Destpêk

Di zimannasiyê de peyvsazî (bi inglîzî word formation) tê maneya çêkirina peyvan. 1 Ev ne yekem car e ku lêkolîn li ser peyvsaziya kurdî tê kirin. Di gelek kitêb û ferhengên kurdî de pêşpirtik (prefiks) û paşpirtik (sufiks) tên rêzkirin û -- eger bi kurtî jî be -- behsa erk û wezîfeyên wan hatiye kirin û hin nimûne ji wan hatine dan. Mirov dikare Rêzimana kurdî 2 ya Celadet Bedirxan û Roger Lescot (1971) ya bi fransî wek yekem rêzimannameyê bide ku bi rêjeyî bi berfirehî (bi qasî 10 rûpelan) behsa peyvsaziya kurmancî tê de hatiye kirin. Berfirehtirîn xebata çapkirî heta niha li ser peyvsaziya kurmancî hatî kirin, kitêboka Amed Tîgrîs Pêşkît û parkît 3 e. Giringtirîn berhema li ser vê mijarê bi soranî, kitêba Kamiran Rehîmî Binemakanî wişesazî û wişeronan le zimanî kurdî da 4. Peyvsaziya kurdiya başûrî (feylî, kelhurî, kirmaşanî) bi nisbî bi berfirehî ji aliyê Ismaîl Kemendar Fettah ve di kitêba wî ya rêzimana kurdiya başûrî bi fransî de hatiye vekolîn. 5 Ne haydar im ku ti xebateke berfireh li ser peyvsaziya zazakî hatibe kirin lê di gelek kitêbên rêzimanî yên zazakî de bi kurtî behsa peyvsaziyê tê kirin û xaseten paşpirtik û pêşpirtik tên rêzkirin û nimûne jê tên dan. 6 Dirêjtirîn lîsteya paşpirtik (nêzîkî 200 lib) û pêşpirtikên (zêdeyî 70 pêşpirtik) kurdî di Wîkîferhengê de hatine rêzkirin û ji aliyê nivîserê vê vekolînê ve hatine berhevkirin. 7

Ev xebatên hêja ne û di vê vekolînê de jî me sûd û feydeyekî mezin ji wan wergirtiye. Lê çendîn kêşe û pirsgirêkên cidî di van berhemên behskirî de hene:

