Destpêk
Hoker (zerf, adverb) dikarin di kurdî de bi alîkariya pêşpirtik û paşpirtikan bên çêkirin:
-
pêşpirtik:
- zor => bi zor: Min bi zor karî wî karî bikim. (bi zhemetî)
- çek => bê çek: Dijmin revî û pêşmerge karî bê çek wî bajarî bigirin. (bêyî ku çekan bi kar bînin.)
-
paşpirtik:
- roj => rojane (her roj): Ew rojane kar dike.
- hêdî => hêdîka: Ev pîrejin hêdîka dimeşe.
Hoker ji navdêran
Pirtika bi
Awayê herî berbelav ê çêkirina hokeran di kurdî de bi alîkariya navdêran li gel peyvika "bi" ye:
- bi roj (daily), bi şev (at night), bi xweşî (joyfully), bi şadî (happily), bi rehetî (calmly, in a calm manner), bi xirabî (badly), mêranî (bravely)...
Wek ku tê dîtin, hin ji van peyvên bingehîn di eslê xwe de pêşî ji rengdêriyê bûne navdêr û paşî jî bi alîkariya "bi" bûne hoker:
|
rengdêr =>
|
navdêr =>
|
hoker
rengdêr |
navdêr |
hoker |
xweş |
xweşî |
bi xweşî |
şad |
şadî |
bi şadî |
rehet1 |
rehetî |
bi rehetî |
xirab2 |
xirabî |
bi xirabî |
mêr3 |
mêranî |
bi mêranî |
Cudahiya peyvika "bi" di çêkirina hokeran de ji "bi" ya daçek ew e ku peyva serekî li pey daçekê diçeme lê di hokersaziyê de naçeme:
-
"bi" wek daçek: bi + hêz => bi hêz-ê (by force, with power)
-
"bi" di hokersaziyê de: bi + hêz => bi hêz (forcibly, powerfully)
Carinan herdu form jî mimkin in:
-
bi zor (hemû komik / fraz bi hev re = hoker)
-
bi zorê (bi = daçek, zor = navdêr )
Cuhdahiya "bi" di hokersaziyê de ji "bi" di rengdêrsaziyê de ew e ku di hokersaziyê de ew ji peyva serekî cuda tê nivîsîn lê di rengdêrsaziyê de ew bi peyva pey xwe ve dizeliqe:
-
rengdêr: bi + hêz => bihêz: Ew kesekî bihêz e. (ew xurt e, ew qewî ye)
-
hoker: bi + hêz => bi hêz: Ew bi hêz şer dike. (bi xurtî)
Pirtika bê
Dijberên hokerên bi "bi", bi alîkariya "bê" tên çêkirin:
- bê xweşî (joylessly), bê şadî (unhapppily), bê rehetî (uneasily)...
Pirtika "bi" herwiha bi ketina nav peyveke dubarekirî jî hokeran çêdike:
-
roj bi roj
-
sal bi sal
-
cih bi cih
-
ser bi ser
Em ê paşî di beşa li ser peyvsaziya bi dubarekirinê zêdetir li ser vê rawestin.
Navdêr ne tenê bi alîkariya peyvikên "bi" û "bê" lê herwiha bi hin paşpirtikan jî dibin hoker:
Paşpirtika --ane
Vê dawiyê paşpirtika --ane bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî jî û xaseten di zimanê nivîskî de pir tê bikaranîn bo çêkirina hin peyvan ji navdêran. Gelek ji wan peyvan hem wek hoker, hem wek hoker û hem navdêr tên bikaranîn:
-
mehane:
-
rengdêr: kovara mehane (ya ku her mehê carekê derdikeve, monthly)
-
navdêr: mehaneya wî 3 000 dolar e (meaş, muçe, pareyê ku her mehê ji ber karkirina xwe werdigire, monthly salary)
-
hoker: em mehane hev dibînin (her mehê, her mehê carekê, di mehê de carekê, every month)
-
Tevî ku ev paşpirtik heta van dehsalên dawiyê di kurmancî de tine bû jî, ew niha di zimanê nivîskî de bi awayekî pir aktîv tê bikaranîn û bikaranîna wî roj bi roj zêdetir dibe.
