Destpêk

Guhastin (conversion) yek ji awayên serekî yên peyvsaziya kurdî û hin zimanên din e. Mebest ji guhastinê bikaranîna peyvên bi eslê xwe endamên birreke peyvan wek endamên yek yan hin birrên din yên peyvan e.

Di guhastinê de di rastiyê de ti peyvên nû ji peyva heyî nayên çêkirin. Tenê maneya peyvê û bergeha bikaranîna wê tê berfirehkirin yan jî guherandin.

Di kurdî de, bi guhastinê her lêkera bi forma ferhengî (rader, infinitîv) dikare bibe navdêr. Gelek navdêr dikarin bibin rengdêr. Rengdêr bi berfirehî dibin hoker lê gelek rengdêr dibin navdêr jî.

Navdêr ji lêkeran

Hemû lêkerên (fiil, verb) kurdî bi forma xwe ya ferhengî/rader (infinitîv, mesder) dikarin yekser bêyî ti guherînan wek navdêr (ism, noun, substantîv) bên bikaranîn. Gava ku ew wek navdêr tên bikaranîn, ew dikarin hemû taybetmendiyên navdêrên kurdî bigirin ser xwe (yekhejmar/pirhejmar, cins1, diyarîtî/nediyarîtî, çemandina wek navdêrên din, girêdan/qertaf/izafe).

Bo nimûne, gotin (wek min got) bi eslê xwe lêker e lê di van nimûneyan de ew wek navdêr û bi taybetiyên çemandina navdêran li kar e:

  • Gotin xweş in lê kirin xweştir e.

  • Bi gotinê û bi kirinê.

  • Gotina wî xweş bûn lê kirinên wan qirêj bûn.

  • Çend gotinên xweş

  • Gotineke bêwate.

Eger lêker pêkhatî (hevedudanî, compound) be, hingê wek lêker beşên wê ji hev cuda tên nivîsîn lê wek navdêr bi hev re.

Bo nimûne:

  • lêker: kar kirin, dest pê kirin, ji bîr bûn, wêne girtin

  • navdêr: karkirin, destpêkirin, jibîrbûn, wênegirtin.

Ev diyarde di zimannasiyê de bi navê navdêrkirin (substantivization, nominalization) tê nasîn.

Ji bilî lêkerên bi forma ferhengî, herwiha carinan rehê dema niha yan rehê dema borî jî yê lêkeran dikare wek navdêr bê bikaranîn:

  • rehê dema niha: ger(r) ji gerrîn, veger ji vegerîn, rev ji revîn, nivîs ji nivîsîn: Di nivîs-a wî de.

  • rehê dema borî: destkeft, hilkeft, kir (ji bi dest keftin, hilkeftin, kirin): kir û kiryar (kirin, tiştê ku hatiye kirin yan tê kirin, bi inglîzî deed, act, action)

Navdêr ji rengdêran

Gelek rengdêrên (sifet, hevalnav, adjective) kurdî jî dikarin bi guhastinê anku bêyî ti pirtikên rêzimanî, ji rengdêriyê veguhezin navdêriyê. Gava ku ew wek navdêr tên bikaranîn, ew dikarin hemû taybetmendiyên navdêrên kurdî bigirin ser xwe (yekhejmar/pirhejmar, cins2, diyarîtî/nediyarîtî, çemandina wek navdêrên din, girêdan/qertaf/izafe).

Bo nimûne, biçûk û mezin (wek fîl ji mişkan mezintir in) bi eslê xwe rengdêr in lê di van nimûneyan de ew wek navdêr û bi taybetiyên çemandina navdêran li kar e:

  • Biçûk şîrîn in. (= Zarok şîrîn in.)

  • mezina wan dehsalî ye.

  • mezinê malê

  • bilêtên biçûkan bi 10 ewro ne, bilêtên mezinan bi 20 ewroyan

  • Tenê mezinek û du biçûk li malê bûn.

Ev diyarde jî di zimannasiyê de bi navê navdêrkirin (substantivization, nominalization) tê nasîn.

Rengdêr ji navdêran

Gelek navdêr jî dikarin wek rengdêran bên bikaranîn. Hingê ew jî dikarin xusûsiyetên rengdêran bigirin ser xwe. Ker heywanek e lê gelek caran bi maneya bêaqil, bêhiş wek rengdêr tê bikaranîn.

  • Filan kes ker e. (bêaqil e)

  • Bêvan kes ji filan kesî kertir e. (hê jî bêaqiltir e.)

  • Ew kertirîn mirov e. (ji hemû mirovan bêaqiltir e.)

Navê gelek heywanên din jî wek rengdêr di kurdî û hin zimanên din de li kar e:

  • şêr: wêrek

  • rovî/rûvî: 1) tirsok, tirsonek, newêrek 2) hîlebaz, xapîner

Gelek peyvên hewayî yên navdêr jî bêyî ti guherînan bi guhastinê wek rengdêr di hevokan de cih digirin. Bo zelalkirina cudahiya erkê wan, em ê maneyên wan yên bi inglîzî jî li gel wan

  • ewr (navdêr - cloud) => bikaranîna wek rengdêr: Îro ewr e. (It's a cloudy day.)

Ev diyarde di zimannasiyê de bi navê rengdêrkirin (adjectivization) tê nasîn.

Rengdêr ji lêkeran

Lêkerên partîsîpî (rehê demên borî + -î/-yî) dikarin wek rengdêr û navdêran jî bên bikaranîn

  • ew girtî ye (girtî = rengdêr)

  • yê girtî hat berdan (girtî = navdêr)

Adeten formên din yên lêkeran bi guhastinê nabin rengdêr. Lê bo nimûne peyva saz ya rengdêr (çêkirî, eyarkirî, tamîrkirî, dirist, likar, ava, tişta/ê ku baş kar dike, ne xirab, ne xirabe) bi eslê xwe lêker e, ew di farisî de rehê dema niha yê lêkera saxten (çêkirin, saz kirin) e lê wek peyveke serbixwe bi veguhastinê bûye rengdêr.

Hoker ji rengdêran

Gelek ji rengdêrên kurdî bêyî ti guherandinê, bi guhastinê dibin hoker (zerf, adverb):

  • Dengê wê xweş e. (xweş = rengdêr)

  • Ew xweş stranan dibêje. (xweş = hoker)

  • Karê te baş bû. (baş = rengdêr)

  • Te baş kar kir. (baş = hoker)

Ev diyarde di zimannasiyê de bi navê hokerkirin (adverbialization) tê nasîn.

Daçek ji navdêran

Gelek ji daçekên (adposition, preposition) kurdî yekser ji nav navdêran hatine guhastin.

  • Serê wî reş e. (ser = navdêr)

  • Kitêb danî ser maseyê. (ser = daçek)

  • Binê xanî riziye. (bin = navdêr)

  • Av ketiye bin. (bin = daçek)

Navdêrên daçekkirî dikarin li gor qeyd û bendên navdêran bi çemandin yan jî -- bi piranî -- neçemin:

  • nava malê / gundî (nav = navdêr)

  • li nav / nava gundî (nav / nava = daçek)

Ev diyarde di zimannasiyê de dikare bi navê daçekkirin (prepositionalization, adpositionalization) were nasandin.

Têbînî

1 Hemû navdêrên bi guhastinê ji lêkeran çêkirî di kurmancî de mê ne.

2 Hemû navdêrên bi guhastinê ji lêkeran çêkirî di kurmancî de mê ne.

©2020 zimannas.com