  • Gelek ji wan (bo nimûne ya Amed Tîgrîs) bi qasî ku jê tê hewl didin hejmareke mezin ya paş- û pêşpirtikan didin lê erk û wateya wan yan qet nayê dan yan jî bi awayekî zêde giştî tê diyarkirin. Bo nimûne, Tîgrîs li ber hejmareke pir mezin ya "parkît"ên (paşpirtikên) xwe dibêje "rewş û taybetiyê dide diyarkirin". Lê ji xwe her tişt rewş yan taybetiyekê dide diyarkirin!
  • Bi piranî pirtikên dariştinê (yên ku peyvên serbixwe çêdikin, derivational) û yên çemandin û girêdanê (inflectional) ji hev nayên cudakirin.
  • Di piraniya xebatên heyî de sinorê paşpirtik û pêşpirtikan nayên diyarkirin anku nayê gotin ka ev paşpirtik li gel çi birrên peyvan tên bikaranîn û bi kîjan re bikaranîna wan ne mimkin e, ka tesîra dengnasî (fonolojî) yan dengrêzî (fonotaksî) li ser guherîna wan çi ye, bi wan paşpirtikan peyv ji kîjan birrên peyvan diçin kîjan yên din û hwd.
  • Gelek ji vekolerên peyvsaziya kurdî hewl daye ku heta jê bê hejmara pêş- û paşpirtikan zêde bikin û wisa "kurdî dewlemendtir" bikin. Hin ji wan kesan ev yek rasterast gotiye, hinan jî ev yek ji dizîkî ve kiriye. Lê zêdekirina pirtikan yan giştîkirina hin ji wan ne illeh tenê dikare zimanê kurdî zengîn bike lê dikare wî tevlihev jî bike, bo nimûne bi afirandina çendîn formên cuda bi heman maneyê, wek nivîskar, nivîser, nivîsevan, nivîsende, nûser, nûskar, nûsevan...
  • Di piraniya berheman de, rehên lêkeran jî wek "paşpirtik" hatine hesibandin. Bo nimûne, ji 138 "parkît"ên (paşpirtikên) xwe hejmareke pir mezin di rastiyê de lêker in, wek "-bêj, -gir, -zan". Di zimannasiyê de peyvên wiha adeten ne wek paşpirtik lê wek lêker (yan rehê lêkeran) tên hejmartin û peyvên ji wan çêkirî (bo nimûne stranbêj, masîgir, kurdîzan) ne wek peyvên dariştî (bi paşpirtikan yan pêşpirtikan çêkirî) lê wek peyvên pêkhatî (hevedudanî, compound anku peyvên ji du peyvan navdêr+lêker çêkirî) tên hesibandin.
  • Berhemên heyî bi piranî tenê behsa pirtikên "kurdiya resen" dikin. Bo nimûne, Tîgrîs di kitêba xwe de rexneyeke dijwar li hin kesên din dike ku paşpirtika "-çî" ya esil-tirkî di berhemên xwe de daye. Tîgrîs çend pirtikên ji zimanên ewropî wergirtî di kitêba xwe de rêz dike lê behsa yek pirtikên esil-erebî yên di kurdî de berbelav jî nake. Bo nimûne, pêşpirtikên -ayetî, -et, -iyet yan pêşpirtikên me-, mi-, mu-, xêr- / xeyr-. Li aliyekî din, piraniya van berheman gelek ji pirtikên bi zelalî farisî (û di kurdî de ne di nav xelkê de ne peyda) bê dudilî wek "kurdiya resen" bi şanazî rêz dikin.
  • Gelek ji nivîsînên li ser peyvsaziyê ne li ser hindê radiwestin ka di zimanî de çi heye lê dixwazin wê bidin pêş ka li gor wan nivîseran divê mirov peyvan çawa çêke yan jî çawa çêneke. Anku ew ne li ser peyvsaziya heyî lê li ser awayên "meqbûl" yan "nemeqbûl" yên peyvsaziyê ne. Mixabin Rehîmî, ku berhema wî ya li jor behskirî berfirehtirîn û piralîtirîn vekolîna li ser peyvsaziya kurdî ye, ji vekolîna zimanê heyî zêdetir serê xwe bi rexnekirina neolojîzman anku peyvên nûçêkirî ve diêşîne û wan bi dijwarî rexne dike -- gelek caran bi temamî bê heq.
  • Ji berhemên behskirî tenê kitêba Ismaîl Kemendar Fettahî ya rêzimana kurdiya başûrî bi fransî hewl dide ku bi awayekî objektîv nêzîkî meseleyê bibe û peyvsaziya kurdî wek heyî pêşkêş bike, ne wek "divê wiha bibe". Kêşeyeke serekî ya vê berhemê ew e ku ew bi zimanekî hatiye nivîsîn ku piraniya kurdan nikarin jê sûdê wergirin: eger ew bi kurdî, erebî, farisî yan inglîzî bûya, rewşa dê baştir bûya. Pirsgirêka wê ya din jî sinordariya wê ye: ew behsa herdu zaravayên kurdî yên serekî û yên xwedî zimanên nivîskî yên standard (kurmancî û soranî) nake lê mijara wê tenê kurdiya başûrî ye ku heta niha ne xwedî zimanekî nivîskî yê gihiştî ye.
  • Tevî kêmasiyên behskirî jî, vekolînên berî niha kereste û materyalên bihagiran in bo vekolîna me ya di destê we de. Lê em ê bi vê vekolînê hewl bidin sentezekê di navbera wan de û lêkolînên peyvsazî yên navneteweyî de pêk bînin. Çavkaniyên me yên navneteweyî yên serekî Word-Formation in the World's Languages 8 (Peyvsazî di zimanên dinyayê de) ya P. Štauker, S. Valera û L. Körtvélyessy û herwiha Word-formation (Peyvsazî) ya P. Müller, I. Ohnheiser, S. Olsen û R. Rainer e. 9 Di Peyvsazî di zimanên dinyayê de behsa kurdî û zimanên nêzîk (ji aliyê binemalî ve anku farisî û zimanên din yên îranî yan jî ji aliyê cografî ve anku erebî û tirkî) nayê kirin 10 lê nimûneyên ji zimanên cuda-cuda rê û rêbazên giştî yên peyvsaziya kurdî û zimanên cîran (lê ne peyv û pirtikên wan) jî diyar dikin.

Ji aliyê peyvsazî ve kurdî û farisî di gelek nuqteyan de wek hev in tevî ku hin nuqte hene ku di yekê ji wan de hene û di yê din de peyda nabin û di hin xalan de jî ji hev vediqetin. Berevajî kurdî, vekolînên berfireh li ser peyvsaziya farisî hatine kirin. Ev hem bi farisî 11 û hem jî bi çend zimanên ewropî hatine nivîsîn. 12 Ji ber ku gelek ji rê û rêbazên peyvsaziyê di kurdî û farisî de hevpar in, me sûd ji wan berheman jî wergirtiye lê tenê bi şertê ku ew rê û rêbaz bi rastî di zimanê kurdî de (bi devkî yan nivîskî) hebin.

Ev lêkolîn dê hewl bide ku dîmenekî berfireh û piralî yê peyvsaziya kurdî bixe ber çavên xwandevanan. Armanc ew e ku em ji gelek hêlan ve li peyvên aloz anku kompleks (pêkhatî, dariştî, veguhastî û hwd.) binêrin. Armanca vê vekolînê ne ew e ku diyar bike ka "divê kurdî çawa be" lê aşkere bike ka "kurdî çawa ye". Ev ne dîtinên vî vekolerî ne bo ku bibêje filan peyv yan awayê peyvê rast e û bêvan jî xelet e lê bi piranî diyar bike ka peyvên kurdî bi çi rê û rêbazan çêbûne û çawa çêdibin.

