Destpêk

Di zimannasiyê de du beşên serekî yên nêzîkî hev peyvsazî (word-formation) û çemandin/tewandin (inflection) in. Di herduyan de peyv û şiklê wê diguhere (ji bilî peyvsaziya bi awayê guhastinê). Lê encamên peyvsaziyê û çemandinê ne wek hev in:

Di peyvsaziyê de peyvên nû yên bi maneyên nû ji peyva serekî cuda tên afirandin. Bi çemandinê mirov peyvên nû yên bi maneya ji peyva bingehîn cuda çênake lê bo nimûne cinsê peyvê (mê yan nêr), hejmara wê (yek yan gelek), dema wê (niha yan berê), erênî yan neyînî (dike/nake, kir/nekir, bûye/nebûye...) diyar dike.

Bi çemandinê birrê peyva bingehîn naguhere. Bo nimûne, "hat, nehat, hatiye, hatibû" bi çemandinê demên cuda diyar dikin lê dîsa jî ew hemû wek rehê bingehîn "hat" lêker in. Lê bi peyvsaziyê gelek caran (lê ne herdem) birrê peyva bingehîn jî diguhere. Bo nimûne, "azad" rengdêr e lê "azadî" navdêr e anku bi zêdekirina "î" li peyva bingehîn, peyveke ser bi birreke din yan peyvan peyda dibe. Ji heman peyvê mirov dikare "azadî-xwaz" jî çêke ku mebest jê ew kes in ku azadiyê dixwazin. Anku maneya peyvê diguhere, "azadî" tiştek e lê "azadîxwaz" mirov in. Anku maneya peyvê guheriye lê vê carê birrê peyvê her eynî dimîne.

©2020 zimannas.com