di

hevreha soraniya mukriyanî de / ده, zazakî de (paşdaçek e), farisî در(der), kurtkirina اندر (ender), pehlewî ender, pazendî eṇder, hexamenişî e(n)ter, sanskrîtî अन्िर्(enter), yûnaniya kevn ἔντερον (ênteron), ermenî ընդերք (indêrk: hinav), latînî interus, intra... hemû ji protohindûewropî énteros ku herwiha serekaniya peyvên hindir û hinav yên kurdî ye, ji protohindûewropî én ku serekaniya li ya kurdî ye + -teros ku çavkaniya -tir ya kurdî ye. Bo ketina r ji peyvên kurdî, bide ber îca ji îcar yan vêca ji "vê carê", bo ketina "-er" ji peyvê bidin ber kurmancî "xweh" (xuşk) û farisî "xʷaher". Nêzîkiya dengî ya "di" ya kurdî ya pêşdaçek li gel -da / -de ya tirkî ya paşdaçek tesedifî ye. herwiha binêre: bi, ji, li...Pêşpirtika berdewamiyê ya lêkeran "di-" (wek "di-k-im, di-got") jî ihtimalen ji "di" ya daçek e: "di-got" anku "di prosesa gotinê de bû", "di-çim" yanî "di prosesa çûnê de me." Ew ne hevreha hevwateya xwe ya "mi-, me-, mî-" ya hin zimanên din yên îranî ye, bo nimûne farisî "mî-konem" (di-kim) yan "mî-goft" (di-got). Ev ji "heme-" (herdem, hemîşe, daîmen") e.

©2020 zimannas.com