Em ê tê bikoşin ku lêkolînên kevn û nû yên li ser zimanê kurdî bixin xizmeta mêvan û xwandevanên xwe: ferheng, kitêbên rêzimanê, pirtûkên hînbûna kurdî û nivîsarên li ser beşên cuda-cuda yên zimanê me yê şîrîn.
Malpera me bo hemû lehceyên kurdî û herdu alfabeyên standard vekirî ye lê em tenê berhemên zimannasî û têkilî zimanê kurdî belav dikin.
Em herwiha rê didin lêkolînên bi zimanên din jî eger ew li ser zimanê kurdî bin. Herwiha em pêşwaziyê li lêkolînên li ser zimanên din yên bi kurdî dikin.
Kerem bikin berhemên xwe bigihînin me:
husein.muhammed[at]gmail.com
an jî Ferhenga Rehnas, reh û rîşên etîmolojî yên peyvên kurdî vedikole.
Di ferhengê de tenê etîmolojiya peyvan hatiye dan, ne wate û bikaranîna wan.
an jî Peyvsazî di zimanê kurdî de, û ew jî tê maneya çêkirina peyvan.
Ev pirtûk ne ya yekem e ku lêkolînan li ser peyvsaziya kurdî dike, lê yeke ji berfirehtirîn xebata çapkirî heta niha.
pirtûkên bêhtir nêzik têne ser malperê...