde dike. Bo nimûne, "berdan" bi maneya "êdî negirtin, rizgar kirin". Lê heman peyva "berdan" wateya "agir vêxistin, agir avêtin"ê dide. Têkiliya di navbera "belavbûn"ê û "agirvêxistin"ê de hebe jî, ew maneyeke firehkirî ye ku bi dîtina yan bihîstina yekem ne zelal e.

Pêşpirtika "ra-" dikare wek dijwateya "ber-"ê bêt hesibandin. Bo nimûne, "ragirtin" (rê li ber girtin). Lê hin caran jî maneya wê ne wisa zelal e. Bo nimûne, "rabûn, rakirin".

Heman wate bi pêşlêkereke din

Li jor, di bin sernavê "wateyên pêşlêkeran" de, hatiye diyarkirin ku her pêşlêkerê ne tenê wateyeke zelal û neguhor heye lê belkî çend mane hene yan jî hin caran bikaranîna pêşlêkerekê li derekê bi maneyeke nediyar e. Di heman demê de, mirov dikare bipirse: gelo heman wate herdem bi eynî pêşlêkerê tê diyarkirin?

Wek ku hatiye gotin, wateya pêşlêkera "hil-" liva ber bi jor ve ye. Lê gelo liva wisa herdem bi pêşlêkera "hil-" tê diyarkirin. Bersiva vê pirsê neyînî ye: heman wate ne herdem bi eynî pêşlêkerê tê diyarkirin.

Bo nimûne, di lêkerên "rabûn, rakirin"ê mebest bê guman livîna yan livandina ber bi jor ve ye. Lê dîsa jî em dibêjin, "rabûn, rakirin", ne "hilbûn, hilkirin". Bi heman awayî, "da-" nîşana liva ber bi jêr ve ye. Lê dîsa jî "rûniştin" -- ku bê guman livîna ber bi jêr ve ye -- ne bi "da-" lê bi "rû-" ye.16

Lêkersazî bi paşlêkeran

Wek ku li jor diyar bûye, pêşlêkeran di kurmancî de û di kurdî bi giştî de jî roleke gelek giring heye. Lê rola paşlêkeran di kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya latînî de heta niha kêm e yan heta mirov dikare bibêje ku nîne.

Sebebê kêmiya rola paşlêkeran di kurmanciya nivîskî de ew e ku di kurmanciya navendî17 de -- ku di bingehê kurmanciya nivîskî ya bi alfabeya kurdî-latînî ye -- paşlêker qet peyda nabin. Lê di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di kurdiya navendî (soranî) û kurdiya başûrî de (feylî, klehurî, kirmaşanî) bi kêmî paşlêkerek heye.

Di kurmanciya rojhilatî de ew paşlêker "-eve" yan "-ve" ye. Di soranî de ew "-ewe-" ye. Di devokên kurdiya başûrî de li gor devokan ew "-ew, -aw, -ow, -ev, -eve, -ewe, -ewa, -a, -we, -wa" ye.18

Di soranî û başûrî de ew paşlêker hem maneya pêşlêkera "ve-" ya kurmancî dide (bo nimûne bi soranî "kirdin-ewe, gerran-ewe" bi kurmancî "ve-kirin, ve-gerrîn" in) û hem jî wateya dubarekirinê didin. Bo nimûne, "hat-ewe = dîsa hat, vegerrî".

Di kurmanciya rojhilatî de hem pêşlêkera "ve-" heye (wek "vekirin, vegerandin") û hem jî paşlêkera "-eve, -ve" heye, wek "hat-eve, hat-ve" anku "dîsa hat" yan "vegerrî". Berevajî "ve-" ya pêşlêker -- ku gelek caran lê ne herdem maneya "dîsa" û "dubare" dide -- "-eve, -ve" herdem wateya "dîsa, dubare" didin.