Ev vekolîn û vekolerê wê herwiha xwe ji idia û armancên "petîperistî" û "paqijkirina zimanî" didin alî û ne alîgirên wan in. Em ê behsa hemû rêbazên peyvsaziyê yên di kurdî de heyî û pirtikên wê bikin bêyî ku hin pirtikan tercîh bikin ji ber "reseniya" wan û hinan jî paşguh bikin ji ber eslê wan (bo nimûne --çî ya ji tirkî yan me- ya ji erebî). Di heman demê, wek yekem carê, ev vekolîn dê hewl bide ku etîmolojiya pirtikên peyvsaz (pêşpirtik û paşpirtik) pêşkêşî xwandevanan bike û hevrehên (cognate) wan anku "xizmên wan" di zimanên lêzim û peywendîdar de jî bide.

Têbînî

1 Di nivîsên kurdî de carinan peyvsazî bi xeletî bi maneya morfolojî hatiye bikaranîn. Bo nimûne, Samî Tan di kitêba xwe ya Rêzimana kurmancî de wiha dike û peyva bêjesazî bi wateya word formation dixebitîne. Bi dîtina min, peyvsazî û bêjesazî hevwate ne ji ber ku peyv û bêje hevmane ne. Peyvsazî bi maneya morfolojî şaş e ji ber ku morfolojî ne (tenê) çêkirina peyvan e lê hemû awayên çemandin û girêdanên peyvan û eyarkirina wan ya li gor dem û rewşên rêzimanî ye jî. Wek din jî --lojî ne --sazî (çêkirin) ye lê --nasî (nasîn, zanîn, zanist, ilm) ye. Herwiha morf jî ne tenê peyv in lê her pirtika rêzimanî ye ku peyv jî tenê yek ji wan in. Min heta niha di nivîsên xwe de pirtiknasî bi wê maneyê bi kar aniye. Di soranî de jî wişesazî anku peyvsazî/bêjesazî (ji wişe = peyv, bêje) bi wateya word formation li kar e, ne bi maneya morfolojî. Bi heman awayî di farisî de wajesazî (waje = peyv, bêje, wişe) maneya word formation dide.

2 Orijînala fransî û wergera wê ya tirkî û ya erebî li vir tên xwandin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/27/c-bedirxan-u-r-lescot-rezimana-kurdi-bi-fransi/

3 Mirov dikare naveroka vê kitêbê li vê derê bixwîne: https://ku.wikibooks.org/wiki/P%C3%AA%C5%9Fk%C3%AEt_%C3%BB_Park%C3%AEt:_%C3%87end_gotin

4 Ev kitêb li ser vê girêdanê berdest e: http://www.ku.shafaaq.com/pdf/books/binemaka-gotar_1388.pdf

5 Ismail Fattah Kamandar: Les Dialectes kurdes méridionaux (devokên kurdî yên başûrî) 2001: http://www.amazon.ca/Les-Dialectes-Kurdes-Meridionaux-Dialectologique/dp/9042909188

6 Nimûneyek ji rêzkirina paşpirtikên zazakî: http://www.kirmancki.com/index.php/dersen-kirmancki/item/148-k-rmancca-da-yap-m-ekleri-qertafen-virastene

7 Paşpirtik: https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:Pa%C5%9Fbendik_(Kurd%C3%AE) û https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:P%C3%AA%C5%9Fbendik_(Kurd%C3%AE).

8 http://www.degruyter.com/view/j/lity.2013.17.issue-00003/lity-2013-0022/lity-2013-0022.xml

9 http://www.amazon.com/Word-formation-International-Handbook-Languages-Europe/dp/3110375664

10 Tenê du nimûne ji erebî û yek jî ji tirkî û yek ji farisî hatine dan. Ji aliyê cografî ve nêzîktirîn zimanên bi berfirehî nimûne jê dayî îbrî / îbranî û gurcî ne.

11 Çavkaniya me ya serekî ya farisîziman Iştiqaqê pesvendî der zibanê farisiyê êmrûz (Dariştina paşbendî / paşpirtikî di zimanê farisiya îro de, Tehran 1992) ya Xosrow Kişanî ye.

12 Berfirehtirîn vekolîn li ser dîroka peyvsaziya zimanê farisî bi zimanên ewropî bawernameya doktorayê ya Sedîqe Elîzade Lemcîrî (Sedigheh Alizadeh Lemjiri) ya bi almanî Historische und vergleichende Untersuchung der Wortbildung im Persischen (Lêkolîna dîrokî û berhevder ya peyvsaziya farisî) ye. Herwiha kitêba Gilbert Lazard Grammaire persane contemporain, ku wek A Grammar of Contemporary Persian jî hatiye inglîzîkirin, bi berfirehî behsa peyvsaziya farisî dike. Ji bilî van herdu vekolînên serekî, me herwiha çav li çend rêzimannameyên bi inglîzî û farisî gerandiye.

©2020 zimannas.com