dîrok

Li ser etîmolojiya "dîrok" du teoriyên cuda hene: ji peyva "dêr-" anku kevn wek di peyva "dêrîn" (kevnar, qedîm, antîk) de. Pêşî peyv wek "dêrok" hatiye çêkirin lê di bin tesîra etîmolojiya gelêrî de ew veguheriye forma "dîrok" ji ber ku xelkê bawer kiriye ku ew ji peyva "çîrok" e. Varyanteke peyva "çîrok" e wek çawa ku "ç/c/d" carinan bi hev diguherin: dirrandin/çirrandin, gazind/gazinc. Bi heman awayî "history" (dîrok) û "story" (çîrok) yên inglîzî ji ἱστορία (istoria) ya yûnanî ne. Lê sebebê ku ev teorî qels e ew e ku di "dîrok" û "çîrok" de r ne wek hev tê gotin.

©2020 zimannas.com