Pirsgirêk

Vê dawiyê bikaranîna "ve-" ya pêşlêker bi maneya "dîsa, dubare" li ber pêşlêkera "re-" ya inglîzî û hin zimanên din hatiye zêdekirin. Mirov dikare wê bi hêsanî li lêkerên xwerû zêde bike: "vedîtin, vedizîn, vegotin, venivîsîn".

Lê di kurdî de gelek lêkerên pêkve yan pêkhatî hene ku ji navdêrekê yan rengdêrekê û lêkereke xwerû pêk tên, wek "ava kirin, nîşan dan". Yan jî heta lêker dikare ji daçekekê, navdêrekê û lêkereke xwerû pêk bê, wek "bi kar anîn, ji bîr kirin".

Gelo em ê çawa bikarin "ve-" li gel wê bi kar bînin. Em dizanin ku mirov lêkera xwerû ya inglîzî "build" (ava kirin) dikare bi hêsanî bike "rebuild" (dîsa ava kirin, ji nû ve ava kirin). Lê gelo em ê çawa "ava kirin"ê bi "ve-"yê bikin dubare?

Dema ku lêker navdêrkirî be, anku mirov "avakirin"ê wek navdêr bi kar bîne (bo nimûne "avakirina xaniyan"), hingê zêdekirina "ve-" li wê ne dijwar e: "veavakirina xaniyan". Lê heke peyv wek lêker bê bikaranîn, hingê em ê "ve-" li kû zêde bikin? "Em xaniyan veava dikin" yan "em xaniyan ava vedikin"?

Heke zêdekirina "ve" li rengdêra "ava" hêsan be, gelo em ê çawa wê li gel daçekên we "bi, ji, li" bi kar bînin: "ve ji bîr kirin, ve bi kar anîn" yan "ji bîr vekirin, bi kar veanîn" yan çi?

Herçi bikaranîna paşlêkera "-eve, -ve" ya kurmanciya rojhilatî ye, ew wek li gel lêkerên pêkhatî ji "ve-" ya pêşlêker hêsantir e: "ava kirin-(e)ve, bi kar anîn-(e)ve" anku "dîsa ava kirin, ji nû ve ava kirin; dîsa/dubare bi kar anîn".

Lê pirsgirêka "-eve, -ve" ya paşlêkera îcar li gel bikaranîna lêkerên navdêrkirî heye. Mirov dê çawa bibêje "dîsa avakirina xaniyan"? Awayê "*avakirin(e)veya xaniyan" yan "bikaranîn(e)veya kompûterê" ne di ti devokên kurmancî de heye û ne jî normal dixuye.

Çareseriyek bo vê pirsgirêkê bikaranîna hem pêşlêkera "ve-" û hem jî paşlêkera "(e)ve" ye. Mirov dikare "ve-"yê li gel lêkerên pêkhatî yên navdêrkirî de bi kar bîne, wek:

  • veavakirina xaniyan, vebikaranîna kompûteran

Lê paşlêkera "(e)ve" jî di haletê lêkerên pêkhatî wek lêker de di kar bîne:

  • xanî ava kir(e)ve, kompûter bi kar anîve

Wek din jî, paşlêkera "-(e)ve" ya kurmanciya rojhilatî hêja ye ku neqlî nav kurmanciya nivîskî ya bingeha wê kurmanciya navendî were

Lêker ji birrên din ên peyvan?

Heta niha me behsa çêkirina lêkeran ji navdêran yan jî ji rehên samî kiriye. Gelo lêker dikarin bi paş- yan pêşpirtikan ji birrên din jî yên peyvan peyda bibin.

Vê dawiyê hin hewl hatiye dan ku çend lêker ji rengdêran (hevalnav, sifet, adjective) jî bên çêkirin:

  • rast => rastandin19 (bi maneya "rast kirin" yan "izbat kirin ku rast e", gotin ku rast e", bidin ber "derewandin")
  • aram => arimîn (aram bûn, rehet bûn, hedirîn, hedîn, vehesîn)20

Lê çêkirina lêkeran ji rengdêran heta niha diyardeyeke pir bisinor û nû ye. Çend peyvên ji wan çêkirî jî heta niha berbelav nebûne. Ew bi piranî di tekstên werger de hatine bikaranîn û bi piranî jî nehatine çemandin anku tenê bi forma xwe ya ferhengî mane.