Paşpirtika -kî
Paşpirtika --kî hin hokeran bi taybetî ji navên gel an deveran çêdike:
-
erebkî (wek ereban, mîna ereban)
-
ermenkî (wek ermenan, mîna ermenan)
Paşpirtika --kî herwiha dikeve pey peyveke dubarekirî jî û wisa hokeran çêdike:
- paşpaşkî, pêşpêşkî
Hoker ji rengdêran
Piraniya rengdêran yekser bi guhastinê bêyî ti pêşpirtik û paşpirtikan wek hoker tên bikaranîn (li beşa li ser guhastinê li pêştir binêrin). Lê çêkirina hokeran ji rengdêran bi alîkariya paşpirtikan jî mimkin e tevî ku ne pir berbelav e jî.
Bi paşpirtikên --î û -ê
Hin rendgêr di kurmanciya navendî de dikarin bi paşpirtika --î bibin hoker. Di kurmanciya rojhilatî de li cihê wê paşpirtika --ê tê bikaranîn. Di herdu komdevokan de jî mimkin e ku ew heman rengdêr bêyî ti paşpirtikê bi guhastinê wek hoker bên bikaranîn:
rengdêr |
hoker bi –î |
hoker bi –ê |
hoker bi guhastinê |
gelek |
gel(e)kî |
gelekê |
gelek |
hin(d)ek |
hin(e)kî |
hindekê |
hin(d)ek |
piçek |
piç(e)kî |
piçekê |
piçek |
Paşpirtikên --î û --ê di çêkirina hokeran ji rengdêran de êdî ne berhemdar û çalak in. Mirov nikare ji bilî van nimûneyên li jor (û belkî du-sê libên din) zêdetir hokeran pê ji rengdêran çêke.
Paşpirtika -ka
Çend rengdêr bi alîkariya paşpirtika --ka dibin hoker:
-
dûr => dûrka
-
hêdî => hêdîka
-
zû => zûka
Bikaranîna vê paşpirtikê jî di hokersaziyê de nadir e û zehmet e ku mirov çend nimûneyên ji bilî bibîne.
Paşpirtika --en
Ev paşpirtika bi eslê xwe erebî ye û bi piranî tenê li gel peyvên ji erebî wergirtî heye. Ew hokeran hem ji rengdêran û hem jî ji navdêran saz dike:
-
heqîqet => heqîqeten
-
ihtimal => ihtimalen
-
qetî, qet'î => qetiyen
-
waqi' => waqi'en, waqiyen
-
tarîxî => tarîxiyen
Carinan rengdêr bi xwe di kurdî de cih negirtiye yan pir kêm li kar e lê hokera jêçêkirî peyda dibe û berbelav e. Bo nimûne:
- teqrîb-en
Hin caran ev hem paşpirtik li peyvên ne-esil-erebî jî tê barkirin:
- dîrokî => dîrokiyen4 (wek wergera "tarîxiyen")
Têbînî
1 "Rehet" û "xirab" a li dûv wê ji erebî ne û bi eslê xwe di erebî de navdêr in lê di kurdî de ew wek rengdêr tên bikaranîn. Formên wan ên navdêr "rehetî, xirabî" ne.
2 Binêrin têbîniya pêştir.
3 Bi eslê xwe peyva "mêr" navdêr e lê li vê derê bi guhastinê bi maneya "wêrek, bicesaret, bisteh" wek rengdêr hatiye bikaranîn û forma wê ya navdêr wek "mêranî" hatiye çêkirin.
4 Nimûneyek ji bikaranîn peyva "dîrokiyen": "Lê ermenî jî hin peyv dane zimanên îranî, bi taybetî kurmancî û zazakî ku dîrokiyen bi ermeniyan re û di nav ermeniyan de hebûne." https://zimannas.wordpress.com/2015/11/19/peyven-me-ji-ku-ten-2/