Lêkersaziya ji daçek û hokeran jî pir bisinor e. Mirov dikare du-sê nimûneyan bide:

  • der => derandin21 (derxistin, anîn derê/derve, nîşan dan, to take out, to show)
  • hindir (hindur, hundir) => hindirandin22 (tê de hebûn, hewandin, şamil bûn; kirin tê de, to include)
  • ji nişkê ve => nişkivîn23 (mat kirin, ecêbgirtî kirin, surprîz kirin, bûn surprîz ji kesekî re, to surprise)

Têbînî

1 Di çend peyvan de li gor hin devokan --endin (xwendin, stendin).

2 Di hin devokan de herwiha bi forma "elimtin" heye ku bi paşpirtika --tin hatiye çêkirin. Me ev heman paşpirtik di peyva "mîstin" ji "mîz"ê de jî li jortir dît. Lê wek din çêkirina lêkeran ji navdêrên xwemalî yan ji rehên samî bi vê paşpirtikê diyardeyeke nadir e.

3 Di hin devokan de (xaseten li Behdînan) bi forma "şol" e bi guherîna: şuxl => şuhl => şol.

4 Nimûneyek ji bikaranîna vê peyvê: "Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê wesanxaneya "Firat"ê ve, di sala 1992'yan de, li Stenbolê hatiye çapandin." http://www.saradistribution.com/qahirbateyi.htm

5 "Ji bo bihêzkirina nîjadê tirk, bedêl û bihayê wê çi dibe bila bibe divê kurd bêne tirkandin". http://www.amidakurd.net/qunciknivis/hefteya_maf%C3%AA_mirovan_4

6 "Hawa tu dibînî ku, her saet mîna wê tebdîla diyar ku eqlê te qebûl nake pirr inqilaban û tebdîlan dibin. Ji vê berhevbûn, belawbûn û ji van halan tê fehimîn(fehmkirin) ku, di nav van ictima'an, belawbûnan, teşkîlan, texrîban ên bi sur'et ku xuyan dikin meqsedekî din heye." http://kurdinur.blogspot.fi/

7 Di soranî û kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) de jî wek "ber-" heye. Ji bilî "ber-" ya pêşlêker, "ber-"eke din heye ku maneya "berhem, tov, zarok, têjik" dide ku ne pêşlêker e lê navdêrek e ku li gel hin lêkeran lêkerên pêkve (hevedanî, compound) pêk tîne, wek "ber avêtin, ber anîn". Ji aliyê etîmolojî ve "ber-" di peyvên bo nimûne "ber-dan" û "ber-avêtin" de ne eynî ye. Lê di nivîsînê de ew jî wek "ber-"a pêşlêker bi lêkera xwerû ve tê nivîsîn. Di vê nivîsarê de, ku mijara me ne etîmolojî lê bikaranîna peyvê ye, reftar û tevgera wan eynî ye anku wek hev diçemin û pêşpirtik, navpirtik û paşpirtikan werdigirin.

8 Di soranî û kurdiya başûrî de jî wek "da-" heye. Eslê wê ji paşdaçeka "da, de" ye, wek "ber bi jêr de/da".

9 Di soranî û kurdiya başûrî de jî wek "der-" heye. Di hin devokên kurdiya başûrî de (bo nimûne li Beyreyê / Bedreyê anku bi devoka beyreyî bûye "er-". Eslê wê ji daçeka yan hokera "der, derve, derê" (ne li hindir/ tê de) ye.

10 Forma "hel-" di kurmanciya rojhilatî de heye (bo nimûne li Dihokê). Di soranî û kurdiya başûrî de jî wek "heł-" heye lê di hin devokên başûrî de bi forma "eł-" e. Di zazakî de "er-" e. Di farisî de peyda nabe lê di pehlewî de "ul-", di avestayî de ǝrǝδβa, di sanskrîtî ūrdhvá, latînî arduus... hemû bi maneya "bilind, bilindahî" ji proto-hindûewropî * h₂erHdʰ- ne.

11 Di soranî û kurdiya başûrî de heye.

12 Di piraniya devokên soranî û kurdiya başûrî de wek pêşpirtik peyda nabe lê wek paşpirtik bi forma "-ewe" (ya formeke nêzîkî wê) heye. Bo nimûne, "ve-warin" ya kurmancî bi soranî "xwardin-ewe" ye û "ve_sartin" jî "şardin-ewe" ye.

13 Di soranî û kurdiya bas:ûrî de jî wek "wer-" heye.

14 Pêşpirtika "we-" di peyva "we-şandin" de ji pêşpirtikên din yên berî wê rêzkirî cuda ye. Erê peyva "şandin" di kurmancî de heye (tevî ku ew di kurmanciya rojhilatî de peyda nabe) lê di rastiyê de peyva "we-şandin" ne ji wê ye, ew peyveke serbixwe ye, ne ji "we+şandin" hatiye çêkirin.

15 Lê wisa diyar e ku "weşandin"ê maneya xwe ya neolojîzm anku wateya "çap kirin, belav kirin" ji tesîra "şandin"ê de û bi texmîna ku ji wê be wergirtiye.

16 Di soranî de bi "da-" ye, "daniştin".

17 Bo parvekirina devokên kurmancî li ser sê pişkan (rojhilatî, navendî û rojavayî) li gor rêzimana wan, binêre: http://kurdigeh.com/details.aspx?an=501

18 Bo bikaranîna pêşlêker û paşlêkeran di kurdiya başûrî de binêre: Ismail KamandÂr Fattah: Les Dialectes kurdes méridionaux: étude linguistique et dialectologique. Louvain, Peeters, 2000, rûpel 456 -- 464.

19 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "rastandin": http://www.felsefevan.org/wesfen-zanayiya-zanisti.html

20 Nimûneyek ji bikaranîna vê peyvê: https://m.facebook.com/permalink.php?story_fbid=916301631750815&id=839485579432421&substory_index=0

21 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "derandin": "Rewşa nû, li herêmê di navbera hêzên alîgirê guherînê û hêzên statukoparêz de, têkoşîneke berfireh û sift derandiye holê." https://wikisource.org/wiki/Bernameya_Kongreya_Gel%C3%AA_Kurdistan%C3%AA_2003

22 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "hindirandin / hundirandin": " Khaled Khayati, bi xebata xwe ya ku xusûsiyetên lêgerîna cih û waran jî dihundirîne ya bi navê "Diasporic Narratives of Serhedî Kurds in France -- Memory of Homeland, Refugee-hood and Social Exclusion"ê mexdûriyeta kurdên Serhedê yên li Fransa dijîn a ku li Kurdistanê dîtine, trawma û êşên xwe berdane bin hişmendiya wan bandoreke çawa li jiyana wan kiriye û ev êş û trawma bi çi awayî veguherîne mînakên girîng ên gilî û gazinên vegotina mexdûriyeta diyasporayê. Khayatî bi vê xebata xwe di warê civakî de nimûneyeke xweser a lêgerînê pêşkêş dike."http://nubiharakademi.com/ji-editor-2.html

23 Nimûneyek ji bikaranîna peyva "nişkivîn": " Ev babetên han, nişkivîn, gumanî û matbûnê hemiyê dixin di bizavekê de, bi hev ra dikevin livînê û divê mirov vêra biçe û li ser bifikire." * http://da.netlog.com/kovansindi/blog

©2020 zimannas.com